Jina komunista cihê xwe di nava tekoşînê de girtî: Keça Por Zer
Portreler
Fidan Yıldırım / JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedêrek komunist a ku cihê xwe di nava refên berxwedana Şerê Cîhanê yê 2'emîn de girtî "Keça Por Zer" (Hannie Schaft). Hannie canê xwe di ber tekoşîna wê bawer dikir de da. Hannie li Holandayê di nava karwanê jinên bicesaret ên di tekoşîna anti-faşist cîh girtî de navê xwe kolaye.
Şer her dem karê mêrane; di nava refên berxwedanê de jî gelek caran jinan di çeperên berxwedanê de, li kolanan di pêşe de cîh girtine û carnan jî li ser maseyê daxdîloyan cihê xwe girtine. Di hişê mirovan de jinek komunist a Holandayê "Keça Por Zer" cihê xwe girtiye... Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 2'emîn de weke jinek komunist li Holandayê di tekoşîna anti-faşist de cîh girtiye û canê xwe daye Johanna Schaft her çendî navê wê yê veşartî Hannie jî lê her kes wê weke "Keça Por Zer" dinasin û bi wî navî bûye efsane.
Bi Yahudiyan re dostanî çêkir û tekoşîn bilind kir
Hannie di 16'ê Îlona sala 1920'an de li bajarê Haarem ê Holandayê hatiye dinê. Dayîka wê endama tarîqata Mennonite yê Xiristiyaniyê ku di lêgera aştî û civakîbûnê dene. Bavê wê jî endamê Partiya Karkerên Demokrat bûye. Dema ku li Amsterdamê zanîngeh dixwend bi du keçên yahudiyên bi navê Philine Polak û Sonja Frenk re hev nas dikin. Ev hevaltî li hember çalakiyên yahudiyan wê gelek bandor dike. Di Şerê Cîhanê yê 2'emîn de dema ku Elmanan Hollanda îşkal kirin, hinek belgeyên serketina xwe bi xwendekaran dan îmzakirin. Lê Hannie li hember derket û belge îmza nekir. Ji ber ku Hannie belge îmza nekir çavkaniya xwe ya xwendinê qedand û carekdinê vegeriya gel malbata xwe. Ji wê demê û şonde êdî Hannie zêdetir zindî tevlî nava tevgerên berxwedanê bû. Hannie ji bo mirovên ku xwe ji leşkerên Nazi yên Elmanan diveşartin alîkariya xwarinê û wekedinê dikir.
Li hemberî faşîzma Elmaniyayê di çalakiyan debû
Hannie beşdarî tevgera "Konseya Berxwedanê" ya Partiya Komunistên Hollanda yê bû. Ya ku wê ber bi têkiliyên bi komunîstan re dibir ji ber ku di nava berxwedanek lezgîn debû. Hannie li gel hevalê xwe Truus li hemberî faşîzma Elmanya, hevkarên wan û xayînan çalakiyên cuda kiriye. Ew hînî zimanê Elmanî bû û bi leşkerên Elmanan re têkiliyên xwe pêşxist. Ji bo wê jî gelek berxwedêran ew weke xayîn dizanîn.
Dema ku ji "Konseya Berxwedanê" li Velsenê ji rêxistinên jêrê komek bê ku desturê bigire karkerekê dikujin, Hannie lîsteya yên wiha kirine ji bo serokê wan dibe. Paşê jî navê wan dan hêzên ewlehiyê, ev dihat wateya mirinê. Piştî şer ji aliyê komusyonekê ve ev bûyer hat girtina bin hurkolînê.
Li Girê Xîzê Hannie xistin ber guleyan
Di 17'ê Nîsana sala 1945'an de dema ku Hannie rojnameya "de Waarheid" (rastî) belav dikir li Haarlemê ji aliyê leşkerek li cihê lêgerînê ve hat girtin. Di dawiya şer de di nava hêzên îşkalkar û berpirsên Hollandayê de ji bo rakirina dardekirinê hevpeyîmanek derbas bû. Li hemberî wê piştî bi dawîbûna şer sê hefteyan di 17'ê Nîsana sala 1945'an de li Girê Xizê yê Untitled-1nde Bloemendaal ew xistin ber guleyan. Li gorî agahiyan du mêran ew ji wê birin, yekê ji nêz ve ew gulebaran kir, lê tenê karî wê birîndar bike. Hannie got: "Min ji te baştir dikarî gulebaranê bikim." Paşê jî mêrê dinê ew gulebaran kir û dawî li jiyana wê anî.
Di nava 422 berxwedêrên mêr de jina berxwedêr a bitenê: Hannie
Piştî şer cenazeyê 422 berxwedêran hatin dîtin; ji wan 421 mêr 1 jî jin: Hannie Schaft! Bi tevlîbûna Pransesê Hollandayê Juliana û hevjîna wî Prens Bernard li goristana "Erebegraafplaats Bloemendaal" ê ya Overveen ê ji nû ve hatin defin kirin. Paşê dema ku Juliana qralîçebûye cihê ku Hannie lê hatiye dinê Harleem li Parka Kenau yê peyîkerê wê çêkir. Her wiha Hannie Schaft "Wilhelmina" (Heca Berxwedanê) ji aliyê Netewên Yekbûyî ve weke rometê hat nasîn.
10 hezar kesên xwestin Hannie bi bîrbînin hatin asteng kirin
Piştî Şerê Cîhanê yê 2'emîn rola Yekîtiya Sovyetê ser hilweşîna Nazizmê tevgera komunîzmê demek kin populîzim qazanc kir. Lê li Rojhilatê Ewrupayê bandora Sovyetê kêm bû li welatên emperyalist- kapitalist ev populer kêmbû. Ji ber ku Partiya Komunistên Hollanda yê Hannie weke sembolekê bibîranîn populîteya wê jî kêmbû. Heya di sala 1951'an de li ser gora Hannie wê bi bîranîn hat qedexekirin. Nêzî 10 hezarên ku xwestin Hannie bibîrbînin ji aliyê 4 tangan û bi hezaran polîs û leşkeran ve hatin asteng kirin. Komek ji heft kesan barîkat derbaskirin û xwe gihandin ser gorê, lê bi lêxistina çanê re ew hatin girtin û avêtin girtîgehê. Sala dinê ji bo ku komunist heman tiştî jiyan nekin li Harleemê bîranîn kirin.
Li Harleem ê her sal di meha mijdarê de Hannie bi çalakiyên netewî tê bîranîn
Piştî salan li Hollandayê navê Hannie Schaft li dibistan û rêyan hat kirin. Ji bo Hannie û jinên dinê yên berxwedêr wexfek hat avakirin. Li (The Stichting Nationale Hannie Schaft-herdenking) ê nivîs û filîmên di derbarê Hannie de hatîn nivîsîn û çêkirin hene. Ineke Verdoner ji bo wê stiranek nivisiye. Nivîskar Theun de Vries jî ji biyografiya wê agahî girtiye û bi navê (Het Meisje met het Rode Haar) "Keça Por Zer" filîmek wergerandiye. Li Harleem ê her sal di meha mijdarê de Hannie bi çalakiyên netewî tê bîranîn.
(zt)