Çîroka berxwedana Benazir Butto
Portreler
JINHA
AMED - Benazir Butto dixwest weke çemekê azad biherike û bi xwe re her tiştî azad bike. Benazire di nava civaka deshilatiya mêran de serokwezîrî kir û ji bo jinên dinê jî bû çavkaniya îlhamê.
Çemê Îndus ê ku ji Tibet heya Deriyaya Umman dirêj dibe, gelek çemên dinê jî digirin nava xwe û jiyan dide herêmê. Benazir Butto jî dixwaze weke çemekê azad biherike û derdora xwe jî azad bike. Li Tirkiyê jî pirsgirêka herî sereke pirsgirêka jinane. Dema ku ser Benazir Butto tekoşîna jinan bilind dibe, dikare ji bo pêşketina jinan ew weke mînak bê nîşandan. Dikare bê nîşandan ku di nava deshilatiya mêran de jinek dikare çî bike. Benazir Butto di sala 1953'an de li Karaçi ya girêdayî herêma Sind a Pakistanê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Benazir keça Serokwezîrê Pakistanê yê berê Zulfikar Ali Butto ye. Benazir li Zanîngehên Oxford û Harvard perwerde dîtiye. Benazir ji Zanîngeha Harvard ji Rojhilatê Hindistanê leşkeran dişîne Pakistanê. Ji bo hevdîtina bavê wê yê wê demê Wezîrê Parastinê yê Rojhilatê Pakistanê bûye bi Netewên Yekbûyî re hevdîtin bike diçe New Yorkê û di sala 1971'an de karê xwe berdide. Li New Yorkê Benazir alîkariya bavê xwe dike.
Li hember deshilatiya Feodal yekem serokwezîra jin: Benazir
Benazir piştî Zanîngeha Oxfordê diqedîne vedigere Pakistanê. Piştî ku bavê wê tê girtin û dardekirin, demekê di girtîgehê de dimîne. Di sala 1984'an de bi destura derketina welatên ji der ve re li Birîtanyaya Mezin bicîh dibe. Li wê di sirgunê de di partiya bavê xwe de serokatiyê dike. Piştî mirina şefê cuntaya leşkerî Ziya Ul Hak di sala 1988'an de ji sala 1977'an ve li Pakistanê cara yekem hilbijartina vekirî tê kirin. Di 19'ê Mijdara sala 1988'an de Benazir di hilbijartinê de biserdikeve û dibe yekem jina di welatek misilman de dibe serokwezîr. Benazir li hemberî deshilatiya feodal di cîhana Îslamî de jî yekem bûye. Di 2 yê Berfanbarê de weke serokwezîr dest bi peyîwirê kiriye. Piştî 20 mehan bi hêza leşkerî ji aliyê Gulam Îshak Han ve bi hinceta carekdin hilbijartinê ji peyîwirê tê girtin.
Piştî ku Benazir ji peyîwirê tê girtin Navaz Şerif hikmeta nû hildibijêre. Di sala 1993'an de carekdinê Benazir tê hilbijartin, piştî 3 salan ji aliyê Faruk Leghari ve tê xistin. Benazir û hevserê xwe ji sedemên cuda tên darezandin, li gel ku darezandin hîna teqez nebûye jî desteya dadgehê biriyara sucdarikirinê dide dadgeha bilind û li wê tê erê kirin. Ji bo ku dewlemendiyên herêma Pencap ê bigirin hewildidin Benazir sucdar bikin.
Piştî darbeya leşkerî neçar dimîne welat biterikîne
Benazir di sala 1999'an de ji ber darbeya leşkeriya dibin rêveberiya Pervez Muşerref de neçar dimîne welat biterikîne. Benazir li bajarê Dubai yê Yekitiya Emiriya Ereban bicîh dibe. Di sala 2002'an de ji aliyê deshilatiya Pervez Muşerref ve Benazir hedef tê girtin, zagonek ê tenê serokwezî bikarin du doneman li ser peyîwirê bimîne derdixe. Di sala 2007'an de li Akabinê carekdin rêya ji nû ve Benazir bibe serok tê vekirin. Di pirtûka "Keça Rojhilatî" ya cotmeha sala 2007'an de li Pakistanê dibin deshilatiya mêran de berxwedana Benazir tîne ziman.
Di hewla Suikastê de hedef hat girtin
Ji bo beşdarî xebatên hilbijartinê bibe cardin Benazir vedigere Pakistanê. Ji ber êrîşên El Kaideyê Benazir nikare vegere. Muşerref ji wê dixwaze hatina xwe taloq bike û ji dadgeha bilind ji bo xwe efoyê bixwaze û li benda efoyê bimîne. Lê Benazir vê na pejirîne, di 18'ê Cotmeha sala 2007'an de piştî 8 salên sirgunê vedigere Pakistanê. Hevalên Benazir gelek bi wê şanaz dibin, lê di heman rojê de di êrîşek bombeyiya siyoqastê de hedef tê girtin. Benazir di 27'ê Berfanbara sala 2007'an de di mitînga hilbijartinê ya têde hêrîşa bombeyî pêkhatî û 130 kesan jiyana xwe jidest dayî de wê jî jiyana xwe jidest da.
(zt)