Delila Gever: Li ser axa Kobanê çîroka jiyanek azad
Portreler
JINHA
COLEMÊRG - Dayîka Hacer Timur (Delila Gever) a YPJ yî ku li Kobanê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidestdayî Fatma Timur gotina wê ya "Li deverek cehalet lê deshilat najîm" bibîrxist diyar kir ku Hacer ji bo jinan tekoşîn kir û ser axa Kobanê bêmirin bû.
Hacer Timur (Delila Gever) di sala 1990'an de li navçeya Gevera Colemêrgê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 2009'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye. Di 13'ê îlona sala 2014'an de tevlî nava refên YPJ'ê dibe. Di 5'ê cotmehê de li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kobanê li Girê Miştenur di şerê li hember çeteyan de jiyana xwe jidest da. Dayîka Hacer Fatma Timur da zanîn ku Hacer goti: "Ezê nebim koleyê mêrekê." Fatma destnîşan kir ku Hacer beşa hunerê ciwanekan xwendiye, wêne xêzdikir û her dem bi pirtûkan re mijuldibû.
'Wê gelek ji lîstokan hezdikir'
Fatma bilêv kir ku her dem Hacer serê xwe ser qadên jiyana jinan di êşand û ser wê nîqaş dikir û wiha domand: "Keça min gelek bêdeng bû. Ji 8 saliya xwe ve her dem wêne xêz dikir. Ji nava baxçe pelên gulan kum dikir û pencê ji miruşkan diweriyan di anî bi wan wêne çêdikir. Wê gelek ji lîstokan hez dikir. Dema ku qala zewacê dihat kirin hêrsdibû û ji wê direviya."
'Hacer jî tevlî nava karwanê şehîdan bû'
Fatma wiha dom kir; "Weke Giyasettin, Şerafettin, İlhami, Lokman, Melike, Yavuz, Perizade, Gulcan û Şahabettin di tekoşîna azadiya gelê kurd de Hacer jî şehîd bû. Keça min got; 'Ez nikarim li devera hikmê cihaletê lê heye jiyanbikim.' Niha keça min li Kobanê vegeriya kulîlka azadiyê."
(zt)