Fatma Uyar, li pesarê Gabarê di dilê Botanê dene...

Portreler
Çile 08 / 2016



JINHA
 
ŞIRNEX - Dayîk, xwişk û heval Endama KJA yê Fatma Uyar ew vegotin. Fatma ya ku li gundekê yê pesarê Çiyayê Gabarê hatî dinê, di temenê xwe yê biçuk de di gelek qadên tekoşînê de cîh girt û gotina "Li hemberî mêran serî netewînin" ji bo jinan gotiye.
 
Ji sê kulîlgên azadiyê yên li Silopiyayê hatî qetilkirin Fatma Uyar li gel temenê xwe yê biçuk di gelek qadên tekoşînê de cihê xwe girt. Fatma di nava malbatek xwediyê 7 zarokan de weke zaroka duyenîn di 28'ê Tebaxa sala 1988'an li gundê Duhok ê li ber pesarên Çiyayê Gabarê hatiye dinê. Piştî Fatma tê dinê malbata wê koçî cihê ku niha lê dijîn nava Şirnexê dikin. Di sala 2000'an de Fatma tevlî nava xebatan dibe û despêkê di nava xebatên ciwanan de cîh digire. Di sala 2009'an de Fatma tê girtin û 5 salan di girtîgehê de dimîne. Piştî wê bavê wê Reşit Uyar jî tê girtin. Fatma li gel bavê xwe salek û nîvê li hemban Girtîgeha Mêrdînê dimîne. Paşê Fatma sirgunî Girtîgeha Sêrtê dikin. Li Girtîgeha Sêrtê jî 3,5 salan dimîne û derdikeve. Piştî ku Fatma di sala 2010'an de derdikeve vedigere qada xwe ya xebatê Botanê. Herî dawî berî du mehan di nava xebatên KJA yê Silopiyayê de dest bi xebatan dike.
 
Dîrok 4'ê Çile 2016 diyar dike, li Silopiya di êrîşên bi tang û topan ser rêveberiyên cewherî de derengiya şevê li gel du hevalên xwe jinên siyasetmendar digihe bêdawiyê. Weke dîroka 9'ê Çileya 2013'an li Paytexta Fransa Parisê Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan, Fatma Uyar, Sêvê Demir û Pakize Nayir, li ser axa Botanê ya li hemberî zilmê di serhildanê de bi guleyên ji çeka mêran dibariyan li ser axa di her bostekê de çîrokek efsaneyî heyî hatin înfazkirin.
 
'Ticarî serî li hember mêran netewînin'
 
Niha hemû Botan li hemberî berxwedan û pêşengiya van sê jinan bejna xwe ditewîne, çîroka her 3 jinan niha xwe li dilê hemû jinan pêçaye. Hemû jin soz û biriyara alaya ji wan mayî bilindkirina zirveyên herî bilind didin. Em niha Fatmayê ji dayîk, xwişk û hevala wê guhdarbikin. Li nava kolanên Şirnexê dema ku mirov Fatmayê bipirse yên nasdikin gelekin, lê emê ji xwişka wê Sultan wê guhdarbikin: "Gelek bîranînên me çênebûn, lê ji bo ku wê vebêjim pêdivî bi gelek bîranînan nake. Ew ji bo min rênîşanderekbû. Wê her dem ji bo min digot; 'Jina bedew li ser lingên xwe bisekine û ticarî li hember mêran serî netewîne.' Ji bo min Fatma nasîna gerdunê û cîhane. Ez ji jiyana wê ji bo xwe rê nîşandidim. Fatma gelek ji xwendin û gerê hez dikir. Ew xwediyê jiyanek dagirtîbû."
 
'Roja dawiyê ya min çavên wê yên bedew dîtî'
 
Sultan destnîşan kir ku wê herî dawî berî mehek û nîvê di seyîranekê de Fatma dîtiye û wiha domand: "Ez li Êlihê bûm. Hevalek li min geriya û got ger demê te hebe em dikarin te bigirin, em dikarin hev bibînin. Ez hema wiha derketim carekê min dît em li ser rêya Şirnexêne. Gotin emê biçin seyîranê û vegerin. Seyranek du sê saet bû. Hewa gelek sarbû, lê ew kêliyên dawiyê yên min bi Fatma re derbaskirîbû. Ew roja dawiyê ya min dengê wê bihîst û çavên wê yên bedew dît. Wê demê min êdî nexwest vegerim Êlihê ez ser vegera xwe difikirîm, ji ber zanîbana ez ji Şirnexê têm êdî min nedikarî li Êlihê bimînim. Fatma li min vegerî û got, ji kesê xwe nede paş, dema yekê tiştek got navê min bêje bese. Ew roja dawiyê bû, ji xwe êdî min wî ruyê wê yê xweşik nedît."
 
'Ez mezinbûna dilê wê di dilê xwe de digirim'
 
Sultan da zanîn ku rojek paşê ew pêhesiyaye xwişka wê hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir: "Fatma xala min a herî hesase. Her demê min wê ji bo xwe weke pêşeng dîtiye. Li Êlihê saet derdora duyan em li malekêbûn, di hindirê min de valehiyek mezin daket û weke tu tiştek kêmbe. Min pirsî çî dibe, gotin Fatma birîndare, bi wê şoqê ez ketim rê. Di tevahiya rê de ez difikirîm Fatma birîndare, ezê biçim xwe bigihînim wê û jê re bêjim; 'Çavreşa min delala min'. Dema em gişiştin Basan em çun malekê. Min li nûçeyan nêrî di nivîsa binê televizyonê re derbasdibû, li Silopiya sê jin hatin qetilkirin di nav navan de navê Fatma jî derbas dibû. Wê demê ez gelek xirb bûm û bê bertek mam. Ji ber ku ez dilê wê yê mezin di dilê xwe de hildigirim ji bo wê ye ev qas jê hez dikim."
 
Dayîka wê Xeyiç jî diyar kir ku keça wê Fatma li gel Sêvê û Pakize hat qetilkirin û wiha got: "Fatma ne tenê şehîda mine, ew şehîda hemû gelê Kurdistanêye. Bila êdî dilê kesê neşewite be."
 
'Roportaja me ya despêkê kêliyek neyê jibîrkirine'
 
Hevala wê ya zarokatiyê Felek Çakar jî bilêv kir ku ji 15 saliyê heya niha ew û Fatma bi hev re hevaltiyê dikin û wiha dom kir: "Em zarokên heman taxê bûn. Di nava taxê de jî em bi hev re hevalbûn. Lê di sala 2001'an de dema ku em tevlî nava xebatên partiyê bûn, ji ber ku em bi hev re di nava heman xebatê debûn me gelek dem bi hev re derbaskir. Ji wê û şonde hevaltiya me hîn zêdetir mezinbû. Berî bê girtin her dem em bi hev re bûn û bi hev re em diçun her derê. Niha dema ku roportaj didim ew ew hat hişê min. Hîna me pir biçukbûn di nava xebatên paritiyê de, rojekê rojnamegerek hat ji me roportaj xwest. Wê demê li çiyayên Cudî û Gabarê operason hebûn û girêdayî wan ji me roportaj xwest. Her çendî me ji bo nedayînê îsrar dikir, rojnameger jî ji bo dayînê îsrar dikir. Dawiyê em îqna kirin û me despêkir, lê em pir dikeniyan. Ew kêliyek nayê ji bîrkirine."
 
'Dema şehîd ketî hîs kir'
 
Felek, wiha bîranîn û gotinên xwe û Fatma berdewam kir: "Wê her dem ji bo min digot: 'Ne zewice û serî li hember mêran netewîne.' Di dema girtîgehê de jî ji min re digot bixebite. Dema derket dît ez di nava xebatan deme, gelek kêfxweşbû. Herî dawî dema lêgeriyam diyar kir ku di nava berxwedan Silopiya dene û got; 'Di hindirê min de hîsek heye weke ku ezê şehîd bikevim.'"
 
(zt)