Axîn Goyî navê xwe li têkoşîna azadiya jin neqişand

Portreler
Çile 24 / 2016


 

 
JINHA
 
WAN - Gûlperî Bîlen (Axîn Goyî) navê xwe li têkoşîna azadiya jin neqişand û hesreta jiyana gund bi tevlîbûna nava refên PKK'ê ve pêk anî. Dayîka Gûlperî Halîme Bîlen qala keça xwe kir û wiha got, "Keça min ji desthilatdariya mêran yê hember jinan gelek bi hêrs dibû û berteka xwe nîşan dida. Vîna wê her dem bi hêzbû."
 
Yek ji jinên ku navê xwe li dîroka jin û têkoşîna azadiya jin neqişandine Gûlperî Bîlen (Axîn Goyî) yê ku di sala 1987'an de li Wanê hatiye dinê ye. Zarokê malbatê yê herî mezin Gûlperî hesreta xwe yê li hember jiyana gun, piştî mezin dibe di sala 2002'an de beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Di 28'ê Hezîrana 2011'an de li herêma Çiravê yê Şirnexê di encama bombebarana balafirên TSK'yê de jiyana xwe ji dest dide. Dayîka Gulperî Halîme Bîlen qala jiyana keça xwe kir û diyar kir ku keça wê rûyê wê bi kenbû û ji aliyê herkes ve dihat heskirin.
 
'Vîna Gûlperî bi hêzbû'
 
Halîme da zanîn ku ji ber pirsgirêkên aborî Gûlperî neçar mabû xwendina xwe yê lîseyê di nîvî de bihêle û got ji ber vê demê xwe yê herî zêde bi xwendina pirtûkan derbas dikir. Halîme diyar kir ku ji ber anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tirkiyê gelek bandor bibû û ji wê demê pêve Gûlperî di 15'ê Sibatê de her dem rojî digirt. Halîme anî ziman ku Gûlperî pirtûkên girêdayî dîroka jinê dixwand û wiha dirêjî da gotina xwe, "Keça min her dem nirx dida jinan û dixwast jin di nava civakê de nirxên xwe bizanibin. Keça min ji desthilatdariya mêran yê hember jinan gelek bi hêrs dibû û berteka xwe nîşan dida. Vîna wê her dem bi hêzbû."
 
'Ji min re got ez diçim mitîngê, dûvre qet nehat'
 
Halîme bilêvkir ku Gûlperî roja ku çûye sibê zû hişyar bûye û wiha qala hestên xwe yên wê rojê kir, "Dema min pirsî Gûlperî çima tu zû hişyar bûye ji min re got 'Îro mitîng heye, ez ê biçim'. Dema fêmkir ku ez hîsdikim germ min hemêz kir. Dûvre ji xûşk û birayên xwe xatir xwest û ji malê derket. Çend roj min agahî jê negirt, bi telefonê li min geriya û wiha got 'Dayê ez diçim û cihê ku lê diçimê diyare. Ji bo min xemgîn nebin'. Keça min bi xwesteka xwe çû. Hesreta gund jiyankirinê di dilê wê de hebû her dem. Keça min di 16 saliya xwe de, bi tevlîbûna nava refê PKK'ê xeyalên xwe pêk anî."
 
Halîme da zanîn ku piştî tevlîbûna Gûlperî bi 10 salan ew hînbûye ku keça wê jiyana xwe ji dest daye û got Gûlperî di encama êrîşê hewayî de tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Halîme anî ziman ku cenazeyê Gûlperî ji cihê wê piştî salek ku di bin berfê da mabû karîn bigrin.
 
Halîme di dawiya gotina xwede bilêvikir ku li gel mirinên tên jîn ew di daxwazê aştiyê de bi îsrare.
 
(rc)