Yasemîn a ku di mala şevê de agir dada…

Portreler
Sibat 15 / 2016


 

 
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
 
ENQERE – Yasemîn ku ji strana “Em ê zû bimirin” hez dikir, jiyana wê jî wekî strana ku her tim guhdar dikir bû. Yasemîn Çîftçî di 9’î sibata sala 2012’an de ku dema amedekariya çalakiyê dikir, bombe zû teqiya û jiyana xwe ji dest da. Yasemîn jinek komunîst bû û ji bo jiyanek “bê sînor, bê çîn û bê mêtîngerî ava bike” derketibû rê. Yasemîn ku digot ew bi gavezî lez ji bo di mala şevê de agir pêxe derketibû rê û bi wê agirê çû.
 
Dîroka jinan bi têkoşîn û lêgerîna azadiyê tije ye. Di dîroka Tirkiyeyê ya bi xwîn û çewisandinê de jî herî zêde jin xwediyê berxwedanê bûne. Jinên li Kurdistanê ku xwedî li rêveberiyên cewherî derdikevin, têkoşînê di refên herî pêş de dane meşandin. Jinên li Rojava jî li dijî çewisandinê berê xwe dane azadiyê. Di 9’ê Sibata 2012’an de mîlîtana MLKP’ê Yasemîn Çîftçî dema amedekariya çalakiyê dikir, ji ber ku bombe zû teqiya jiyana xwe ji dest da. 
 
Bi sekna xwe ya bi biryar û kena xwe di hewizaya mirovan de cihê xwe çêkir
 
Yasemîn Çîftçî di sala 1989’an de li Edeneyê ji dayik bû. Dema di Lîseya Anafartalare de dixwend şoreşê nas kir û xwe bi rêxistin kir. Piştî ku ji lîseyê mezîn bû Zanîngeha Mustafa Kemal qezenc kir. Piştî demekî ku li zanîngehê xebatan kir li bajarên Tirkiyeyê yên cûda têkoşîna xwe berdewam kir. Herî dawî ku Yasemîn çû Stenbolê di refên têkoşînê yê herî pêş de cihê xwe girt. Li taxa Emekçî ya Stenbolê xebatan da meşandin. Dixwest têkoşînê mizin bike û biryara çalakiyek ku mezin pêk bîne dabû. Armanca wê qereqol bû lê ji ber ku bombe zû teqiya jiyana xwe ji dest da. Tişta ku Yasemîn li pişt xwe hîşt sekna wê ya bi biryar û kena wê bû.
 
‘Yasemîn bû Zîlan’
 
Hûn li taxa 1 Gulanê Yasemîn ji kê bibirsin nas dike. Bi kesayetiya xwe ya şoreşgeri û nêrtina xwe ya jin têkiliya hevaltiyê ku pêk dianî, ji bo têkoşîn azadiyê banga wan jî dikir. Dema Yasemin ji hevalên wê dipirsin destpêkê bêdeng dimînin. Û piştre jî bi çavên xwe yên ku dibiriqin behsa wê dikin. Û dibêjin “Yasemîn rêhevala her kesî bû. Tu kes bawer nake ku jiyana xwe ji dest daye. Li pişt Yazemînê gelek Yasemîn çêbûn” ya herî girîng jî ew bû ku li gel ku nexweşîna wê ya dil hebû jî ji têkoşînê gavek jî paşve nedisekiniya. Weki Zîlana partiya xwe dihat vegotin. Wekî ku rêhvalên wê jî digotin: “Yazemîn bû Zîlan.”
 
Yasemîn wekî jinek şervan û komunîst derket rê
 
Yasemîn beriya ku çalakiya xwe pêk bîne ji hevalên xwe re nameyek bi ser navê “Min destpêkek nû pêk anî” dihêle. Di nameyê de wiha dibêje: “Ez weke jineke komunîst ku li dijî kevneşopiyên jinêtiyê û li dijî hînbûnên burjuvayê têdikoşim, derketim rê. Di nava van nakokiyan de hêjiyam.”
 
Yasemîn ma mirov li ser dev radizê Erdê zû rabe!
 
Yasemîn di nameya xwe de wiha berdewam dike: “Ji ber ku armanca min bûyîna şoreşgereka profesyonel min malbat, dibistan û gelek tiştên wekî vê yekê li pişt xwe hîşt. Divê hemû qadên jiyanê mirov bi rêxistin bike. Hêsta mirinê di jiyana min de êdî cih girt. Lê ji ber ku ez ditirsiyam na, berovajî wê min zêdetir ji jiyanê hez kir. Çiqas têkoşîn mezin dibe em jî ewqas bi hêz dibin. Ronahiya şoreşê banga ku em ji bo kêfxweşiyê fetih bikin. di mala şevê de agirê pêxin dikir. Ez wekî jineke ku ji bo jiyanek bê sînor, bê çîn û bê mêtîngerî ava bikim derketim rê û ji bo di mala şevê de agir dadim zû gav davêjim.”
 
Piştî Yasemîn hevalên wê vê tiştê ku nivisandibûn: “Yasemîn ma mirov li ser dev radizê Erdê zû rabe! Ji dilê min Yasemîn…”
 
(go)