Jina serhildêr û evîndara çiya
Portreler
Ozlem Çiçek/JINHA
STENBOL - Mûzeyyen Tuncel; şervanek ciwan yê jine. Mizgîn digot çiya evînê mine. Ligel ku ciwan bû, jîr, rû li ken, pozîtîfbû lê xwedî seknek serhildêr û hindek jî wek munzur... Dayîka wê wiha qala wê dike.
Muzeyyen jinek ciwan a ku ji xwendinê, hînbûnê, guhertin bi xwe hezdikê ye. Hebûn û wetabûna xwe di nava helbestan de dibîne. Xuşka Muzeyyen Salîha Tuncel helbestek ku Muzeyyen gelek jê hezdikir bi mera parvekir. Helbest wiha dibêje: "Tenêbûna min li binê taldê çiyayeke ku kes riyê wê nizane. Tenêbûna min di xaniyek binê çiyan de ye, ku kes nikare deriyê wê veke. Tenêbûna min qurnefîla serê çiyaye ku kes nikare bêhna wê bikêşe..."
Mûzeyyen Tuncel di 16 saliya xwede biryarê tevlîbûna PKK'ê dide û di sala 2000'an de li çiyayê Kurdistanê Geliyê Kuva di encamê ketina aşûtê de jiyana xwe ji dest da. Mûzeyyena ku di temena xwe yê 20 saliyê de girêdanbûna xwe fedaî, malbat, heskiriyên xwe, xweza û mirovahiyê dike û di dîroka têkoşîna gelê Kurd de navê xwe li dîrokê dineqişîne. Dayîka Mûzeyyen Tuncel Delalî Tuncel qala tevlîbûna keça xwe yê têkoşînê ji mera kir.
'Gelo mafê me jî tune ye?'
Delalî diyar kir ku ji ber rewşa wan ya aborî Mûzeyyen tenê dibistana seretayî kariye bixwîne û got Mûzeyyen ji bo xwendina xwe bidomîne çûye Mêrdînê tevlî ezmûnan bûye. Delalî bilêvkir ku ligel Mûzeyyen ezmûn qezençkir jî, ji ber derfetên madî nekarî xwendina xwe bidomîne. Delalî da zanîn ku Mûzeyyen piştî vê nekokiyên wê hember bê adeletiya pergalê û pirsgirêkên aborî dertên holê û got Mûzeyyen her dem wiha dipirsî, "Em ne wek mirovên dinin? Gelo mafê me jî tune ye?.
'Wekî tevahî koçberên Kurdistanê...'
Delalî anî ziman ku ji ber gelek sedeman ew ji Nisêbînê koçî Stenbolê kirine û neçar mane di bin şertên nebaş de têkoşîna jiyanê bidin. Delalî diyar kir ku wekî tevahî koçberên Kurdistanê ji ber sedema pirsgirêkên aboriyê Mûzeyyen jî li fabrîqayan dest bi xebatê kiribû û wiha pêde çû, "Keça min 2-3 sal di febrîqeyan de xebitî hîna zarok bû. Her êvarê dema ji kar dihat malê digot, 'Dayê Tirk henekê xwe bi me dikin. Dibêjin hûn lewitîne.' Ji ber vê Mûzeyyen heber mirov û zindiyan gelek bi rêz tevdigerî û ji ber heskirina xwe yê zêde ji aliyê hevalên wê ên kar jî gelkî dihat heskirin."
'Xwedî seknek bi rûmet bû'
Delalî bilêvkir ku li taxên ku dijîn nêzî 15-20 malbatên kurd lê dijîn û got rojek polîs tevî panzerên xwe bi ser malande girtibûn û tevahî ciwan Mûzeyyen jî di navde binçav kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema ku keça min birin Navenda Polîsan Gayrettepe, min wê tenê nehêşt û ez jî pêre çûm. Şîdeta fîzîkî hember min pêk ne anîn lê belê şîdeta derûnî kirin. Li ber çavê min keça min îşkence kirin. Piştî çend rojan Mûzeyyen berdan û hat malê. Mûzeyyen piştî bûyera îşkencê got, 'Ez êdı vir nikarim bimînim. Wîjdana min ji bûyerên ku pêk tên re tehemûl nake.' Dema ku çû hîna 15 salî bû xwedî seknek bi rûmet bû."
'Evîndarê çiyan bû'
Delalî da zanîn ku rojek Mûzeyyen bi ken hatî wê hemêz kiriye û gotiye "Evîndarek min heye dayê" û wiha pêde çû, "Mûzeyyen dema got evîndarek min heye, ez jî keniyam û min got tu min dixapînî. Mûzeyyen gotibû evîndarê wê esmer û çav şîne. Lê min famnekiribû ku keça min qala çiya dike. Esmertî axbû û çav şîn jî qala daran dikir. Ji bo çiya digot lê min fêmnedikir."
'Em serbilindin'
Delalî anî ziman ku ji roja Mûzeyyen çû û pêde agahî jê negirtine û got, "Em ketin hewldana hînbibin ka dijî ango na. Lê em ji televîzyonê hînbûn ku li Geliyê Kuva di sala 2000'an de bin aşûtê de maye û jiyana xwe ji dest daye. Ew ji bo gelê xwe şehîd ket. Serê me bi Mizgîn bilinde. Heya ku em saxbin tevî neviyan jî em ê doza wê bişopînin. Em ne pîşmanin. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê li pay şehîdên xwe bin."
(rc)