Ji heqîqetê ber bi efsaneyê, ji efsaneyê ber bi xwedawendiyê: Zahîde…

Portreler
Sibat 25 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX - Li Şirnexê jinek bê ku bêje şev û roj e digere. Li gorî jinan ‘meleka parstinê ye kî bibîne jê re dibe derman’ navê wê Zahîde ye. Bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, di dîroka PKK’ê de yek ji fermandarên jin ên destpêkê ye. Di sala 1985’an de piştî ku bi îxanetekî li Botanê tê qetilkirin, ji wê rojê şûn ve dibe jineke Botanî. Ew “Xwedawenda jinên Botanê ye”.
 
Li Warê Şehr-î Nuhê jinek her şev li navenda bajêr û serê kolanên wê digere. Ev çîrokek nîn e, ev jiyanek ku heqê wê hatiye dayîn e. Li Şirnexê jinek bi şev digere, bi şev zarokên ku vekirî mane ser wan digire, wan maçî dike, ji bo jinên nexweş û bê hêvî wekî dermanekî ye, di xwenan de digere û dibe derman. 
 
‘Zahîde navê zarokan e…’
 
Li van deran jêre dibêjin Zahîde, navê wê yê rastî cûda ye, bajarê wê cûda ye. Li gel ku 31 sal di ser qetilkirina wê re derbas bûye jî hûn li kîjan malê rûnên dê Zahîdeyek biçûk bê pêşberî we. Zahîde dîroka jinên kurd e. Zahîde jinek ku tu car serî li hemberî serdestiya zilam netewandiye û ji bo tiştên ku bawer dike canê xwe dide û pêwist bike ji bo rêhevalên xwe dibe derman. Zahîde bi dîroka gotinî ji nifşan re hatiye vegotin û çîroka wê bûye hewizaya bajêr. 
 
Yek ji fermandarên jin ê destpêkê ye
 
Navê Zahîde ya rastî Rahîme Kahraman e, yek ji fermandarên jin ê destpêkê ya PKK’ê ye. Bernavê wê Saadet e. Botanî wê wekî xwedawendê dibînin. Di 22’ê îlona 1985’an de li Çiyayê Cûdî ji ber îxaneta cerdevanan tevî hevalên xwe tê qetilkirin. Wekî îro di wê demê de jî bedena wê tê teşîrkirin, tê xwestin ku li ser cenazeyê wê îşkenceya zayendî bê kirin.
 
Gora wê li Cudiyê dinêre û jin derdên xwe pê re parve dikin
 
Hemû bi yek devî dibêjin ku cerdevanê ku îşkence li ser cenazeya wê kiriye piştre felç bûye. Heta ku Zahide tê xewna wê û dibêje axa wê derman e. Jinên Şirnexî dema behsa wê dikin dibêjin, ‘Jinek ku ewqas pîroze ji dijminê xwe re jî dibe derman’. Jinên Şirnexî ji bo derdên xwe pêre parve bikin û axa wê ji bo nexweşînên xwe bikin derman her roj diçin ser gora wê ya ku li Goristana Kendalîş ê ye.
 
Baweriya bi Zayîde baweriya bi xwe re ye
 
Baweriya li hemberî xwedawende Şirnexê Zayîde, baweriyek derewîn nîne, baweriyek li hemberî zayendiya xwe ye. Ji ber wê ye ku dema Şaredariya Şirnexê navendek vedike hemû jin dibêjin bila navê wê Zahîde be. Û du sal şûn ve Navenda Şêwirmendî ya Jinan a Zahîde vedibe. Li ser daxwaza jinan navê Zahîde lê tê kirin. Li Şirnexê piştre kîjan leheng derdê bi wan re jî parçeyek Zahîde heye.
 
Jiyanek şoreşgerî ya jinek
 
Zahîde di sala 1960’an de li gundê Goman a Melezgirê ji dayik dibe. Dema di dibistana Zahîde Karakoçan de dixwîne tê rêxistinkirin û di sala 1979’an de tevli PKK’ê dibe. Zahîde ku bi Mazlum Dogan û Delîl Dogan re xebatê dida meşandin piştî ku deşîfre dibe berê xwe dide çiyayên azad. Zahîde ku yek ji fermandara jin a destpêkê ya PKK’ê ye li kampa Fîlîstînê ku perwerdehiyê dibîne, tevî hevalên xwe Rahîme Kahraman, Fazil Yildirim (Serdaç) li quntarên Çiyayê Cudî ku girêdayê navenda Şirnexê ye ji aliyê cerdevan û leşkeran ve tê qetilkirin. 
 
Gora Zahîde û ên rêhevalên wî ku li nava Botanê û li Çiyayê Cudiyê mêz dike, li ser gora wê ev tişt tê nivisandin: “Çiya jiyanê dide, her çiqas mirin westiyabe jî lê niha helbesta herî xweşik dîsa jî aştî  ye.”
 
Li Şirnexê navê zarok û hêviyê ye
 
Kaze Demîr Zahîdeya efnasevî wiha vedibêje: “Rojek hat gundê me û min jê re got ma tu çawa ewqas dikarî zindî bimînî. Ji min re got “ez bi hêvî û hezkirinek mezin bi axa xwe ve girêdayî me. Hêza xwe ji wê derê digirim”. Cerdevanên ku îxanetê li Zahîde û Sertaç kirin piştre ji aliyê rêhevalên wî ve hatin cezakirin. Cerdevanê ku îşkence lê kir felç bû. Lê piştî axa ku ji ser Zahîde girt baş bû. Zahîde jinek pîroz bû ku merhametê nîşanê dijminê xwe jî dida. Zahîde bi axa xwe û Şirnexê ve pir girêdayî bû. Ji bo wê ye ku gora wê li Şirnexê ye. Dema ku malbata wê hat cenaze bigire gel nehîşt. Û got dê li vê derê bê definkirin. Malbata wê li hemberî vê bertekê bê bersiv nema û got êdî ji vir û şûn ve hûn malbata wê ne. Her roj gora wê ji aliyê jinan ve tê ziyaretkirin, Zahîde ji bo jinan derman e. Biçe xewna kê divê ew kes biçe ser gora wê. Dema derdek wê hebe bi zahîde re parve dike. "
 
Jinên Botanî bi navê zahîde hatin gel hev
 
Ji xebatkarên Navenda Şêwirmenda Jinan a Zahîde, Zeynep Kayaş jî da zanîn ku Zahîde ji bo jinên Botanê bûye sembola hebûnê û wiha got: “Dema me navenda şêwirmendiyê vekir bi jinan re civîn li dar xist. Hemû jin gotin ew dixwazin navê komeleyê bibe Zahîde. Ev yek wateya Zahîde ya ji bo jinên Botanê nîşan dide. Beriya tevgera azadiyê jinan ji ber hişmendiya zilam a serdest pir dihatin çewisandin. Bi tevgera azadiyê re, bi têkoşîn û pêşengên wekî Zahîde êdî hişmendiya li vê derê jî hat guhertin. Zahîde ji bo her kesî derman e. Lê ev yek baweriyek derewîn nîne. Ev minetekî ku ji bo jinekî pêşeng tê nîşanda ne.”
 
(go/rc)