24 Sibatê: Dîroka bêdawî û berxwedanê ya Meryem
Portreler
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Dayîka şervana YJA-Star Meryem Pamukçi (Nûda Arjîn) a ku li Hezexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetlkirin Ziynet Pamukçi diyar kir ku Meryem di 24'ê Sibatê de ji malê derketiye û piştî 8 sal di 24'ê Sibatê de bedena wê yê bê rûh hatiye malê û wiha got, "Meryem bi tilîlî û girtina ser govendê dihat nasîn. Keça min çewan serê govendê digirt di berxwedanê de jî heman bû."
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di 24'ê Sibatê de hêzên dewletê bi helîkopteran tîpa Kobra derdora gundê Hespist bombebaran kiribûn û di encamê de Meryem Pamukçi jî di navde 12'e şervanên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Meryema di sala 1990'an de li navçeya Ferqîna Amedê tê dinê. Di salên 90'î ji ber êrîş û tehdîdên Hizbullahiyan malbata Meryem neçar dimînin koçî Enqerê bikin. Malbat nekarîn li metrepolên Tirkiyê bijîn û cardin biryarê vegerê Amedê didin. Meryem zaroka malbatê ya herî biçûk û nazdar tê mezin kirin. Dayîka Meryem Ziynet Pamukçi diyar kir ku keça wê ji zaroktiyê ve ji xwezayê gelek hezdikir û wiha got, "Dema ku Meryem biçûk em her diçûn seyranê. Gava ku xweza didît gelek bi coş dibû. Her hildikşî ser daran û li pay sewalan diket. Rojek pişîkek birîndar dîbû, rûnişt û bi saetan girî. Me dûvre wê pişîkê bir û lêngê wê pasûman kir, dûvre Meryem hindek bêdeng bû. Keça min ji xwezayê gelek hezdikir û dil bi rehim bû."
'Meryema bi rûken û wêrek bû'
Meryem a ku dibistana seretayî û lîseyê bi serkeftî derbas dike, sedema koçberiyê malbatê lêkolîn dike. Meryem ji aliyê hevalên xwe ên dibistanê ve gelek dihat heskirin, piştî tevlî YJA-Starê dibe gelek hevalên wê dikevin nava lêgerîna azadiyê û ew jî tevlî dibin. Meryem di 24'ê Sibatê de tevlî hêzên YJA-Starê dibe û 8 sal di nava têkoşînê de cih digre. Her çiqas malbat dikeve hewldanê hevdîtinê jî bi ser nakevin. Piştî 3 salan Meryem carek bi malbata xwe re hevdîtinê pêk tîne. Meryem di nava refên PKK'ê de wek jinek rû li ken û wêrek tê nasîn, ji aliyê malbatê ve jî wiha ye. Malbat ji ber Meryem gelek nazdar mezin kiribûn aliyê wê ya bi cesaret û pêşeng nedîtibûn.
'Di 24'ê Sibatê de çû di heman dîrokê de vegerî'
Dayê Zîynet diyar kir ku Meryem di 24'ê Sibatê de ji malê derketiye û di 24'ê Sibatê de piştî 8 salan bedenê wê yê bê rûh jêre vegeriya. Ziynet wiha qala derketina Meryem ji malê kir, "Meryem di 24 Sibatê de dema ku wê ji malê çûba demek dirêj li min dinêrî. Min ferqkir ku tiştek heye, hat min maç kir û derket. Dûvre di dilê min de hîsek derbasbû û rabûm pey wê ketim, çûm dibistana wê. Ketim refê min dît ew nîne û tevahî hevalên wê serê xwe xistin ber xwe. Midûr got Meryem ne hatî dibistanê. Dilê min dişewitî lê li aliyê din ji bo ku li hember dexwazê wê neyêm negirîm. Riyê ku hilbijartî bû pîroz bû, min jî rêz nîşan da. Ez bi keça xwe ser bilindim."
'Min kesên Enes qetilkirin û destê Cuneyt şikandine ji bîr nekirî'
Ziynet da zanîn ku dema ew Meryem bi cilê gerîla dîtî gelek nêzî xwe dîtiye û got ku li hember kêfxweşî û coşa Meryem ew xwe wekî ku ji nûve zayînbûyî dîtiye. Ziynet bilêvkir ku Meryam ji aliyê gerîlayan ve gelek dihat heskirin û wiha qala dîyalqa bi keça xwe re kir, "Ez ber bi Meryem ve çûm û min wê hemêz kir. Dema min wê hemêz kir got negrî. Min jî jêre got 'bendê nebe ji xwe ez nagrîm'. Keça min li hember zilma ser gelê Kurd tevlî bû. Di hevdîtinê de ji min re wiha got, 'Dayê li Kurdistanê zarok tên qetilkirin. Zilma dewletê ser me ti car kêm nebûye, ez vê yekê tehmûl nakim. Min Enesê hatî qetilkirin, Cûneytê destê wî hatî şikandin ji bîr nekiriye. Ji bo hesap pirsînê min têkoşîn hilbijart. Li pişt min reş li xwe girênede. Bila serê te bilind be.' Ji ber wê piştî şehadetê wê jî min rewş li xwenekir. Min soza ku daye keça xwe girt."
'Çawan serê govendê digirt wiha jî pêşengiya berxwedanê dikir'
Ziynet anî ziman ku ew piştî wê hevdîtinê 5 sal keça xwe ne dîtiye û got ku Meryem li gelek cihên Kurdistan û Kobanê pêşengiya berxwedanê kiriye. Piştî têkoşînek demdirêj Meryem dikeve ser riyê Hezexê û li wir di berxwedana xwerêveberinê de jiyana xwe ji dest dide. Ziynet bilêvkir ku rûkenî û wêrekiya Meryem tevahî zarokên Hezexê dîtine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Zarokên Hezexê Meryem naskiribûn. Dibe ku Meryem şehîd ketibe lê tevahî zarokên Kurdistanê bûn Meryem. Min jî wêrekiya keça xwe berî 5 sal dema cilê gerîla li ser bû dît. Meryem her dem ligel hevalên xwe ên jin bû û di her wêneyek de kêfxweşiyên wan di rûkeniya wan de diyar dikir. Meryem bi tilîlî û girtina ser govendê dihat nasîn. Keça min çawan serê govendê digirt wiha jî pêşengiya berxwedanê dikir.
(rc)