Sîdar di 19. saliya xwe de ber bi nemirinê ve meşiya

Portreler
Gulan 07 / 2016


 
 

 
Ceylan Eraslan/ JINHA
 
STENBOL - Endama YPS-JIN Sîdar Ziyanek ku got ‘ez ne xayînim, ez bernamdim’ û li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, di 19’ê rojbûna wê de  ji aliyê jinan ve tê vegotin. Dotmama Sîdarê, Hanim Çelîk got: “Xeyalên wê parêzertî bû. Lê di nav evqas bê edeletiyê de ne parîzerî, li qadên rêveberiya xweser şervanî tercîh kir.
 
Endama YPS-JIN Sîdar Ziyanek (Amara Sterk) di 18’ê Nîsanê de li Nisêbînên li qadên rêveberiya xweser jiyana xwe ji dest da.  Em niha Sîdarê ji jinan guhdarî bikin.
 
Xaltiya Sîdarê, Hayriye Çetîn diyar kir ku ew zaroka yekemîn a malbatê bû û wiha got: “Sîdar di malê de gelek dihat hezkirin. Piştî ku lîse qedand şûnde li Stenbolê dest bi dersxaneyê kir.Li Nisêbînê der bi xebatên siyasî kir. Piştî dest bi dersxaneyê kir şûnde fikrên wê baştir runişt.” Hayriye bîranîneke xwe ya bi Sîdarê re wiha anî ziman: “Sîdar bi meşê çû Newroza Amedê.  Min ev ji wê nedipa.  Min got Sîdar ti pir nazikî, ti evqas rê çawa meşiyay? Got; Xaltî me li wan dayika dinêhêrt me şerm dikir. Me ji şerma nedigot biinê lingên min teqiyan, çimê min êşiyan.’
 
‘Ezê gelê Kurd biparêzim’
 
Hayriye da xuyakiirn ku Sîdarê dixwest bibe parêzer û wiha berdewam kir: “Ji meş û bernameyan şûnde nedima. Sîdar jinek gelek xweşik bû. Min digot li xwe baldar be, wê jî digot kî bi ser min de bê ezê bersiva wan bidim. Di dilê wê de tirs tinebû. Dema li Nisêbînê qedexeye dest pê kir, mirov hatin qetil kirin, got; gelê me tê qetilkirin, eziyet li gel têkirin, hevalên me şehîd dikevin, ez di vê rewşê de nekarim biçim dersxanê. Dibe ku xwedê ji ber vê Sîdar ewqas bi cesaret afirand. Ew hezkirina kûr di dilê wê de bi cih kir.  Dayika wê wiha digot; ferqa Sîdarê ji hevalên wê tine, ji wan ne bi nirxtire.”
 
‘Ji Bagokê berbi Amarayê’
 
Civak û malbatê jê re digot hinek tişt hene jin nekarin bikin. Bersiva Sîdarê wiha bû ‘Ti ferqa me ji mêran tine em wek hevin’. Amûjna wê Salîha Çelîk ku Sîdar di dema diçû dersxaneyê li mala wan dima wiha got: “Şehadeta xalê wê 23 sal şûnde hat ji me re. Wek me hemûyan bandor li wê jî kir. Di meş û axaftinan de ew li eniya pêş bû. Aktîf bû. Ji Bagokê heta Amarayê çû gelek cihan. Li Nisêbînê lîse qedand û hat cem hev. Hem dixebitî û hem diçû dersxanê. Gelek jîr bû, bi cesaret bû, bixwe bawer bû.  Xalê wê digot zimanê te xurte, ti bibe parêzer. Sîdarê jî dixwest bibe parêzer.
 
‘Ez nekarim xwe tenê bifikirim’
 
Salîhayê da zanîn ku Sîdarê her tim li xwe mêze dikir û got: “Jiyan xweş bû, lê her tim hişê wê li ser Nisêbin û hevalên wê bû. Sibehê ji mal derket.  Peyam ji xalê xwe re şandibû. Gotibû ez nekarim xwe tenê bifikirim, ez ji bo xwe vê rê tercîh dikim.”
 
‘Ez ne xayînim, venaqetim’
 
Salîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sîdar di xendekan de bû. Min xwest ez cil û bergên wê bişînim. Lê got;amûjn kes li vir nabêje cilên min, cilên te. Her tiştê me hevpare.’ Hevalê wê digotin Sîdar gelek bi kêyf bûye. Li wir jî li xwe dinêhêrt.  Xişirên wê di zendê wê de hebûn. Çeka xwe bi bendikên rengîn xemilandiye. Sîdarê porê xwe bi saetan bi sebr dihunand. Bejna wê bilind bû, nava wê zirav bû. Porê wê dirêj bû, rengê wê boz bû. Hemû kesî gotiye were em biçin, lê wê gotiye ez ne xayînim, ez nayêm.”
 
Di nav vê bêdadiyê de nebû parêzer
 
Dotmama wê Hanim Çelîk jî axivî û got Sîdar wê bibûna parêzer lê di vê bêdadiyê de , şervanî tercih kir. Hanim got: “Sîdar mafdar bû.  Ev zilm qebûl nekir. Dayikên me êş kişandin.  Maf hebû ku em jî biçin. Sîdar aktîf bû, zindî bû, rûken bû.  Hat vir em hemû zindî kirin.”
Niha yên li pey wê man, rojbûna Sîdarê bi wêneyê ku herî zêde jê hez dikir û ronahiya findekî pîroz dikin…
 
(hu)