Rahşan rastiya berxwedana jina kurd ya li eniya parastinê ye

Portreler
Gulan 07 / 2015


Roksan Efrîn /JINHA
 
HESEKÊ - Rahşan Elî El-Ehmed ya ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Asayîşa Jinan a Hesekê de di pêş de cihê xwe girtî bi fedekariyek mezin şer kir û jiyana xwe ji dest da. Xwişka Rahşan Îman Ehmed di derbarê jiyan û berxwedana Rahşan de wiha dibêje: "Her dem xwesteka Rahşan çuna eniya berxwedanê bû."  
 
Tekoşer Rehşan Elî El-Ehmed a ku duh di teqîna li bajarê Hesekê de jiyana xwe ji dest da, mînaka jina berxwedêr li hember çeteyên DAIŞ'ê ye. Ji ber êrîşên bê navber bi ser gelê Kurd de her ciwanên kurd liberxwe dane bi taybet li Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên DAIŞ'ê bi qehremaniyên destanî navê xwe di dîrokê de dikolin û di çeperan de parastina erdngariya xwe dikin.  Ji bo pêşî li êrîşên çeteyan bê girtin tekoşer Rehşan ku endama Asayîşa Jin bû duh li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest da.
 
Rahşan zaroka salên serhildana ne
 
Rehşan Elî El-Ehmed di sala 1992'an de dema ku çiruskên agirê Newrozê bi bedena Ronahî û Rahşanan bilind bibû, dema ku serhildanên gel yên qadên Newrozê li Amed, Nizêbîn û Cîzîra Botanê pêl bi pêl bilind bibûn li bajarê Hesekê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dayîka Rahşan Saîda Ehmed beriya 20 salan çûye ser dilovaniya xwe û Rahşan li gel 9 xwîşk û birayên wê sêwî hêlaye. Rahşan bi berpirsyariya xwe ya jiyanê hewil dida valetiya windakirina dayîka xwe bi xwişk û birayên xwe nede hîskirin. Rahşan  a Xwendekara Pola 3'emîn ya Fakulteya Çandiniyê ye, berî 2 mehan bi heman berpirsyariyê beşdarî nava refên Asayîşa Jinan bû û di nava xebatên Ragihandina Asayîşa Jinan de cîh girt. Rahşan ya ku ji aliyê hevalên xwe ve gelek dihat heskirin her dem daxaza wê ya çuna eniya şer hebû. Duh di saet 10'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî ser Asayîşa Jinan a taxa Kelasê ya bajarê Hesekê bikin. Di heman demê de, ji aliyê din ve komên çeteyên DAIŞ'ê bi topên hewanê êrîşê taxên Miftî û Salihiyê ya bajêra Hesekê jî kirin. Di dema êrîşê de Rahşan bi fedayî di pêş de cihê xwe girt û di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da. 
 
'Her dem daxwaza wê çuna eniya berxwedanê bû'
 
Xwişka Rahşan Îman Ehmed jî diyar kir ku her dem daxwaza Rahşan çuna eniya berxwedanê bû û  wiha got: ''Rehşan her xwasteka xwe çûna çeperên berxwedanê bû û bi rastî jî beriya 20 rojan çû bajarê Til Temirê, lê beriya çûna xwe nameyek ji me malbata xwe re nivîsand.  Piştî çuna wê me name dît. Name wihaye: 'Ji bo min duayan bikin ku ez bi xêr vegerim. Ez ji we hemûyam yek bi yek hez dikim. Ji ber ez pir ji we hez dikim ji bo wê min ev rê da pêşiya xwe.' Ev gotinên wê dê her di dilê me de zindî bimînine û wê di rûpelên tekoşerên ku ev sê salin li Rojava li berxwedidin de bê nivîsandine.''
 
Keçmama Rehşan Zîlan Ehmed ya ku di heman demê de hevala wê ya zarokatiyê ye jî derbarê hevaltiya xwe ya bi Rehşan re wiha axivî: ''Şehîd Rehşan her digot: 'Divê ez li pey xwîna şehîdan bimeşim. Ez ê vê armanca xwe bînim cîh.' Îro li vir em dibêjin em ê her li pey doza Şehîdan bin û em ê tola Rahşan hildin û li hember êrîşên çeteyan bê deng nemînin.''
 
(zt)