‘Nuda gihişt heqîqet û xweşikahiya ku lê digeriya’
Portreler
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – Hamdiye Onen (Nuda Karker) ya YJA STAR’î ku jiyana xwe bi lêgerîna heqîqetê derbas kir, di 8’ê Gulana 2011’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Melîha ku du sal şûnde xwe gîhand cenazeyê wê, wiha got: “Xeyalên xwişka min yên di lêgerîna heqîqet û xweşikahiyê de rast bûn. Xwe gîhand heqîqet û xweşikahiyê.”
Hamdiye Onen (Nuda Karker) li navçeya Pasur a Amedê ji dayik dibe û di temenê xwe yên biçûk de zextên dewletê nas dike û bi malbata xwe re di 7 saliya xwe de neçar dimînin koçî Amedê bikin. Li Amedê dest bi jiyana xwe ya dibistanê dike û hesreta xwe ya ji bo Pasurê jî mehên havînê di betlanan de derbas dikir. Di sedema dibistana lîseyê de jî diçe gundê xwe û pişta xwe dida darê, pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwend û êrîşên li hemberî Kurdan fêr dikir. Li gorî vegotinên dayika wê Fatma Onen, Hamdiye ji bilî navberên çay û xwarinê, beşeke mezina dema xwe bi xwendina pirtûk û xwezayê derbas dikir. Hamdiyeya ku girêdayê xwezayê bû her ku diçû gund kulîlkên hişk bibûn paqij dikir û piştre jî bi sewalan re mijûl dibû. Hamdiyeyê tiştên ku dixwend û fêr dikir ji derdora xwe re jî vedigot, karê wê yê yekem ev bû ku bi xwişk û birayên xwe re pirtûkên ku dixwend nîqaş dikir. Hamdiye di 2010’an de beşdarî YJA Star’ê dibe û hewl dide ji gotina ‘rêhevaltiyê re’ bibe bersiv. Di têkoşîna xwe de li Dêrsîmê peywirê digire. Di 8’ê Gulana 2011’an de li naçveya Pulemura Dêrsîmê li gundê Kizilmecîtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Hamdiye 2 sal şûnde di 13’ê Hezîranê de ji aliyê malbatê ve tê dîtin û li gorîstana Yenîkoy a Amedê tê definkirin.
‘Hamdiye hem di alî olî de, hem di alî polîtîk de gelek xurt bû’
Dayika wê Fatma diyar kir ku Hamdiyeyê dersa Kuranê dida zarokên taxê û got: “Keça min tinehesibandina jinê qebûl nedikir. Girîngiya jinê ya di Kuranê de vedigot. Hamdiye hem di alî olî de hem di alî polîtîk de gelek xurt bû. Hamdiyeyê piştî lîse qedand şûnde mehên havînê beşdarî xebatên jinan bû.” Fatmayê da zanîn ku di serî de ji dibistanê zext li keça xwe kiriye lê Hamdiyeyê ji wan re gotiye ‘ez jinek azadim li dijî biryarên min rêzdar bin’. Fatmayê bîranîneke xwe ya bi keça xwe re wiha vegot: “Li ber DBP’ê meşek hebû. Em jî bi malbatî çûn wê meşê. Polîsan di carekê de gaz avêtin her alî. Em hemû çûn avahiya DBP’ê. Dema em ketin hundir min dît ku Hamdiye ruyê kesekî paqij dike. Min pirsî ev kiye. Got mamosteyê min e. Li wir min dît ku Hamdiye jineke gelek xurte. Beriya xwe, diçû alikariya kesên derdorê. Keça min hevalên xwe û nasên xwe diparast. Di her qadê de jîr bû.”
‘Kêfxweşiya min jî jiya’
Fatma bi lêv kir ku Hamdiye piştî wê meşê beşdarî YJA Starê bûye û got: “Min destpêkê bi çûyîna wê bawer nedikir. Demek dirêj min digot wê bê. Apê wê hat malê ûgot Hamdiye çûye. Piştî ku me bawer kir çûye, em li hember biryara wê rêzdar bûn. Keça min bi îradeya xwe biryar girt û pêk anî. Xeyala wê ya herî mezin bû. Ji ber vê ez jî kêfxweş bûm. Rêya keça min hilbijart rêyek bi şeref bû. Ez bi wê serbilindim.”
‘Piştî du salan şûnde min xwe gihand keça xwe’
Fatma bi lêv kir ku heta du salan nezanîn cenazeyê keça wê li ku ye û got ji Akîf Soran yê ku bi wê re di pevçûnê de birîndar dibe û li girtîheha Tîpa D ya Amedê girtiye, hîn dikin. Fatma wiha berdewam kir: “Dema keça min şehîd dikeve, hevalê wê Akîf jî birîndar dibe. Keça min ya din Melîha diçe hevdîtinê û li wir Akîf dibîne. Ew nas nedikir. Keça min bi Akîf re diaxive û wêneyê xwişka xwe nîşan dide. Akîf dibêje ez nas dikim. Dibêj ez 5 rojan lê geriyame û cenazeyê wê dibîne û li gundekî Dersîmê wê defin dike. Cihê ku definkiribû, krokiya wê xêz kir. Em jî ketin rê.Piştî du salan ez gihiştim keça xwe.”
'Nuda gihişt heqîqet û xweşikahiya ku lê digeriya’
Xwişka wê Melîha Onen jî da xuyand ku tevî ku Hamdiye ji wê biçûktirbûye jî bi hemû pirsgirêkan re eleqeder dibû û got: “Xwişka min di nava malbatê de bi aliyê xwe yê ku ji pirsgisrêkan re çareserî didît û rukeniya xwe cih girt. Cesareta wê pir bû. Tirsa wê tinebû. Hamdiye ji ber aktîfbûn û rukeniya xwe gelek dihat hezkirin. Hamdiyeyê di 4 saliya xwe de qezayek trafîkê derbas kir û zehmetiya xwendin û nivîsandinê kişand. Lê bi ser ket û hevalên xwe derbas kir. Ez li dibistanê pir bêdeng bûm lê ew ne wisa bû. Li dora min du heval hebûn, lê dora wê her tim qelebalix bû. Alîkariya kesan dikir. Ji ber vê jî her kesî fikra wê dipirsî. Roja ku çû her tiştê xwe belav kir, lê me çûyîna wê ferq nekir. Nuda çû cihê ku dixwest, bi kêfxweşî çû. Li vir ne kêfxweş bû. Ev di her derfetê de nîşan dida. Di axaftina me ya dawî de wiha gotibû ‘jiyana li çiyan jiyana herî paqije. Rêhevaltiya wir ya herî pîroze.ez jib o bibim lêgerîna heqîqet û xweşikahiyê divê li wir bim.’ Xeyalên wê pêk hatin. Xwe gihand heqîqet ûxwişkahiyê.”
(hu)