Piştî Hozana çiyan Mizgîn 23 sal…
Portreler
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Piştî Hozan Mizgîn ya ku hevalê wê Hozan Serhet bi navê "Mizgîna çeleng, xwediyê nav û deng" bi sitiranekê ew bi bîraniyî 23 sal derbasbû. Hîna besteyên Fermandar Mizgîn yên ser hevalê wê Fermandar Egîd ji bo zarokên kurdan yên di dergoşan de weke nînî û ji bo keçên ciwan jî bûye qêrîna azadiyê.
Dibêjin dengê her zarokek çiyê li gora xwe bi rengîniyek cuda xweşin û xeyalên wan yên azadiyê didin nîşan. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji bo keça çiyan Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) dibêje "Keça PKK'ê ya biçuk" yek ji qêrînên herî bedew yên azadiyê ye ji çiyayên azad, rawestgehên xudawendan. Li gel 23 sal ser windakirina wê ya fîzîkî re derbasbûye jî lê hîna dengê wê li ber her bayek yê çiyan û li kêleka her avekê weke lorînan kur diçe û tevlî dengê xwezayê debe.
Mizgîn hîna 15 salî bûye Fermandar Egid (Mahsum Korkmaz) naskiriye û tevlî nava tekoşînê bûye. Dema ku di nava Mazlum Dogan û Egîd de quryetî kiriye deşifre dibe bi wî awayî di 17 saliya xwe de beşdarî nava tekoşîna çekdarî dibe. Weke baweriya wê ya bi tekoşînê ewqas dengê wê jî xweşbûye, ji ber wê jî ew ji bo rêxistinkirinê diçe Ewrupayê û di nava Koma Berxwedan de demekê dixebite. Wê demê Mizgîn dibêje "Ez li vêderê nasekinim, tekoşîna bingehîn li Kurdistanê ye" tê Tatwanê. Dema ku Mizgîn li Tetwanê dixebitî di malekê de bi hezaran leşker dora wê digirin. Mizgîn dibêje "Ez tesîm nabim, ya herî bi romet ez xwe îmha bikim" bi çalakiya fedayî jiyana xwe ji dest dide. Ji ber wê ye ji wê rojê heya niha jinên ciwan yên beşdarî nava PKK'ê dibin dengê wan wiha xweşe. Ji ber wêye gelên ji qebîleyên çiyê malikên wan yên bi azadiyê hatîn honan ew qas ji dil dibêjin.
'Karê wê yê despêkê rêxistinkirina me bû'
Çanda malikên bi qêrîna azadiyê honayî yên ji xudawendan yeha Mizgîn û piştî Mizgînê jî berdewam dike me ew û tekoşîna wê ji xwişka wê Şukran Akşe wiha guhdarî kir: "Mizgîn hevala Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan û Edip Solmaz bûye." Şukran diyar kir ku Mizgîn û hevalên xwe rêxistina PKK'ê û xebatên fermandariyê dikirin. Şukran anî ziman ku despêkê Mizgîn rêxistin kirin ji malbata xwe despêkir û wiha got: "Ji derve çî perwerda didît, çî pirtûkên dixwend dihat malê em malbat hemû didan hev û ji bo me jî digot. Em weke xwendekarên wêbûn, yên neketa perwerda wê nebû. Bi vî awayî em hemû li derdora yek ramanê civiyan û hatin rêxistin kirin."
'Koryetiya Egîd dikir'
Şukran wiha berdewam kir: "Di wê demê de xebatek pir baş hebû. Beriya 12'ê Îlonê gelek heval hatin girtin, li wan jî digeriyan. Ji ber wê jî salekê li gel ku di heman bajarî de bû jî nedihat malê. Mizgîn her dem daxwazên heval Egîd digihand cihê wan. Egîd deşifre bû û dê hatibana girtin. Mizgîn jinek ya dikarî bi her kesiman re dan û sitandinê bike bû. Xwişka min ji xwe dîndarbû, dema ku hewcebû biçe gel dîndaran serê xwe dipêçe. Her dem ser serê wê tulbendek sipî hebû. Ji bo deşifre nebe her dem xwe baş dipêça û wiha derdiket."
'Ezê li gerilla sitiranên me bêjim'
Şukran bilêv kir ku dengê Mizgînê gelek xweş bû û wiha dom kir: "Dema ku sitiran digot, bi min jî dida gotin û digot: 'Xwişkê ezê bêjim tu jî li peyî min bêje.' Her dem ji bo min di got: "Van di serê xwe de bigire ji bîr neke.'" Şukran diyalogek ya nava xwe û Mizgîn de wiha vegot: "Beriya ku Mizgîn beşdarî nava refên gerilla bibe ji bo Newrozê sertiranek çêkiribû. Min jî her dem mudaxele dikir, ev nebû, li cihê wê vê dane ji bo li hev bê. Her dem ji bo min digot: 'Xwişê tu dê wê hevokê bidê min, heger tu bixwazê ezê perê te jî bidim.' Henegên wiha dikir. Her dem digot: 'Xwişê binêre ev sitirana me ye dema ku ez beşdarî nava gerllila bûm ezê vê sitirana me ji hevalên gerilla re bêmim.'" Şukran derbirî ku Mizgîn bi guhdarkirina dengê Şivan Perwer û Ayşe Şan re dest bi sitiran gotinê kiriye û wiha pêde çu: "Dema ku qasetên kurdî guhdar dikir, her dem bi kurdî distiriya û sitiranên kurdî digot. Wê demê tenê kaset û sitiranên Şivan Perwer û Ayşe Şan dihatin guhdar kirin. Mizgîn gelek ji Ayşe Şan hez dikir. Heta di konserekê de bi hev re sitiran gotibûn."
'Migîn yek ji gerilayên despêkê bû'
Şukran tevlîbûna Mizgîn weke rizgariyê binav kir û diyar kir ku wê demê hemû hevalên wê hatibûn girtin û wiha domand: "Ji ber wê jî min nedikarî jêre bêjim neçe. Dema ku Egîd ji Suriyê vegeriya paşê Mizgîn jî bir çiya. Xwişka min yek ji gerilayên despêkê bû. ji ber zimanê mirov di malê de pê di axivî ji derve nedihat axaftin, kesê mirov tênedigihişt û guhdar nedikir. Mizgîn ji ber van sedeman rêya çiyan hilbijart. Piştî ku Mizgîn tevlîbû 13 salan me xeber jênegirt. Rojekê telefon lêket min rakir. Li aliyê dinê yê telefonê Mizgîn hebû. Me dizanî ew li Ewrupayê ye. Me di televizyonê de ew guhdarî dikir. Ji bo min got: 'Ezê vegerim Kurdistanê, ji ber tekoşîna rastî li wê ye.' Ez jî bi gotinên van deran gelek nexweş bûye tu dê te qetilbikin pêre di axivîm. Li gel vê jî li min guhdarî nekir."
'Diya min got ez te bibînim lê negiha'
Şukran axaftina xwe wiha berdewam kir: "Berî Mizgîn şehîd bikeve hefteyekê li malê geriya û bi diya min re axivî. Ji diya min re digot: 'Min gelek bêriya we hemûyan kiriye, bi tayîbetî jî min gelek bêriya te kiriye. Dayê were gel min ez te bibînim.' Wê demê li Tatwanêbû. Wê demê gelek nexweşbû, em jî difikirî hinek dem derbas bibe em biçin bibînin, lê em negihan, diya min negiha biçe bibîne. Piştî hefteyekê Mizgîn şehîd ket."
'Gelê Tatwanê li Mizgîn xwedî derketin'
Şukran anî ziman ku dema agahiya şihadeta Mizgînê bihîstine bawernekirine û wiha got: "Dema ku gotin: 'Mizgîn şehîd ket' me bawre nekir. Digotin Mizgîna weye lê me bawer nedikir gotin: 'Werin em bi hev re biçin cenazê Mizgîn ji destê dijmin derxînin.' Wê demê li taxa me taziyeya şehîdekê hebû. Dayîka şehîd li gel diya min ji bo girtina cenaze çun Tatwanê. Belê ya şehîd ketî xişka min Mizgînbû. Wê demê hikumetê ji bo me got: 'Yan di nava saetekê de werin cenazê xwe bigirin yan jî emê dest danin ser.' Lê ni nava Êlih û Tatwanê de 4 saet rêye. Ne gengazbû ku em di nava saetekê de bigihin wê. Ser wê gelê Tatwanê ser cenazê Mizgîn kombûn û bi gotinên ev şehîda meye emê li gel xwe veşêrin lê xwedî derketin."
'Ji tesîmyetê re got na'
Şukran ji bo şihadeta Mizgîn wiha got: "Mizgîn ji bo kar çubû navenda Tatwanê di malekê debû. Yê rêberiya wê kirî dema ku wê digihîne mala ku diçitê hema paşê şikayêt tê kirin. Ew di hindirê malek du qat ya derî û pacên wê hemû şebekên hêsinbû, cihê revê qet nebû. Dema ku bi hezaran leşker der dora malê girtin teslîm nebû û çalakiya fedayî pêkanî. Xwişka min Mizgîn ketina destê dijmin dizanî ji ber wê jî ya herî bi şeref çalakiya fedayî hilbijart."
Piştî Mizgîn...
Piştî Mizgîn a ku bi hezaran jinên ciwan bi armanca Mizgînbûnê berê xwe dane çiyan 23 sal derbas bû. Di binhişiyan de sitirana Hozan Serhad ya bi navê "Mizgîna çeleng, xwediyê nav û deng" hîna bi hemû zindîbûna xwe dijî. Her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ji bo Mizgîn wiha gotiye: "Ew keçek ya PKK'ê avakiriye. Ew hevalek me ya di tenê biçuk de beşdarî nava me bûye. Ew keçek me ya bûye layêqî PKK'ê ye. Ew keçek me ya ticarî berevajiyê xeta PKK'ê neketiye." Ew xudawenda aştiyê ya dengê wê yê narîn û zelal hîna tê guhdarkirin û diyare dê hîna jî bê guhdarkirin...
(zt)