Amarayên nû hatin dinê, piştî Ekînê di berxwedana Kurdistanê de ne
Portreler
Duygu Erol/ JINHA
ENQERE- Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK’î li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bû. Di jiyana xwe ya ku kurt berdewam kir de hemû xweşikahî hewandin û di heman demê de barekî mezin da ser milê xwe û berdewam kir. Dayikê wê Hulya û bavê wê Nusret Dogruak, diyar kirin ku têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya Ekîn Cerenê îro li Kurdistanê bi berxwedanên rêveberiyên xwser didomin.
Ekîn Ceren Dogruak(Amara) ya PKK’î di 31’ê Gulana 2015’an de li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Em Cerenê li mala wê ku li her derê wêneyên wê hene, ji dê û bavê wê guhdar dikin. Dayika wê Hulya û bavê wê Nusret me bi dilgermî pêşwaz dikin û dibêjin Ekîn Ceren jineke hestiyar, muxalîf û li dijî neheqiyan deng derdixist bû. Hulyayê keça xwe bi îfadeyên herî xweşik vegot û got wê bi telefoneke ku di derengiya şevê de hatiye hîn kiriye ku Ekîn Ceren bi awayekî aktîf dest bi têkoşînê kiriye. Hulyayê got Ekîn di salên zanîngehê de di refên HADEP’ê de dîtiye û got Cerenê gotiye: “Dayê li vir gel heye, li vir rastî heye.’ Hulyayê got bi vî awayî keça wê Têkoşîna Azadiya Kurd berdewam kiriye.
‘Ceren xweşikahiya hemû cîhanê bû, wateya wê bû’
Li her aliyê malê em bi rukeniya Ekîn Cerenê re tên hember hev. Dayik Hulyayê bersiva pirsa me ya ‘Ceren zarokek çawabû’ da û got: “Ekîn Ceren yekane zaroka me bû. Her wiha nevîya yekemîn bû. malbatê pir jê hez dikir. Ceren ji bo min ya herî xweşik, herî jîr, herî hestiyar, ya herî bi îrade, bi biryar, ya henekvan, mutevazî, xwezayî û şîrîn bû… ka wekê din bêjim çi. Hemû xweşikahiyên cîhanê bû, wateya cîhanê bû. Ji bo dayikekê gotin ji bo vegotina zarokên wan têr nake.”
Odeya wê çawa hiştiye wisa maye
Dayika wê got Ceren ji aliyê malbatê û derdorê ve gelek dihat hezkirin û got keça wê ti carî ji vê hezkirina zêde, tor nebûye û her tm hevalên xwe re lîstikên afrîner dilîst.
Odeya Ekîn Cerenê afrîneriya wê nîşan dide. Odeya wê çawa hiştiye, wisa maye. Pêlîstok, pirtûk û cil û bergên wê. Helbesta ji dayika xwe re nivîsiye, tabloya Nazim Hîkmet û wêneyên wê. Bavê wê Nusret ku li pêlîstokên Cerenê mêze kir, got hîna zarok bi van pêlîstokan dilîzin û wiha got: “Ew pêlîstokên Cerenê ne. Carna hevalên wê yên têkoşînê, dibistanê û taxê tên serdana me. Yên hinekan zarokên wan hene. Dema tên bi pêlîstokên cerenê dilîzin.”
‘Te aydat nedaye, me da’
Dayik Hulyayê got Ekîn Ceren jineke hestiyar û muxalîf ya li dijî pergalê bû û bi lêv kir ku şevekê bi telefona ku hatiye mala wan hîn kiriye ku Ceren beşdarî têkoşînê bûye. Hulyayê got şevekê Ekîn li mala hevala xwe bû û telefonek hatiye mala wan û got: “Ceren di lîseyê de beşdarî ODP’ê bû. Ji bo zanîngehê xwe amade dikir. Diket ezmûnan. Dersên wê pir bûn. Ji me re negotibû. Rojekê ji telefonê gazî Cerenê kirin ku tevli civînê bibe. Me wê demê hîn kir ku Ceren ODP’iye. Min bi refleksa dayiktiyê got; dersên wê pirsin, li şûna wê ez û bavê wê bên xebatan. Wan salan ODP nû ava bibû. Dema em li partiyê dîtin matmayî ma. Got; çi karê we heye li vir. Me jî got te aydat nedaye, me aydat daye.”
‘Min ev girtin, hun yên din çareser bikin’
Bav Nusret bi rûkenî vegotinên wiha berdewam dike:“Bi hevalê xwere çibû çalakiyekê. Min jî kontrol dikir, ji dur ve sekinîbûm. Diyar bû polîs wê êrîş bike. Polîs êrîş kir. Ceren û hevalek xwe ketibûn cihekî teng. Li gorî yên din Ceren hîna biçûk bû. min bi milê her duyan girt û kaş kir. Polîsên sivîl hatin gotin ‘hun çi dikin?’ Min ji wan re got; min ev girtin hun yên din çareser bikin. Min ew ji wir girtin û anîn. Hevala Cerenê got;Apê Nusret xalê min jî li wir ma, te ew jî xilas bikira.”
‘Ew her tim li pêş bû’
Nusret destnîşan kir ku ew tevlî her 1’ê Gulanê dibûn û wiha berdewam kir: “Cerenê dema em didît, bertek nîşan dida. Digot; hun li vir çi dikin?” Hulyayê jî got: “Em ji xwe her tim beşdarî 1’ê Gulanê dibûn. Me jî digot ‘Ev cejna me ye’. Me her tim ew di mîtîngan de didît, ji ber bejna wê ya dirêj me ew nas dikir. Her tim li pêş cih digirt.”
‘Li vir gel heye, rastî heye’
Hulyayê axaftina xwe de got Ekîn Cerenê di salên zanîngehê de Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye û got: “Em rojekê dîsa li çalakiyê bûn. Me Ceren di korteja ODP’ê de nedît. Me dît ku Ceren bi HADEP’ê re dimeşe. Ez keniyam, min got, te alî guhertiye? Wê jî got ‘dayê li vir gel heye, li vir rastî heye.’ Ez her tim pê serbilind bûm. Lê ji bo parastina wê min ev nedianî ziman.”
‘Me ji kesî re negotibû Rojabaş û Heval’
Beşdarbûna Ekîn Cerenê ya Tevgera Azadiyê jî ji aliyê dê û bavê wê ve wiha tê vegotin: “ Ceren tevlî vê têkoşînê bû û me her tişt jinûve hîn kir. Me cîhanek ku nedîtibû jiya. Me li vî welatî ji kesî re negotibû Rojbaş, negotibû heval û me kêmasiya vê fêm nekiribû. Piştî vê biryara Cerenê gelek kesên derdora me pêşdaraz û nêrînên xwe lêpirsîn kirin. Ekîn Cerenê nêrîna gelek kesî li dijî têkoşîna Kurd guhert.”
'Hevalên wê bûn hevalên me’
Hulyayê pêvajoya piştî ku Ekîn Cerenê jiyana xwe ji dest da wiha vegot: “Cerenê cîhana dost û hevalan ji me re hişt. Hevalên wê bûn hevalê me, dostên wê bûn dostê me.” Bav Nusret got piştî Ekîn Cerenê li Kurdistanê gelek kesî navê zarokên xwe Ekîn Ceren an jî Amara danîne û got bila hemû hezkirin, rêzdarî û tendurist bijîn.
‘Daxwaza me bicihbûna rêveberiya demokratîk e’
Hulya û Nusret diyar kirin ku têkoşîna aştî, demokrastî û azadiyê ya Ekîn Cerenê îro li Kurdistanê bi berxwedanên rêveberiya xweser didomin û wiha gotin: “ Ji vir şûnde yekane daxwaza me eve ku aştiyek bi rumet pêk bê, rêveberiya demokratîk bê bicihkirin.Tevî ku di ser şehadeta Ekîn Cerenê de 11 sal derbas bûye jî, têkoşîna wê îro li Kurdistanê bi berxewdanê mezin dibe û wê berdewam bike.
(hu)