Têkoşîna ji Elmanyayê dirêjî Kurdistanê bû: Uta Schneîderbanger

Portreler
Gulan 30 / 2016


 

 
Sîbel Schîck/JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Şoreşgera Enternasyonel Uta Schneiderbanger, di temenê xwe yê ciwan de Teolojiya Azadiyê nas kir û bi bandara vê re bi prensîbên xwe jiyaye, di  tevgera dagirker de cih girtiye, femînîsteke lezbiyen ya li dijî girtiyên siyasî û civakî eleqe nîşandaye bû. Utayê çiyayê azadiyê wek heqîqet nîşan daye û têkoşîna wê ji Elmanyayê heta Rojhilata Navîn dirêj dibû.
 
Uta Schneîderbanger bi navê kod Nudem, di 31’ê Gulana 2005’an de li nêzî bajaroka Keladîze ya Başûrê Kurdistanê di  encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.  Uta li bajarekî biçûk yê sanayîyê ya Elmanyayê di 1961’ê de, zaroka malbateke karkker hat dinê. Uta di temenê xwe yê biçûk de bi awayekî aktîf di dêran de peywir girt.  Malbata wê jî li dijî vê eleqeder bû. Teolojiya Azadiyê ku îdeolojiyek têkoşer bû di salên 70’î de ji aliyê Vatîkan ve bi awayekî fermî hat redkirin û heta vê demê jiyana bi awayekî aktîf da meşandin. Niha em ji bajarê ku lê hatiye dinê, endamtiya wê ya Komîsyona Edeletê ya Kongra gel û heta mirina wê, rojên wê bi hev re lêkolîn bikin.
 
Veqetîna femînîst…
 
Uta piştî dêrê terk dike dibe endamê partiyeke komunîst.  Di navbera herdu îdeolojiyan de cudahiyek mezin nedît.  Piştre bi komeke mezin ya jinan ji vir veqetiya û  ket nava avabûne dij-emperyalîst ya nêzî RAF’ê. Her çû di nav tevgera femînîst û sosyalîst de aktîf cih girt.  Piştgirî da tevgerên jinan yên serbixwe.  Ji ber baweriya xwe ya li gorî ferzên şoreşgeriyê  di avabûnên sosyalîst yên tevlihev de jî cih girt.
 
‘Yên li jinê zilmê bikin li gelan jî dikin..’
 
Naskirina wê ya tevbera Kurd yekem car di salên 1977-78’an de bi naskirina tevgera çep a Kurd û Tirk pêk tê. Hevalên wê behsa Kurdistanê dikin û ji serhildanên Kurdan agahdar dibe.  Her wiha hevalên wê behsa partiye siyasî ya Kurd  ku nû hatibû avakirin jî dikirin. Utayê têkoşîna serbixwe ya Kurdan hewce û xwezayî didît û piştî avabûnên serdest yên mêr yên li derdora sosyalîst hîs kir, baweriya wê têk çûbû. Li gorî wê kesekî li jinan zilmê bike, li gelên din jî zilmê dike. Hevalên wê Utayê cidî nagirin û l ise vê diçe serdanên malbatên hevalên xwe.  Hevalên wê yên li kolanê şoreşger û pêşdeçûyîbûn, li malên xwe jî vedigeriyan nûnerên serdestiya mêr. 
 
‘Ocalan ji pergalê derketinê diafirîne’
 
Uta di serê salên 1980’î de PKK’ê nas dike. Uta ji 1987-88'an şûnde di Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan de faliyetan dimeşîne. Di 1992’an de Utayê Tirkî hîn kir û piştre zêdetir bi rêhevalên xwe re ket diyalogê. 
 
Piştî tirkî hîn kir şûnde parêznameyên Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend.  Van pirtûkan gelek pirsên di serê Utayê de zelal kir û di beşdarbûna wê ya PKK’ê de rolek mezin lîst. Uta bandora ku Abdullah Ocalan li ser wê kiriye wiha vedibêje: “Min di xwendina pirtûkên Ocalan de qet zehmetî nekişand.  Dema min pirtûk dixwend hemû naqokiyên min çareser bûn.  Femînîzm, Sosyalîz, Reel Sosyalîzm û demokrasî. Ez her tim li ser disekinim. Min çareser nedikir.  Gelek pirsên din di hişê min de hebûn.  Em her tim li dora van pirsan çûn û hatin. Lê me tiştek çareser nekir.  Ocalan li ser van pirsan pergalek berfireh pêşkêş dike.  Rêbazekê, çareseriyekê pêş dixe. Vê bandorek mezin li ser min kir.
 
Çima PKK?
 
Uta bi şoreşeke ku li Elmanyayê pêk tê bawer bû û digot ger vir terk bike wê ji hevalên wê re îxanet be.  Li aliyê din jî digot çareserî ne ji Ewropayê, wê ji Rojhilata Navîn bê.  Difikirî ku Konfederalîzmeke DemokratÎk ya li vê erdnîgariyê bê afirandin wê bandorê li ser Ewropa û Elmanyayê jî bike. Utayê xwest di vê rêya ku diçe Şoreşê de cih bigire û êdî bixwe bawer bû ku tevlî PKK’ê bine.  Di vê mijarê de wiha dibêje: “Ji bo em azad bijîn, divê têkoşînek bi biryar û rêxistinek hebe. Li qada navneteweyî divê konfederalîzma demokratîk wek rêyeke çareseriyê bên nasîn û divê torê pêşwist bên avakirin.”
 
Li dijî tevgera  jinên Kurd eleqeder bû
 
Li Elmanyayê komên herî mezin yên kêmar komên Tirk û Kurd bûn.  Aliyên şoreşger jî li dijî van ne eleqeder bûn. Lê Utayê li dijî van çandan û bi taybet jî li dijî tevgera jinên Kurd eleqeyeke mezin nîşan dida.
 
Mura Karayilan dinirxînîne…
 
Piştî Uta beşdarî rêxistinê dibe şûnde yek ji 7 endamên Komîsyoan Edeletê ya Kongra Gel tê hilbijartin.  Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan wiha dibêje: “Ev nîşaneya  baweriya kul i dijî edelet, helwesta wê ya azad, prensîbên wê û rûhê wê yê şoreşgere.”
Uta ne hiqûqnas bû, tenê miroke ku bi hestên wê yê edeletê bawerî hebû. 
 
‘Çiyayê azadiyê êdî ji bo min heqîqete’
 
Uta tevî zehmetiyên li çiyan, digot çiya gelek derfetan dide mirovan.  Utayê bawer dikir ku dema ku li vir bê derbaskirin mirovan gelek pêş dixîne û digot ev tê wateya ku mirov wek mirovan bijîne. Utayê wiha digot: “Tevî hemû derfetan îfadeya çavê Ewropayiyan miriye.  Sekn û bêhêvîtiyê belav dike.  Têkoşîna me ya zehmet ya li Ewropayê têkoşîna meya avakirina jiyaneke mirovane û kolektîf bû.”
 
Lêgrîna edeletê ya Utayê ku di 31’ê Gulana 2005’an de li Başûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Ewropayê heta hemû cîhanê belav dibe û berdewam dike…
 
(hu)