'Hevala Arjîn ya por sipî …'
Portreler
Şehrîban Aslan /JINHA
AMED – Fatma Demîr ya YJA STAR’ê xeyala xwe ya herî mezin di 23 saliya xwe de pêk anîn û ew ‘Hevala Arjîn ya por sipî’ a her kesî bû. Fatmayê 15 salên xwe da têkoşîn azadiyê û dema di bombebara Qadê Parastina Medya de jiyana xwe dest da, gelek tişt li pey xwe hişt.
Fatma Demîr (38) ku li navçeya Licê ya Amedê hat dinê ji ber zextên dewletê li navenda Amedê bicih dibe. Navê wê yê rast Newroze lê ji ber zextan di nasnameyê de navê wê kirine Fatma. Fatma (Arjîn Fîs) ku gerîlaya YJA STAR’ê ya 15salan bû di meha sibatê de di êrîşa hewayî ya li hember Qadê Parastina Medya pêk hat ha de bi hevalên xwe Turkan Taş (Devrîm Garzan) û Seher Yildirim (Rocyar Suveyda) re jiyana xwe ji dest da. Fatma ji aliyê malbat û hevalên xwe ve her tim wek mirovek rûken û ‘hevala arjîn ya por sipî’ dihat bibîranîn. Dayika wê Ayşe Demîr da zanîn ku xeyala keça wê ya herî mezin ev ku beşdarî PKK’ê bibe û got: “Beriya beşdarî gerîla bibe, jiyana xwe tije tije derbas kir. Piştî beşdar bû jî tije derbas bû. keça min pir bi cesaret bû.”
Ayşe keça xwe fatmayê bi kelecaneke mezin vedibêje...
‘Keça min pir xweşik bû’
Ayşe keça xwe bi hevokên herî xweş vedibêje û wiha dibêje: “Keça min pir ema pir xweşik bû. Çavên wê kesk bûn. Cesareta wê pir bû. Ji ti tiştekî neditirsiya. Kesên dora wê nirxek mezin didayê. Ez keça xwe nizam bi çi hevokan vebêjim. Arjîna min xwe pir pêşxistibû. Fikr û zikra wê beşdarbûna PKK’ê bû. xeyala xwe ya herî mezin pêk anî. Li malê jî pir jîr bû. Li vir çawa me jê hez dikir, li gerîla jî kiymetek mezin didanê.”
‘Keça min ji bo nasname û xaka xwe şer kir’
Ayşeyê bi lêv kir ku Fatmayê ji bo ziman, nasname û xaka xwe şer kiriye û got: “Serê min bilinde. Ezê di şopa têkoşîna zarokên xwe de bim. Bila ev xwîn êdî nerêje. Bila zarokên me nemirin. Bila Erdogan di xwîna xwe de bifetise. Emê di şopa zarokên xwe de bin. Em ji gerîlayên xwe, şehîdên xwe re duayan dikin. Şehîd namirin.”
‘Ji morîka nezerê gelek hez dikir’
Xwişka Fatmayê Saîme Demîr jî bi lêv kir ku Fatma xwedî kesayeteke cuda bûye û got di alî fîzîkî de jî dişibiya wan û got: “Me carnan bi hev re henek dikir. Min digot em qet naşibin hev, ti li kê çûye, gelo em xwişkin. Me gelek jê hez dikir. Rûken bû, îradeya wê xurt bû. kesek nedişikand. Ji zarokan û morîkên nezerê hez dikir. Zarokên nû bihata dinê morîka nezerê pêve dikir.”
‘Hezkirina wê ya gerîla cuda bû’
Fatmayê got ew dixwaze wê vebêje, lê ji ber kelecanê tiştek nayê hişê wê û got: “Fatma li malê dibistanê gelek serkeftî bû. Karê malê dikir. Xwe eciz nedikir, ti carî. Dixwest bibe doktor û bû doktor. Li dibistanê beşdarî koma muzîkê bibû. Koma hat hilbijartin dişandin Ewropayê lê xeyala Fatmayê gerîla bû. saz û muzîk hişt û tevlî gerîla bû. Hezkirina wê ya gerîla cuda bû.
Ew her tim dilê me de ne
Roja çû me nedizanî diçe. Ez çend caran ketim odeyê. Pir zêde li min mêze kir. Min got Fatma çi bû? min got çima ti ewqas dinêrî. Rabû çû der. Me pirsî, got hinek tişt ji min re lazime ezê bigirim. Beriya biçe hemû mal paqij kir. Gotiye ger dayika min bê malê bila kar ji wê re nemîne. Ez hembêz kirim, maçî kirim û çû. Çû û hêdî nehat. Du saet şûnde me nameya wê dît. Gotibû ‘ez çûm bila agahiya we hebe’. Şehîd namirin, tir car nayên jibîrkirin.”
(hu)