'Bi kelecaneke mezin em berbi gundê xwe Herîdanê ketibûn rê’

Portreler
Hezîran 08 / 2016


 

 
JINHA
 
AMED –  Rozerîn jinek ciwan ya 17 salî. Wêneyan dikişîne, helbestan dixwîne, wêneyan xêz dike.  Ji helbesta Nazim Hîkmet ya ‘Têkildarî jiyanêde’  bi bandor bibû.  Ji ber vê ji Sûrê dûr nema. Di projeyek xwe de behsa rêwitiyeke berbi gundê xwe Herîdan, ku 5 meh şûnde li rêwitiya bê dawî hat oxikirinê, dike. Dayia wê Fahriyet got: “Oxir be keça min ti êdî aydê van deranî, ti emanetê gundê xwe ye.  Ez mafê xwe li te helal dikim.  Şehîda Kurdistanê, keça Kurdistanê.”
 
Rozerîn jinek ciwan ya 17 salî. Wêneyan dikişîne, helbestan dixwîne, wêneyan xêz dike.  Ji helbesta Nazim Hîkmet ya ‘Têkildarî jiyanêde’  bi bandor bibû.  Ji ber vê ji Sûrê dûr nema. 17 salî bû bi guleyekê hat qetilkirin. Bedena wê ya ciwan ev 5 meh bû li bende dayika wê bû. Di 8’ê Çîle de di 38’emîn roja berxwedana Sûrê de li taxa Fatîhpaşayê li Nêzî Dibistana Suleyman Nazîf hat qetilkirin. Dayika wê wêneyên ku Rozerînê kişandibûn, xêz kiribûn û alavên wê vedişart.  Dayika 5 mehan li bende cenazeyê keça xwe ma û li ÎHD’ê ket greva birçîbûnê. Ji bo cenazeyê keça xwe bigire serî li her derê da. Berxwedana xwe bir Sûra ku keça xwe lê winda kir û Navenda Çanda Dîcle Firatê. Bi şev û roj nobt girt. Piştî mehan şûnde xwe gîhand keça xwe. Fahriye Çukur tevî hemû êşa xwe gotibû ‘Keça min mir, bila Rozerînên din nemirin. Ez aştiyê dixwazim.’ Dayika Fahriye got: “Cenazeyê 100 metre durî min bû. Min nekarî ez biçim bigirim.  Min xwe negîhand keça xwe, milê xwe jê re venekir. Rondikên min bûn xwîn û bariya. Bi dehan zarokên wek Rozerîna min hatin qetilkirin.  Yên ji zarokên me tirsiyan ew qetilkirin. Gor heye lê Rozerîna min tine.  Gelo mirov li bendene  ku zaroka xwe bin ax bikin. Ez li bendeme. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe bigirim û defin bikim.”
 
Oxir be keça min..
 
Ji bo Rozerînê li gundê Herîdan a Pîrana Amedê gor hat vekirin.  Rozerîn duh bi dirûşmeyan hat definkirin. Piştre wênekêşa wê û lênûsta wê ya bîranînê hat danîn. Dayika Fahriye ji keça xwe re got: “Oxir be keça min, ti emanetî gundê xwe ye. Ez mafê xwe heta dawiyê li te helal dikim. Ti keça Kurdî ti şehîda Kurdistanê ye.”
 
Di salên 90’î de koç kir
 
Malbata Rozerînê di salên 90’’i de ji gund koçî Amedê kirin.  Rozerîn  li taxa Fîskaya di 1999’an de  tê dinê.  Sê xwişk û bira bûn. Ew ya yekem bû.   Dayika wê di roportaja xwe ya mehan berê de wiha dibêje: “Ez rozerînê çawa vebêjim nizanim. Ew çavkaniya min ya kêfxweşiyê bû.  Dema Rozerîn hat dinê min nedixwest zarokek din çêbikim.  Min digot ger zarokek min ya din hebe ezê evqas ji Rozerînê hez nekim. Min çar salan zarok neanî.” Fahriye diyar dike ku Rozerî di 5 saliya xwe de çûye dibistanê û got xwendekarek gelek serkeftî bû.
 
Ji nivîsandinê hez dikir
 
Dayika wê diyar kir ku Rozerînê tenê ji kişandina wêneyan ne bi gelek qadan re eleqeder dibû û got: “Helbest dixwend, dinivîsan. Wêne dikişand. Ji gera cihên dîrokî hez dikir. Ji pirtûkan pir hez dikir. Ji nivîsandinê û xêzkirinê gelek hez dikir.”
 
‘Hem keça min hem hevala min bû’
 
Rozerî ji bo debara malbata xwe dixebite. Dayika wê wiha vedibêje: “ Sala bûhrî di mehên havînê de 15 rojan di kafeyekê de xebitî. Bi wî pereyê ji xwe re pirtûk kirî.  Dixwest pir bixebite. Lê nexweşa dil bû. bavê wê nehişt bixebite. Pereyê ku me ji bo dibistanê didayê xerc nedikir. Dîsa dida min. Piştî wê xwişka wê gelek bi bandor bû.  bi kesî re naxive. Rozerîna min pir hêja bû.  Ew ne tenê keça min hevala min bû.
 
Ruken jî hatibû qetilkirin
 
Fahriyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min diçû kursa wênekêşiyê. Li wir Ruken Demîr ya di 12’ê îlona 2015’an de li Baglarê hat qetilkirin, nas dike. Piştî wê Rozerî gelek guherî. Her tim diçû ser gora wê. Me ew bi zorê dianî malê. Pir digiriya.  Belkî jî yekem car hevala xwe ya jê hez dikir, winda kiribû. Roja ku Rozerîn çû cilên dibistanê lê bû.  Roja çû li Sûrê ji bo rojekê qedexe rabibû. Niha hevalê wê hebûn tinebû. Careke din ji wir derneket. Du roj şûnde agahiya mirina wê hat. Bi mirina wê re jiyana min qedya. Ger min cenazeyê wê bigirta belkî dilê min evqas neêşiya.”
 
Rozerîn femînîst, rozerîn helbest, rozerîn helbestkar
 
Gelek xêz, helbest, bîranîn, wêneyên ku kişandiye û belgeyên serkeftina Rozerînê li malê hebûn. Di jiyana xwe ya kurt de  li dijî zîhniyeta serdest ya mêr, li ser îdeolojiya rizgariya jinê disekine. 
 
(hu)