Jineke ku zarokatî, ciwantî û dayikatiya wê ji dest hatiye girtin

Portreler
Hezîran 16 / 2016


 

 
Pîroz Zirig/ JINHA
 
DÎLOK- Fatma Polat ya 75 salî ku di temenê zarokatiyê de hat zewicandin, jia liyê hevjîn û malbata wî ve bi salan rastî şîdetê hat. Fatmaya ku ji bo zarokên xwe çû cihên dûr xebitî, ji ber bi Kurdî axivî rastî şîdeta psîkolojîk û newekheviyê hat.
 
Di temenê zarokatiyê de zewicandin, rastî şîdetê hatin… Têkoşîna jinan di her qada jiyanê de berdewam dike. Fatma Polat ya 75 salî ku di bin şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê da, di 13 saliya wê de bi mêrekî du jin re hat zewicandin.  Fatmayê got ji hevjînê xwe bi awayekî sîstematîk şîdet dîtiye û got: “Ez di 13 saliya xwe de hatim zewicandin.  Bi temen ji min pir mezin bû. Ez nizam çend salan ji min mezintire. Dema leşkerî 4 salan dihat kirin, wî jî wê demê kiriye. Du caran zewicîbû. Zarokên wî tinebûn. Ji ber wê bi min re zewicî. Piştî zewicîm malbat jî mir.”
 
Rastî şîdetê hat
 
Fatma bi mirina malbata xwe re jiyana wê zehmetir dibe û wiha berdewam kir: “Piştî hemû malbata min mir, ji bo min dema îşkenceyê dest pê kir. Min karê malê dikir, ez diçim zeviyan, dîsa nedieciband.  Li min dixist. Cihê ku ez biçim tinebû. Ez li der li bende bûm ku hêrsa wî bimire. Birayên hevjînê min jî li min dixistin. Hêwiya min ya mezin li zarokên min mêze dikir. Ez jî diçûm karê ser erdan. Min zarokên xwe têr nekir hembêza xwe, min têr maçî nekir. 3 kur, 2 keçên min çêbûn.”
 
‘Ez çûm bajarên dûr’
 
Fatmayê got piştî hevjînê wê dimire, têkoşîna wê ya jiyanê zehmetir dibe û got: “Min her karek dikir. Ez çûm bajarên dûr. Ez 7 salan çûm Orduyê, 7 salan çûm Samsunê, 7 salan çûm Îzmîr, Yozgat, Harranê. Min findik, şekir, pembo, pîvaz, fasule, firîngî û kartol berhev kir.  Min li zarokên xwe mêze kir.  Min ji kesî tiştek nexwest.”
 
‘Bi bêr û satoran êrîş kirin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku dem bi dem rastî êrîşan hatine û wiha got: “Li Orduyê dema leşker û polîs mirin êrîşê me dikirin. Carekê êrîşê me kirin.  Bi sator û bêran êrîşê me kirin.”
 
‘Axaftina kurdî qedexe bû’
 
Fatmayê diyar kir ku ew tirkî nizane û li Orduyê bi zorê Tirkî bê dane axaftin û got: “Em ditirsiyan bi Kurdî biaxivin. Bi salan destur nedan em biaxivin. Digotin yên tirkî nizanin bila neaxivin. Min û jinekê Tirkî nizanîbû. Min ji wê re digot ‘Hezîme gel gel’ wê jî digot ‘Fatma gel gel’. Me bi dengekî kurt ji hev re tişt digotin.  Bi salan min û Hezîmeyê di gûhê hev de gotin digotin.”
 
Fatmaya tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê dide, niha maeşa xwe ya teqawîtbûnê a 3 mehan digire û di odeyekê de têkoşîna jiyanê dide.
 
(hu)