Navê serhildana li dij xeta îxanetê: Sema Yuce

Portreler
Hezîran 16 / 2016


 

 
Nîşmiye Guler/JINHA
 
AGIRÎ – Keça serhildêr ya Araratê Sema Yuce, bi çalakiya xwe ya agirê Newrozê kul i dijî xeta îxanetê gûr kir, nemir bû. Dayika wê Zennure Yuce Got çalakiya ku keça wê bi îradey xwe pêk aniye ji gel û jinan re pêşengî kiriye.
 
Sema Yuce ku bi çalakiya xwe navê xwe li têkoşîna jinên Kurd nivîsî, li pey xwe berxwedana xwe ya tacîdarkirin ya bi serkeftinê ji jinan re hişt. Di nameya xwe ya beriya çalakiyê nivîsîbû de got: “Asta ku têkoşîna me hatiyê, di encama îfadeya ku xebatên pratîkirinê dîtiye ez vê rastiyê baştir fêm dikim:Çawa li ezmanan du roj tinene û wê tinebe, ji bo mirovek jî ji bo jineke ku dixwaze azad bibe jî du rêbazên jiyanê , du navendên moralê nekarin hebin.” Semayê ji bo jina Kurd mîsyona pêşengiyê anî cih û bi îradeya ku danî holêre ji nûve ji koza xwe vejiya. Îro Sêvê, Pakîse, Fatma asta têkoşîna jinê nîşan dide.”
 
‘Ez dixwazim bedena xwe bikim pira ji agir’
 
Sema Yuceyê piştî îlankirina îdeolojiya rizgariya jinê ya 21’ê Adara 1998’an  li girtîgeha Çanakkale bi şîra ‘Ez dixwazim bedena xwe  ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pira ji agir’ û bedena xwe da ber agir.Semayê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin di 17’ê Hezîrana 1998’an jiyana xwe ji dest da.  Sema di 1979’an de li gundê Kargali ya Jêrîn a Tutaka Agiriyê hat dinê.  Navê xwe agirê newrozê yê bi heybt li têkoşîna jinê nivîsî. Dayika wê Zennure Yuce, Sema vegot.  Zennureyê keça xwe bi serbilindiyek mezin vegot û wiha berdewam kir: “Di 9 mehiya xwe de meşiya. Ji wê demê de bû ku jîr e.  Zarokek çalak bû.  Bi hevalên xwe zû diket diyalogê.  Çi xwarina wê hebûna bi hevalên xwe re parve dikir.”
 
‘Bi îradey xwe rêya xwe tercîh kir’
 
Semayê ku dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Agiriyê xwend, beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Ortadogu Teknîkê qezenc kir. Zennureyê got Semayê du salan zimanê îngîlîzî dîtiye û di sala 3’emîn de  têkoşîna azadiya Kurd nas dike û dest ji zanîngehê ber dide. Zennureyê wih agot: “Bi awayekî aktîf di siyasetê de cih girtiye lê agahiya me jê tinebû.  Li ser daxwaza Semayê me mala xwe barkir Enqereyê. Roja diçû, mine w rakir ku biçe dibistanê. Min got rabe ti dereng maye. Bi lez û bez rabû û cilên xwe li xwe kir.  Min di pacê de li wê mêze dikir. Bi kelecanek mezin dimeşiya. Êvarê em li bende wê payîn nehat. Em li her derê li wê digeriyan. Piştre agahî çand û got l imin negerin ez beşdarî PKK’ê bûme. Me demek dirêj agahî jê negirt. Leşkeran her tim bi ser mala me de digirtin. Digotin alîkariyê bidin me em wê nagirin. Min jî got ez tiştekî nakim. Min got keça min bi îradeya xwe ev rê tercîh kiriye.”
 
‘18 rojan îşkence dît’
 
Zennureyê bi lêv kir ku piştî Sema çû salek û nîv şûnde li Agiriyê dem ali ser peywirê bû hatiye girtin û wiha berdewam kir: “Leşkeran bi ser mala me de girtin.  Sema 18 rojan li qerekolê di bin îşkenceyê de ma. Walî diçe cem Semayê û dibêje ji qanûna poşmaniyê fêdeyê bigire. Lê wê qebûl nekir û tufê ruyê walî kiriye. 3 rojan jî ji berê îşkece dîtiye.  Piştre hat girtin û birin Nevşehîrê. Min keça xwe yekem car li wir dît.”
 
‘Hewl didin agirê şoreşê bifetisînin’
 
Sema piştre surgunê Çanakkaleyê dibe.  Sema 6 sal şûnde biryara çalakiya mezin dide. Sema di nameya xwe de sedema çalakiyê wiha vedibêje: “Pêngava me ya belavkirina agirê şoreşê hewl tê dayîn bi polîtîkayên qirêj bê fetisandin.  Ev polîtîkaya dijmin rehabîlîtasyona lingê zindanê ye. Li girtîgehan dixwazin  marjînalbûnê pêş bîxînin, agirê Mazlum, Hayrî, Kemal û Çaran bifetisînin. Dixwazin bi dehezaran kesên zindanê têk bibin.”
 
‘Semayê ji partî û jinan re pêşengî kir’
 
Semayê di 21’ê Adara 1998’an bedena xwe da ber agir. Dayika wê Zennureyê got keça wê 86 rojan şûnde li Fakulteya tipa Çapa piştî emelyetê jiyana xwe ji dest daye. Zennureyê wiha got: “Tevî ku birînên wê mezin bûn, ti car behsa nexweşiya xwe nekir. Her tim partiya xwe, gelê xwe, gundê xwe pirsî. Sema zarokek cuda bû.  Em dewlemend bûn.  Karkerên me hebûn.  Ew li bavê xwe dixeyîdî digot ti eziyet bi wan dikî. Diçû bi karkeran re dixebitî.  Ji hespan pir hez dikir. Lê siwar dibû û digeriya.  Ji gund pir hez dikir.Ez bi çalakiya Semayê serbilindim.  Min çalakiya wê lêpirsîn nekir. Semayê ji gelê xwe re ji jinan re pêşengî kir.
 
‘Kurd bi sedsalane bedelê dide’
 
Zennureyê têkildarî berxwedanên rêveberiyên xweser de jî axivî û got: “Kurd bi sedsalane bedelan didin.  Îro Kurdên berxwe didin yên ku dilê wan şewitîne.  Ji ber vê ye ku bi serbilindî li ser piyanin. Divê gelê kurd bibe yek.”
 
(hu)