Di têkoşîna azadya jinê de rêbertiya şîn bûye: Clara Zetkîn

Portreler
Hezîran 20 / 2016


 

 
Rojda Oguz/JINHA
 
STENBOL- Rêbera şer û kedê Clara Zetkîn, ala têkoşînê dewrê jinên li pey xwe kir û got ‘li her derê ku jiyan hebe dixwazim şer bikim’.Jinên ku ev gotin bi Clarayê da gotin, mafên wan yên jiyan, xebat û şerkirinê çêbû. Jinan bi soza ku ji Clarayê girtin li her derê jiyanê şer dikin.
 
Jinên li sahneyên dîrokê  bi şoreşê navê xwe nivîsin, piştî mirinên xwe jî  ala şoreşê bilind dikin.  şervana zana Clara Zetkîn, di rêya diçe serketina teqez ya jinên bindest de  bûye wateya şoreş û çalakiyê.  Me xwest em di salvegera mirina Clara Zetkîn ku di 20’ê Hezîranê de ye wê bibîr bînin. Me di 83’emîn salvegera mirina Clarayê de çalakî û jiyana wê girt dest. 
Nav, jina û çalakiya Clara Zetkînê divê ji nûve bê destgirtin.  Di jiyana wê de, paşeroj, îroj û pêşeroja jinê, heye. 
 
‘Rêbera jin ya derbasî dîrokê bûye Clara Zetkîn’
 
Clarayê ku rêbertiya pêşniyara ‘bila jin bibin nîvê têkoşîn û şer’ kir, ev derketina wê bi tevahî dîroke. Nêzîkarî û hişmendiya di vê pêşniyarê de îfadeya xwe dîtiye, rola şoreşger ya civaka çîna karekaran û nasnameya wê hem lêpirsîn kir û hem jî rê li ber pêşketina wê vekir.  Clarayê dizanibû lingê herî girîng yê vê şoreşê jin be û serdestiya m3er nekare hişmendiyekek şoreşger bide jiyîn.  Ev pêvajo ji bo Clarayê gelek zehmet bû. Dema şert û merc li ber çavan bê girtin tê dîtin ku referans gelek qelsin û ev zîhniyet wisa bi hêsanî nayê çareserkirin.Di wê sedsalê de Clara Zetkîn di lêgerîna azadiya jinê de bû.
 
‘Wekê min bask bi xwe ve kiriye’
 
Clara Zetkînê di Kongreya Rizgariya Parîsê ya 19882’an a  2’emîn Enternasyonalê de axaftina xwe kir û ji kursiyê hat xwarê û got: “wekê ku min bask bi xwe ve kirinye.” Rêwîtiya wê û hemû jinên kedar bi vê axaftina wê ya di kongreyê de dest pê kir. Axaftina Clarayê ronîbûna ber jinên ji tarîtiyê derketibû vedigot. Ev ronahî wekê ku bask bi xwe kiribûn.
 
‘Jin ketine bin ala sosyalîzmê’
 
Clarayê di 2’emîn Kongreya Rizgariya Enternasyonal de got: “Divê nîvê mezin yên cureyê mirovahiyê nebe mahkuma koletiya civakî, polîtîk. Çawa ku karkeran dikeve bin emrê kapîtalîzmê jin jî dikeve bin ya hevjînê xwe.” Clarayê ji têkoşîn û şoreşa jinê dibû bersiv.
 
Jin hîna şer dikin
 
Clara ku cihê sosyalîzmê ya di îdeolojiya jinê de, cihê îdeolojiya rizgariya jinê ya di sosyalîzmê de bi îradeyek mezin vedibêje, di axaftina xwe ya dîrokî de bi van gotinan îro hîna dibe pêşenga jinên di bin ala sosyalîst de têdikoşin. 
 
Di 6 xalan de daxwaza Clarayê ya ji bo jinan
 
Clarayê di gelek kongreyan de li ser navê ked û nasnameya jinê axaftinên balkêş kir û wek bahozê derbas û şoreş lezgîntir kir. Di kongreya Gotha de pêşniyarên ku anî ziman jî gelek girîng bûn.  Daxwazên Clayê yên wek xal rêz kirin wiha bû: Divê qanûna parastina karkerên jin bê berfirehkirin, li beramberê kar heqdestê beramber, derfeta karê serbest, li fabrîkayan jinên kontrolvan bên bicihkirin, di mafên taybet yên jinan de wekhevî.
 
(hu)