Li kolanê bi firotina boxayan bû xwedî kargeriyê

Portreler
Hezîran 21 / 2016


 

 
Ozgu Ozuturk /JINHA
 
ÎZMÎR-Velat Çelebî Balkaya di axaftina me ya yekem de got ez xwedî kargeriyê me. Me pirsî ti çawa bûye xwedî kargeriyê. Got; ‘min li malê poxaça çêdikir û difirot, piştre min kafe vekir’. Em çûn kafeya Velatê ya li Çîgliyê. Navê cafeyê navê keça wê ye yanî ‘Denîz Kafe’ ye. Ji bo roportajê bide me gazî keça xwe ya mezin û hevjînê xwe kiribû. Dema ew bi kafeyê re eleqeder dibûn, wê jî  çîroka xwe û avakirina kafeyê vegot.
 
Piştî dibistana seretayî diqede Velat ji Kanîreş a Çewlîkê koçî Îzmîrê dike, li cem xizmekî xwe dimîne. 6 salan ji malbata xwe dur dijî. Piştre vedigere cem malbata xwe. 4 salan li cem malbatê dimîne, dizewice û diçe Bursayê. 15 salan li Bursayê dijî. Li wir wek karkera tekstîlê dixebite. Piştre biryar didin vegerin Îzmîrê. Du keçên wan hene. Yek diçe lîseyê, ya din diçe dibistana seretayî.Velatê diyar dike ku dema bar dike zehmetiyan dikişînin û got: “Zarokên min zehmetî kişandin lê niha li ser piyên xwe disekinin. Jiyana xwe qezenc dike.”
 
‘Ez çûm ku derê derî li rûyê min hatin girtin’
 
Velata ku jiyanek wê ya nû heye ji bo pîşeya xwe ya rastî tekstîlê wiha got: “Tekstîl ne li gorî min e.  Nirxê nadin xebatkaran. Ked tine tê hesibandin. Dijûn û heqeret hene. Ez di cihên girtî de nekarim bixebitim. Ez her tim li kar geriyam. Ez çûm ku derê derî li ruyê min hatin girtin.  Min jî xwe nû kir. Min dest bi qursan kir. Min sertîfîka girtin. Lê dîsa jî min kar nedît.”
 
‘Fêde ji kesî nîne’ 
 
Velatê got fêde ji kesî nayê û ji bo firotina poxaçayan ya li kolanê  wiha got: “Roja ewil ez bi hêvî bûm. Hevjînê min got nabe, biçe karek din bibîne. Lê ez bi serde çûm, ji ber keda min bû, min kir înat. Min roja ewil muşterî berhev kirin. Dema ez dîtim kêfxweş bûn. Sibehê saet di 5’an de li kolanê bûm. Yên ji kolanê derbas dibûn, digirtin. Ez jî kêfxweş dibûm. Ev ji bo min bû hêvî. Min saet di 4’an de poxaça amade dikir û di berf, baran û qiyametê de derdiketim.”
 
‘Ez li dijî keda xwe rêzdarim’
 
Piştî demekê jin  ji Velatê sîparîşan dixwazin. Velat ji bo jinan sarme, kutilk, kisir, kek, poxaça çêdike û karê wê mezin dibe.  Velat tiştên ku pastane çêdike, li mala xwe çêdike difroşe. Velatê wiha berdewam kir: “Deriyek hat girtin yek hat vekirin. Di vî karî de derî ji min re vebûn. Min pê bawer kir. Beriya her tiştî ez li dijî keda xwe rêzdarim. Di vê navberê de ji kurseke ajokariyê, pêşniyarek hat gotin dawiya hefteyê ji bo xwendekaran çayê çêbikin.  Min du salan ligel vê ev kar jî kir.”
 
‘Min bi piştevaniya jinê kafe vekir’
 
Velatê ku karê xwe gelek pêş xistibû, hîn dike ku ev kargeriya ku niha têdeye, tê dewrkirin.  Tê derdorê kontrol dike û Denî Kafeyê vedike. Velatê destnîşan kir ku ji her kesî alîkarî xwestiye û gotiye ew kargeriyê vedike. Velatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi biryar bûm. Ez bi meta xwe re hatim. Wê jî piştgirî da. Me bi piştevaniya jinê vekir. Ev 6 mehe min vekiriye. Bi tena serê xwe dixebitim. Ez bi keda xwe qezenc dikim. Têdikoşim.”
 
‘Bila jin nekevin nav çar dîwaran’
 
Dema Velat vî karî dike, gelek jin jî wê mînak digirin. Cînarek wê ya rewşa wê ya aborî ne başe, xwarina li malê çêdikir, difiroşe dukanên derdorê.  Velat ji bo jinên derdorê wiha dibêje: “Piştî min jinên xebitin çêbûn. Dema wisa bû, ez bi xwe serbilind bûm. Ez li jinên rudinin, gelek hêrs dibim. Bila li malê runenin û nekevin nav çar dîwaran. Xwarên li kafeyê difiroşim, bi jinên karkerên malê didim çêkirin. Ev 6 mehe min vekiriye. Her tişt baş derbas dibe.  Patîle, manti, sarme, kutilk, tost, girarê li ser mirişk, çêdikim. Tenê girar li vir çêdikim. Yên din jin çêdikin, tînin.”
 
(hu)