Gotina dawî ya Derya Karahan: Zilm li ku derê be ez li wirim

Portreler
Hezîran 24 / 2016


 

 
Bêrîtan Elyakut/JINHA
 
AMED - Yek ji kesên li Cizîrê dîrok nivîsî Derya Karahan (Axîn Mahîr Dîcle) bû. Deryaya ku ji berxwedaneke demdirêj dihat, di mewziya dawî ya berxwedana Cizîrê de cih girt. Deryayê got: “Ez ji bo runiştinê nehatim vir. Li ku zilm hebe ji bo li wir cih bigirim hatim.”  Peyama wê di berxwedana Cizîrê de li dijî polîtîkaya zilm û komkujiyê raweste da.
 
Li Cizîrê di qedexeya derketina derve ya  79 rojan berdewam kir de di bodruma hovîtiyê ya yekemîn de ku welatî têde bûn Sultan Irmak di 30’ê Çîle de ji ber neçûna ambulansan jiyana xwe ji dest dabû.  Cenazeyê Sultana ku 8 rojan bi birîndarî di bodrumê de berxwe da, ji aliyê sedan kesî ve  rakiribûn saziyên Tipa Edlî ya Xabur, Şirnex, Dîlok, Mêrdîn û Rihayê.  Cenazeyê Sultanê di nav de Berjîn Demîrkaya, Derya Koç, Tuba Emînoglu, Sakîne Şîray, Guler Eroglu, Emel Daghan, Nursel Dalmiş, Fatma Demîr, Mevlude Ozalp jî heye bi 66 kesî re hatibû teşîskirin. 
 
Sultana cenazeyê wê li Rihayê teşhîskirin, di 11’ê Sibatê de li gundê Cano ya navçeya Farqîn a Amedê hat definkirin. Malbata Sultanê ku 4 mehan li Derya Karahan (Axîn Mahîr Dîcle) xwedî derketin û definkirin, di encama 4 mehan de di encama DNA’yê de  hîn kirin ku ya hatiye definkirin Derya Karahane.  Malbata Deryayê diyar kir ku cenazeyên Mizgîn Koçyîgît û Guler Eroglu yên li Sûrê hatine qetikirin tevlihev bûye û got bandora li ser malabatan çêbûye ji kurahî hîs dikin û ji ber vê jî dema çûne malbata Sutanê gelek hejiyane. Derya ku zaroka ewil a malbatê bû, di 9’ê Çileyê 1986’an de li amedê tê dinê.  Derya ji dê û bavê wê di xebatên partiyê de cih girtiye,  zilm û zextên dewletê zû nas kiriye. Deryayê berxwedana bi dê û bavê wê destpêkiriye girt ser xwe û bi bavê xwe re xebatên gel dimeşîne. Derya bi salan di xebatên ciwanan de cih girt û bi bavê xwe re li ser têkiliya rêhevaltiyê xebatan dimeşîne.
 
‘Derya bû rûyê herî xweş yê têkoşînê’
 
Derya di 15’ê Sibata 2004’jan de beşdarî çalakiya girseyî ya prosteokirina girtina Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan.  Di çalakiyê de bi êrîşên giran re rû bi rû tê û li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê tê binçavkirin û girtin. 10 mehan girtî dimîne.  Piştî 10 mehan şûnde tê berdan. Piştî derdikeve zêdetir xwe dide têkoşînê û di 18’ê Hezîrana 2005’an de beşdarî gerîla dibe.  Dayika Deryayê, Gulîzar Karahan têkoşîna wê vegot û diyar kirin ku  ti carî Deryayê girîngî nedida cil û bergên xwe û tenê tiştên ku ew diparast li xwe dikir. Gulîzarê bi lêv kir ku Deryayê pir zêde nirx dida derdora xwe û got: “Beriya keça min beşdarî xebatan bibe, ez bi awayekî aktîf dixebitim. Piştî Derya beşdar bû, neçarî min xwe hinek kişand. Her tim hevalên xwe difikirî. Ti car ber xwe nediket.  Keça min pêşî got hevalên min. Bû rûyê herî xweş yê têkoşînê.”
 
‘Hêrsa wê li dijî pergala xera bû’
 
Gulîzarê wiha berdewam kir: “Deryayê ji biçûkatiya xwe de her tiştê xwe bi hevalên xwe re parve dikir.Hêrsa wê ya herî mezin li dijî pergala xera bû.  Derya tirsa wê tinebû.  Em bi hev re beşdarî çalakiyekê bibûn.  Min carekê ferq kir ku du polîs keça min nîşan didin.  Derya hat cem min û ket navbera min û hevala min. Polîs berbi me hatin. Lê Deryayê ji milê me destek girt û pihînek li sînga polîs xist.  Wê rojê min fêm kir ku ji bo neyê girtin mirinê dide ber çavên xwe. Ez wê rojê evîndarê cesareta keça xwe bûm.”
 
‘Dewletê yek şopek nehişt ku em zarokên xwe nas bikin’
 
Gulîzarê bi lêv kir ku Deryayê gelek ji jiyanê hez dikir û ji bo jiyanê mirin dida ber çavan û wiha got: “Deryayê carek din esaret qebûl nekir û beşdarî têkoşînê bû.Derya piştî beşdar bû di 27’ê Sibata 2008’an de li çoltera Zapê di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû. Dayikek wê demê çibû cem zarokê xwe û Derya dîtibû. Got rewşa wê başe. Ji çimê xwe bi giranî birîndar bibû.  Ji wê operasyonê xilas bibû. Ji lingê xwe emelyat bibû û ji ber vê jî bi Sultanê re tevlihev bibû.  Di lingê Sultanê de jî platîn hebû û ji ber cenaze nedihatin nasîn, malbatê gotiye ev keça me ye.  Dewletê yek şopek nehiştin ku em zarokên xwe nas bikin. Bi bo gelek êşê bide malbatan serî li her rê didin. Ez bi keça xwe serbilindim. Ezê têkoşîna Deryayê nîvco nehêlim.”
 
‘Derya girêdayê hevalên xwe bû’
 
Bavê Deryayê Mustafa Karahan got beriya Derya beşdarî têkoşînê bibe, di xebatan de aktîf cih digirt û di xebatan de ti car j imin alîkarî nedixwest. Mustafa got Derya dikarî li ser piyê xwe bisekine û got: “Li dijî têkoşîna wê min ti tiştek nekir. Derya zaroka ewil ya malbatê bû. Ji ber wê cihê wê cuda bû.  têkiliya me ji bav û keçbûnê wêdetir bû. Em wek hevalên hev bû.  Em li partiyê ligel hev bûn. Rojekê ji bo tiştekî alîkarî nexwest. Kesî nizanibû keça mine. Ji hevalên xwe gelek hez dikir. Seknek wê ya têkoşer hebû. Di nokteya jinê de gelek tîtîz bû. tevî ku girayê min bû jî li dijî dayika xwe her tevgera min rexne dikir. Derya piştî pratîka xwe ya girtîgehê guherî.  Piştî derket zêdetir beşdarî xebatan bû. Derya beriya biçe nameyek hiştibû.  Me ji wê nameyê fêm kir ku wê êdî şûnde neyê.
 
‘Li ku zilm hebe ez li wirim’
 
Xwişka Deryayê, Alev Karahan jî bi lêv kir ku piştî Derya hatiye Cizîrê li wê geriyaye û got: “Ji min re got ez li Cizîrîme, ji kesî re nebêje. Telefonê min kir. Min fêm kir ku xwişka mine. Min got ti çawaye. Got ew li cihekî nêze. Min got Cizîr xetereye, li wir nemîne.  Ji min re got; Ez ji bo runiştinê nehatime vir. Li ku zilm hebe, ez li wirim.’ Piştî pevçûn dijwar bûn şûnde dîsa li me geriya. Got rewşa wan nebaşe. Got; em êdî nekarin ji vir derkevin. Tevî hemû neyîniyan em morelê xwe bilind digirin.  Em natirsin lê ger ku gel bêdeng bimîne wê tiştên gelek xerab çêbibin.’ Ji 24’ê Sibatê û şûnde me agahî ji Deryayê negirt. Xwişka min di demên herî xweş yên têkoşînê de cihê xwe girt. Li dijî vê zilmê serî rakir.
 
(hu)