Ji rojnivîska Şehrîbanê: Çi dibe bila bibe wê jin qezenc bike

Portreler
Hezîran 24 / 2016


 

 
Zeynep Akin-Dilbirîn Turgut/JINHA
 
ÊLIH – Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku li Şirnexê hat qetilkirin, ji aliyê heval û malbata wê ve hat vekirin.  Malbat û hevalên wê diyar kirin ku divê hemû jin xwedî li mîrateya Şehrîbanê ku di têkoşîna jinê de hiştiye, ervein.  Şehrîbanê ji bo têkoşîna jinê digot ‘Çi dibe bila bibe wê jin qezenc bike. azadî ne tenê li çiyan, divê li her qadê jiyanê jin azad be.”
 
Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku girêdayê tevgera azadiya Kurd û têkoşîna jinê bû, piştî li Şirnexê hat qetilkirin, ji hemû jinan re mîrate hişt.  Şehrîbanê di îşkenceyê de jî kenê rûkeniya xwe nehişt û di rojnivîska xwe ya li girtîgehê girtiye de wiha dibêje: “Poşet xistin serê min û hewl dan min bifetisînin. Piştî poşet derxistin ez keniyam. Bêguman minê hesabê wan kûlmên li kenê min ket bigirta.  Ya derketiya holê eve. Îro dijmin bi kasî ku ji kenê me bitirse ecize.”
 
Cedervanî ferzkirin, koçî Êlihê kirin
 
Şehrîban Altinişik di 1992’an de li gundê Batira Misircê hat dinê. Şehrîban hîna 2 salî bû malbata wê ji ber zext û pergala cedervaniyê koçî Êlihê kirin. Şehrîbanê heta dibistana seretayî li Êlihê xwend. Piştî 5 salan li Êlihê man koçî Stenbolê kirin. Dayika wê Turkan Altinişik got: “Piştî lîseyê me Şehrîban şand dersxanê. Li dersxanê ket nava tevgerê.”
 
‘Min serî da vê rê’
 
Dayika wê Turkanê îşkenceya ku Şehrîbanê di dema girtina xwe de dîtiye vegot û wiha berdewam kir: “Li dadgehê min dît ku milê wê di alçiyê de ye. Dema min ew dît, min hembêz kir.  Milê wê di alçiyê de bû. Derb kiribûn û milê wê şikestibû. Biryara girtinê derketibû. Dema şehrîban birin serê wê bilind bû. birin girtîgeha Mêrdînê.  Li wir jinek hebû, got ‘ew keça te bû, gelek lê xistin, poşet xistin serê wê, lê wê berxwe da û ji ser hişê xwe neçû.’ Şehrîbanê digot: ‘Li min xistin, lê mi berxwe da.’ Di runiştina daw^de berdan. Bavê wêhat Stenbolê ew li wir ma. Piştî Şehrîban hat Stenbolê got min serî daye vê rê ezê teqez biçim. Me ew heta Amedê bir. Em jî çûn Misircê.  Li min geriya hat gund ew jî. Şeva dawî li cem min ma.”
 
Herî dawî roja dayikan pîroz kir
 
Turkanê got piştî Şehrîban derbasî Şirnexê bûye bi hev re ketine diyalogê û pêvajoya ku jiyana xwe ji dest daye wiha got: “Herî dawî roja dayikan li xwişka xwe geriya.  Roja dayikan pîroz kiribû. Çend roj şûn de jî şehîd ket. Ev meheke şehîd ketiye. Me ti agahî ji wê negirt. Min ji bavê wê re got ez ditirisim ev çend rojin Şehrîbanê telefon nekiriye. Em bi rojan li bende telefona wê man. Bavê wê rojekê hat got şehîd ketiye.  Ez hatim Êlihê bavê wê jî çû Şirnexê. Em jî li Êlihê hatin cem hev û çûn.”
 
‘Bavê wê ji kenê wê nas kir’
 
Turkanê bi lêv kir ku Şehrîban piştî miribû kenyabû û wiha berdewam kir: “Bavê wê çibû morgê ew girtibû. 50 cenaze avêtibûn ser hev. Hovîtiyek mezin bû.  Di nav wan cenazeyan de li Şehrîbanê geriya bû. Şehrîban her tim rûken bû. Dema miribû jî rûyê wê bi ken bû.  Şehrîban gelek xebitî, gelek ked da. Şehrîban şehîda Kurdistanê ye. Heta bijîm ezê têkoşîna wê bimeşînim.”
 
‘Li dijî serdestiya mêr tehemula wê tinebû’
 
Xwişka Şehrîbanê Nurten Altinişik jî got Şehrîbanê  li dijî serdestiya mêr serî hildaye û got: “Her tim ji bo jinê dixebitî.  Şîdet û tacîza li ser jinê tehemul nedikir.  Tehemula wê li dijî serdetiya mêr tinebû.  Beşdarî çalakiyan dibû. Têkoşînê ji bo wê bibû evîn.  Li Şirnexê bû telefon dikir, lê zêde tiştek nedigot. Morelê wê gelek baş bû. wê nedixwest em bigirîn.  Ji ber wê ez di cenazeyê wê de negiriyam.  Wê jî wisa dixwest. Mirina wê gelek zû bû.  Dixwest gelek tiştî bike.”
 
‘Çi dibe bila bibe wê jin azad bibe’
 
Hevala wê Summey Bîtmen jî got vegotina Şehrîbanê gelek zehmete û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi xwişka min re di heman girtîgehê de mabû. Dema hat girtin îşkenceyek giran dîtibû.  Milê wê xistibûn alçiyê.  Dema min ew dît, dikeniya. Got ez gelek başim.  Sekn û baweriya wê gelek xurt bû.  digot; çi dibe bila bibe wê jin azad be.”
 
Ji rojnivîska Şehrîbanê hinek hevok
 
*Ji rojnivîska Şehrîbanê ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê nivîsiye hinek kêlî wihane: "Ez gelek ji jiyanê hez dikim, heta ku di asta raste be.  We qet azadiya xwe hîs kiriye, an jî we azadiya xwe ji nêz ve hîs kiriye?Emê jî bigihêjin mertebeya bêdawîbûnê û wê bibin şopdarên we. Ji bo tiştên l imin hatin kirin, ezê zêdetir bi evîna rêxistinê şer bikim.”
 
‘Dijmin bi qasî ji kenê me bitirse ecize’
 
*Dema bi ser me de hatin min fêm nekir.  Bi hovîtiyeke mezin hatin ser me û min got her tişt qedya. Ez wek jinekê li kolanê hatim derbkirin, hatim kelepçekirin û heqeret l imin kirin. Vê ez dîn kirim.  Bi lêdanê ez xistim wesayîtê. Min li pey xwe mêze kir ku her kes bê çare li min dinêre. Vê ez qedandim. Em çûn TEM’ê serê min li dîwaran dixistin û dixwestin agahiyan bigirin. Min tiştek negot û poşet xistin serê min.  Astima min hebû. Min nekarî zêde bîhna xwe bigirim û ketim. Piştî poşet vekirin ez kenyam. Bêguman minê hesabê wan kulmên li kenê min ket bigirta. Ya derket holê ev bû.  îro dijmin bi qasî ji kenê me bitirse jî eciz e. Di bin çavan de min ne xwarin û ne jî ava dijmin vexwar. Qêrîna dayika min hîna di gûhê min de ye.”
 
Azadî fêmkirin, hîskirin, yekbûne
 
*Mirovên nêzî azadiyê dibin lingê wan ji erdê radibin. Mînah her cara baran dibare ez di bin baranê de xwe azad hîs dikim, rihê xwe teslîmê baran3e dikim û lingê min ji erdê radibin. Azadî yekb3une, wateya, hîskirine. 
 
‘Ji bo deynê xwe yê gel bidim di vê rê de me’
 
Şehrîban sedema beşdarbûna xwe wiha vedibêje: “Ev jiyan ji min re pir giran hat. Divê min li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn bimeşanda.  Di malbatê de cesareta ku kesî nîşan neda, min wek jinekê nîşan da û min xwest bi Rêber Apo re bêm cem hev û wî nas bikim. Min dizanibû ku mirovê azad wê min biguhere, nû bikeve û jinek nû biafirîne.  Di vê rê de têkoşîn dayîn rumete. Min jî xwest di vê rê de bimeşim. Min xwest deyên xwe yê gel bidim.”
 
‘Min xwest ji bo hemû jinan têkoşînê biafirînim’
 
Şehrîbanê ji bo hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dabû ev nîşe hiştibû: “Ji bo bêm cem we ezê bibim rêhevala xetê. Ji bo bigihêjim lehengiya we ez teqez serî natewînim û ez di soza xwe de bimînim.  Min derketinek mezin kir û ezê xwe tevlî xeta we bikim. Emê bi berxwedanek mezin têbikoşin.  Windakirin tine. Eme qezencê her tim di dilê xwe de mezin bikin.”
 
(hu)