Şopa Şervana YPJ'ê Şeyma Selvî a domdar...
Portreler
Nûçe/PORTRE ...MANŞET
Şopa Şervana YPJ'ê Şeyma Selvî a domdar...
Şehrîban Aslan/JINHA
MÛŞ - Dayîka Şervana YPJ'ê Şeyma Selvî bi nas nav Bêrîtan Axîn a ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî Nadiye Selvî di derbarê berxwedana Kobanê de wiha got: "Ez ji zarokên me yên ku li Kobanê li berxwe didin, bawerim dê aşîtiyê bînin. Ezê jî di şopa keça xwe de biçim û hemû erkên dikevin ser milê min ezê bi cih bînim."
Şervanên YPJ'ê li Rojava yê Kurdistanê bi berxwedana bê hempa ji hemû jinên cîhanê re bû hêvî. Şervanên YPJ'ê bi berxwedana xwe dîroka têkoşîna jinan a li hember hişmendiya mêr nivîsand. Yek ji wan şervanên YPJ'ê a ku dîroka Kobanê ji nûve nivîsandine jî, Şervana YPJ'ê Şeyma Selvî bi nasnav Bêrîtan Axîn a 21 saliye. Şeyma tevî malbata xwe li navçeya Kopa Mûşê dijiya. Piştre tevî berxwedana Kobanê dibe û di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Şeyma Nadiye Selvî behsa keça xwe kir û wiha got: "Şahedetên ku li Kobanê pêk dihatin ew gelek xemgîn dikir, bi me ne dixwest bide ferq kirin û ji ber wê karê xwe dikir."
Ji berxwedana Kobanê bi bandor bû û tevlî YPJ'ê bu
Nadiye diyar kir ku Şeyma zarokek bêdeng bû û hestên xwe zêde bi derdor re parve nedikir. Her wiha dayika Şeyma da zanîn ku Şeyma heya refa 5'an xwendiye lê belê ew li mal gelek pirtûk dixwend. Nadiye diyar kir ku, Şeyma ji berxwedana Kobanê gelek bi bandor bu û Nadiye wiha pêde çû: "Nûçeyên derbarê Kobanê de dişopand her car, dema ku şehadet li Kobanê çêdibûn ew gelek pêbandor dibû, lê ne dixwest ku em ferq bikin."
'Min şehadeta Şeyma ji hevalên wê bihîst'
Nadiye bi lêvkir ku Şeyma ji bo ku biçe bazarê ew ji mal derketibû û carek din ne zivirî. Nadiye diyar kir ku, piştî dereng mayina Şeyma, ew îhtimala çûyina wê daye û li ser vê yekê ew li odeya Şeyma nameya ku li şûna xwe hêştiye dîtiye. Nadiye bi bîrxist ku dema Şeyma li Kobanê ew li wan geriya ye û Nadiye wiha got: "Dema min dengê Şeyma bihîst ez giriyam. Şeyma ji min re got pêwîste tu ti car negrî. Şeyma ji min re gotibu, ferqa min ji gerîlla û têkoşînvanên li Kobanê tune ye." Nadiye diyar kir ku ew demek bi riya hevalên wê pêre daxivî û piştre ew ji hevalên Şeyma şehadeta wê dibihîse.
'Tenê daxweziya min dawî li vî şerî hatine'
Nadiye got: "Tirsa min ew bû ku cenazeya keça min bikete destê hovên DAIŞ'ê. Lê ez çiqas şervanên YPG û YPJ'ê spas bikim wê kêm be. Bi hemû derfetên xwe cenazeya keçê min ji min re anîn." Her wiha Şeyma hestê xwe wiha ravekir: "Bi şehadeta Şeyma re kezeba min şewitî, lê bi hezaran Şeyma li wir berxwe didin." Piştre Nadiye lanetê li çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha pêde çû: "Keça min di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Tenê daxweziya min ewe ku dawî li vî şerî were. Li ser vî axî dayikek ku çavê wê rondik nekiriye nemaye. Ez ji zarokên me a ku li Kobanê berxwe didin bi bawerim ku dê aşîtiyê bînin. Ezê jî di şopa keça xwe de biçim û hemû erkên dikevin ser milê min ezê bi cih bînim."
(rc)