Bedena xwedavend ya rihê fedayî: Zîlan

Portreler
Hezîran 28 / 2016


 

 
Şehriban Aslan/JINHA
 
MELETÎ – Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî pêk anî û bi çalakiya xwe li cîhanê deng da û bû sembola berxwedana jinên Kurd.
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsîmê li dijî mêtîngeriyê çalakiyek fedayî pêk anî û li ser hemû zimanên jinan wek klama berxwedanê ma. Zîlan di 10’ê Tebaxa 1971’ê de li gundê Elmali ya Meletiyê tê dinê.  Zîlan di zanîngehê de têkiliya wê ya bi siyasetê re pêş dikeve. Di 1994’an de li Edeneyê salekê xebatan dimeşîne û ji bo vê pêvajoyê van nirxandinan dike: “Ez di perwerdehiyeke cidî de derbas nebûm. Piştre ji ber girtinên asta payebilind piştgiryek têr nehat dayîn, sedemên ku mirovan bê bandor dihêlin, ji ber sedemên cuda, tevî kum in gelek dixwest jî ez nebûm xwedî serkeftineke mezin.”
 
Di 1995’an de li Dêrsîmê beşdarî gerîla dibe.  Sedema wê ya herî girîng a beşdarbûnê jî ev bû ku xizmekê wan di 1993’an de li Sason a êlihê ji aliyê cerdevanan ve hatibû qetilkirin û negirtina cenazeyê bû. Zîlan diyar dike ku jib o vê runiştiye giryaye û ji ber vê sedemê biryara beşdarbûnê girtiye.Zîlanê di 30’ê Hezîrana 1996’an de li navenda Dêrsîmê li dijî leşkerên merasîma alê dikirin, çalakiya întîxarî pêk anî .  Zîlan di çalakiya ku pêk tîne de dibêje ‘Ez dixwazim bibim sembola berxwedana jina Kurd’. Zîlanê piştî çalakiya xwe li cîhanê deng da û jinên ji şoreşê re pêşengî kirin Zîlan ji xwe re mînak girtin û berxwedanê mezin dikin.
 
Zîlan dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Meletiyê dixwîne. Zanîngehê li bajarên din temam dike.  Zîlan ji Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rehberî ya Zanîngeha Înonu a Meletiyê mezun dibe û  beriya beşdarî têkoşîna kurd bibe li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê dixebite. Malbata wê di alî aborî de normale û xwedî taybetiyên kemalîstn.  Zîlan yek ji 7 xwişk û birayên xwe ye û ya herî biçûk û yekane keça xwendayiye.  Birayê wê ji bo Zîlanê wiha digot: “Gelek jîr bû.  ti egoyek wê tinebû. Li dijî her tiştê derdora xwe bi hestiyar bû. tevî ku zaroka herî biçûk a malbatê bû, wek mezinekê tevdigeriya.” Hîna jî xwişka wê dema behsa Zîlanê tê kirin, rondikan dibarîne.  Her kesê ji malbatê tevî ku evqas sal derbas bûye jî hîna Zîlan ji ser zimanê xwe nedane alî.
 
‘Zîlan biçûk bû lê xwedî berpirsyar bû’
 
Birayê wê Hasan ku Zîlan vegot wiha got: “Zîlan ji zarokatiya xwe de kesek bê hempa bû.  Li dijî kesên derdora xwe, bûyeran bi hestiyar û merhemet bû. Zaroka herî biçûk a malbatê bû û pir jîr bû. Wek mezinan tevdigeriya. Ji paqijiyê gelek hez dikri.  Piştî ez bûm mamoste tayîna min çû Sêwasê. Min Zîlan û birayê xwe girtin cem xwe. Zîlan diçû pola 3’em. Rojekê ketim polê Zîlan li maseya herî dawî runiştibû.  Min pirsî çima ti çûye wir. Deng nekir.  Çend rojan wisa berdewam kir. Ez her tim dipirsim lê nabêje. Li malê ji xwişka min re dibêje ‘bi hevala min ya li gel min re spî hene. Ez ditirsim ku bên min jî. Ji ber wê ez li wir runanim’. Dema min ev bihist ez gelek keniyam.”
 
‘Ez dixwazim barê malbatê parve bikim’
 
Hasan destnîşan kir ku Zîlan pir jîrbûye û lîseya pîşeyî ya tenduristiyê qezenc kiriye û got: “Tevî ku lîseya tenduristiyê xwendibû wê beşa psîkolojiyê qezenc kir.  Xwendekarekî lîseya tenduristiyê gelek zehmet bû ku  PDR’ê qezenc bike.  Lê Zîlanê qezenc kir.  Dema Lîseya tenduristiyê ya Stenbolê qezenc kirmin nedixwest biçe.  Lê wê got kêm be jî ew dixwaze barê malbatê hinekê kêm bike. Dema wisa got ez pir hestiyar bûm. Wê demê 13 salî bû. Xwedî hişmendiyek mezin bû. Ez jî jê re nebûm asteng.” Hasan da zanîn ku piştî çalakiya Zîlanê xwişka wê ya li derveyê welat wêneyên wê xwestin lê polîsan di rê de hemû wêne desteserkirin.
 
‘Di zanîngehê de hişmendiya wê ya siyasî pêk ket’ 
 
Hasan bi lêv kir ku hişmendiya Zîlanê a siyasetê di salên zanîngehê de pêk hetiye û got: “Bi taybet şehadetekê bandorek mezin lê kir. Di 1993’an de xizmekî me şehîd ket. Li Sasonê.  Me pir hewl da lê me cenaze nekarî bigire.  Wê bandorek mezin lê kir.  Min cara ewil dît ku ew runiştiye û digirî.  Piştî vê bûyerê Zîlanê biryara çûyînê da.”
 
‘Pir zext li malbata wê kirin’
 
Piştî çalakiya Zîlanê hat diyar kirin ku dewletê zext li gundiyan kirine û bi taybet jî li malbata wê kirine. Şahidan got: “Bi taybet xwişka wê binçav kirin.  Zavayê wan bi rojan îşkence kirin.  Wisa îşkence lê kirin ku gundiyan ji tirsa silav nedidanê.”
 
(hu)