Piştî Eylemê: Cesareta wê teşeyê jiyankirinê bû

Portreler
Tîrmeh 01 / 2016


 

 
Nalîn Oztekîn / JINHA
 
STENBOL-Şervana Hêza Azadiya Jinê Eylem Ataş di pevçûna pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da.  Ji salên lîseyê û şûnde Eylemê di çalakiyan de cih girt. Hevala Eylemê Burçak Gorel got: “Di nav vê zîhniyeta ku şikurkirin li me aşî kiriye,cesaret û bêtehemuliliya wê teşeyê jiyankirinê bû.”
 
Şervana Hêza Azadiya Jinê Eylem Ataş di rojên borî de di pevçûna pêngava azadkirina Minbîcê de jiyana xwe ji dest da. Piştî pêngava Tişrînê bi encam bû, Eylem bi Tabura Azadiya Yekbûyî re li herêma Sîluk peywir girt û piştî çalakiya Mînbîcê destpêkirin bi Tabura Mahîr Arpaçay a Hêzên Azadiya Yekbûyî re tevlî şer bû. Eylem Ataşê  navê Hevala Cemre girt. Hevala Eylem Ataşê ya beriya Şoreşa Rojava ku pê re li heman kolanê meşiya, heman odeyê û mal parve kir, Burçak Gorelê axivî û Eylem vegot.
 
‘Em bi mehan bi hev re razan’ 
 
Burçakê behsa naskirina xwe ya bi Eylemê kir û wiha got: “Dema me hev û din nas kir em hîna biçûk bûn. Em du ciwanên bi kelecan û bi mereq bûn. Em her du jî ji Dev-lîsê bûn.  Qada yekemîn ya faliyeta Eylemê Edene bû.  Wir warê wê bû.  Beriya wê nas dikim ew li Stenbolê dijiya û ez jî li Enqereyê. Piştî Eylem li stenbolê bi cih bû.  Rojekê hevalek me li derî xist û got Burçak em hevalekî bînin cem te dibe.  Roja din Eylem bi valîza xwe hat. Piştre bi nakliyeyê hemû alavên xwe anîn.  Dolabek wê ya ji kumaş hebû.  Min nexwest wê dolabê bîne hundir. Lê em bi hev re bi mehan razan.”
 
‘Hewaya nebaş belav kir’
 
Burçakê diyar kir ku Eylemê di demên herî nebaş de, di demên ku moralê me ne baş bû de henekek dikir û ew hewa belav dikir û got: “Lê dem hebû jî wek zarokan digiriya.” Burçakê wiha berdewam kir: “Eylemê li Geziyê, di berxwedana karkerên Tekelê de, di çalakiyên kurtajê de, di çalakiyên Ozgecanê de di eniya pêş de cih digirt.  Jiyana xwe da ser têkoşînê. Hêrsa wê pir bû.  hêrsek bi maf bû.  Ev hêrsa xwe li cihên rast kanalîze dikir. Eylemê li cihê ku dima dengê xwe bilind dikir.”
 
Burçakê bi lêv kir ku Eylemê pir ji helbestên Gulten Akinê hez dikir û got: “Nirx dida dema xwe ya ku dijî. Rojekê me li der gazoz vexwar û min bi kapaxa wê kîvroşk çêkir. Min got bigire veşêre. Piştî salan şûnde min dît ku ew veşartiye. Ger tiştekî ku veşartibana an jî hevalekî tiştek bidayê û winda bibûya, bişikesta bi saetan wek zarokan digiriya. Pir girîngî dida bîranîna.”
 
‘Wêneyê Heval daliqandibû’
 
Burçakê got hevalê biçûkatiya Eylemê, Heval Yeşîlgoz yê PKK’î li Çiyayê Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dabû ûgot: “Dema hat cem min wêneyê Heval li pişt serê xwe daliqandibû. Ya li dijî Heval hîs dikir, ji hezkirinê wêdetir bû. Rêzdariya li dijî kesayetî û kareketerê Heval bû.”
 
‘Cesareta wê teşeyê jiyankirina wê bû’
 
Dema Eylem agahiya Heval Yeşîlgoz digire gelek xemgîn dibe. Ji bo cenazeyê diçe Dêrsîmê û bi awayekî xurt vedigere. Burçakê têkildarî vê de jî wiha got: “Çûyîna Eylemê em matmayî nehişt. Di nava vê zîhniyeta ku şikurkirin li me aşî kiriye, cesaret û bêtehemuliya Eylem bû teşeyê jiyankirinê.”
 
‘Xweza parastina cewherî Eylemê derxist der’ 
 
Eylemê wiha berdewam kir: “Roja me agahiya şehîdbûna Heval girt em li Sogutluçeşmeyê bûn. Me dît ku jinek li mêrekî diqîre. Min û eylemê li hev mêze kir û em li pey mêr çûn.  Me cesaret da hev. Em li pey meşiyan û Eylemê xwe hol kir û li mêrik xist.  Mêrik li erdê ket.Piştre min jî hêz ji wê girt û min jî lê xist.Eylemê got ti çawa jinekê tacîz dikî.  Hêza parastina cewherî Eylemê derxist. 30-40 heb li pişt me cepik lê didan. Piştre jî wekê tiştek nebûye em meşiyan.”
 
‘Ferqa Eylemê ji min ji te tinebû’
 
Burçakê da zanîn ku Eylem herî dawî li mala cemê ku ji bo merasîma cenazeya Azîz Guler çibûn dîtiye ûgot: “Ti mirov wek lehengekî nayê dinê. Eylem jî wke min û te bû.  lê em anîn cem hev û rê li ber axaftina me vekir. Ya girîng eve.”
 
Zarokên Çukurovayê
 
Burçak axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Ne tesadufe ku ev mirov wisa ji jiyana xwe derdikevin û dibin leheng. Bedrettîn Akdenîz, Heval Yeşîlgoz, Eylem Ataş ev hemû zarokên Çukurovayê ne. Bi hev re têkoşiyan. Bi hev re geriyan û niha bi hev re ne. Ya ji me re dimîne jiyankirina têkoşîna wan e.”
 
(hu)