Bi kelecan, hezkirin û hêviya xwe ya ti car têk neçûye, Eda…

Portreler
Tebax 10 / 2016


 

 
Bêrîtan Canozer / JINHA
 
AMED –Edaya li navçeya Baglar a Amedê di temenê xwe yê biçûk de cop, gaza îsotê û zextên polîsan nas kir, li aliyê din jî bi berxwedana li dijî zextan mezin bû.  Edaya bi kelecan û kenê xwe dihat nasîn, hêviya xwe ya ku ti car nediqedya ji kolanên Baglarê bir Cizîrê.
 
Eda Kutay di  1996’an de meha Adarê de li Baglarê tê dinê.  Eda, hêvî, kelecan, nûbûn û hatina biharê ye. Eda zaroka sêyemîn ya malbateke welatparêze.  Eda ji sazê gelek hez dikir. Edaya ku li dijî neheqiyê tehemul nekir, ji temenê xwe yê biçûk de berxwedêrbûnê hîn dike. Eda êrîş û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê ji kurahî dijî û di berxwedanên rêveberiya xweser de diçe Cizîrê.Eda dibe hevkarê berxwedana Cizirê, beşdarî YPS-JIN’ê dibe û navê Axîn Şîlan digire.
 
Edaya ku bi hêviya ku ji Amedê bir Cizîrê û heta dawiya jiyana xwe berxwe da, 5 meh berê cenazeyê wê li goristana bêkesan a Şirnexê tê definkirin. Zîhniyeta ku mafê definkirina malbatê jî ji dest girt, bi mehan ji bo cenaze neyê teşîskirin her cureyê astengiyê derxist pêş. Ji malbatê re nayên gotin ku Eda jiyana xwe ji dest daye.  Tevî ku malbat mînakên DNA’yê didin bersiva neyînî digirin.  Herî dawî malbatê Eda girtin û ligel endamê YPS Mehmet Demîr (Harun Bagok) ku ew jî li Cizîrê şehîd ketibû defin kirin.
 
'Dixwest hêviyê bide mirovan’
 
Dayika Edayê Samiye Kutay axivî û diyar kir ku Eda gelek bi hêvî bû û hezkirina wê ya ji gel pir mezin bû û got: “Eda wê her tim wek zarokek biçûk ya bi kelecan di hişê min de bimîne. Edayê qet ez xemgîn nedikirim. Dema biçûk bû carnan har dibû. Dema ez lê bixeyidima, xegîn dibû. Ez qet xemgîn nedikirim. Bi mirovan re diaxivî, ji lîstikan gelek hez dikir.   Kesên bêkêf, dixwest hêvî bidayê. Dema mirovek bê morel bûna hema ji bo wî her tişt dikir.  Dixwest her kes kêfxweş be.  Edayê dilê kesî nedişikest. Xerabî li kesî nedikir.  Di Lîseyê de gelek ji sazê hez dikir.  Sazek ji xwe re girt. Şev û roj lê dida.”
 
‘Ji ber keça min çû qet nexeyidîm’
 
Samiyeyê got ti agahiya wê tinebû ku keça wê çûye Cizîrê û ev tişt anîn ziman: “Dema çû ji me re tiştek negot. Em sibehekê rabûn Eda tinebû. Çibû. Em heta êvarê lê geriyan.  Piştî demekê me fêm kir ku Eda çûye.  Li dijî bûyerên Cizîrê, bêdeng nema.  Me her roj didît ku li wir çi dibe. Eda ji xwe din ava berxwedanê de mezin bû. Ji zarokatiya xwe heta niha li kolanên me çalakî hebûn. Polîs êrîşê gel dikir. Gaz davêtin, cop dikirn. Edayê ev didîtin. Jê ne dûr bû.  zemîna çûyîna wê jî wê demê hatibû avêtin. Ji ber keça min çûye ez qet hêrs nebûm. Ew ji bo gelê xwe çû. Salê wê biçûk bû lê dilê wê mezin bû. Her tişt dizanibû.
 
'Bila xwîna wan li erdê nemîne’
 
Samiyeyê di berdewamiyê de got tevî ku dizanibû keça wê li Cizîrê ye jî dîsa DNA dane û got: “Piştî bodruma hovîtiyê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da.  Me jî got belkî Eda jî din av de ye. Me DNA da.  Deng jê nehat me jî got dijî lê keça min jî di nav kesên bodrumê de bû û li goristana bêkesan hatibû definkirin. Bi mehan em çûn hatin û gotin cenazeya we derketiyue.  Min hîs kiribû keça min li wire. Niha destur nadin em keça min bi tabuta bi alê hatiye pêçan defin bikin.  Bila hesabê van zarokan bê pirsîn.  Bila xwîna wan li erdê nemîne.” 
 
(mm/hu)