'Di her navendên jiyanê de dê wekhevî têkeve meryetê'

09:37

Sarya Gözüoğlu-Medya Cebe / JINHA

AMED - Dê bi pêşengiya Konga Jinên Azad (KJA) yê bi vekirina Buroya Jinên HDP'ê ya Hilbijartinan ya Amedê re jin bi awayek zindî beşdarî nava xebatan bibin. Aktîvîsta KJA yê Zeynep Boga diyar kir ku di her qadên jiyanê de dê jin û mêr wekhevbin û di xebatên hilbijartinan de dê jin rolê zindî bigirin û got: "Werin em bi hev re bixebitin, bi hev re kedê bidin û projeyên herî bedew jî bi hev re têxin jiyanê."

Ji bo di pêvajoya xebatên hilbijartinê yên HDP ya ku namzetên xwediyên nasnameyên cuda têde kombûne baş birêve biçe û jin rolek zindî bigire bi pêşengiya KJA yê buroyên hilbijartinan vedibin. Despêkê li navçeyên girêdayî navenda Amedê dest bi vekirina buroyên hilbijartinê yên jinan hatiye kirin û dê li taxan û gundan jî berdewam bike. Jinên ku di xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de rolê zindî digirin vekirina buroyên jinan yên hilbijartinê bi kelecanek mezin pêşewazî dikin. Aktîvîsta KJA yê Zeynep Boga giringiya vegirina buroyên hilbijartinê yên jinan nirxand û wiha got: "Buroyên me yên hilbijartinê ji bo ku em bi hêsan xwe bigihînin hemû jinan tên vekirin."

'Emê di her navendên jiyanê de wekheviya jin û mêran bingeh bigirin'

Zeynep da zanîn ku ew di nava pêvajoyek germ ya xebatan denin û wiha domand: "Dê di buroyên jinan yên hjilbijartinê de pirsgirêkên jinan bên nîqaşkirin. Dê jin ji bo hilbijartinê û rojeva jinan gotina xwe bêjin. Bawerî û eleqeyek mezin heye, ya ku me ji partiyên dinê cuda dike jî eve. Di serî de me koteya jinan ya ji sedî 50 armanc kiribû û destnîşan kiribû ku emê bi kotayek ji sedî 50 jinan bişînin meclisê. Em weke jin di her qadên jiyanê de tekoşînê dikin. Ji bo di siyasetê de jî wekheviya jin û mêran hebe me bûroyên hilbijartinê yên jinan vekirin. Hilbijartina 7'ê Hezîranê ya azadiya gelê kurd, jinan, gelan û azadiya Rêber Apo ye. Divê bi vî awayî bê destgirtin û nirxandin."

'Divê di pêvajoya hilbijartinê de jin rolê zindî bigirin'

Zeynep destnîşan kir ku divê di pêvajoya hilbijartinan de jin rolê zindî bigirin û wiha berdewam kir: "Werin em bi hev re bixebitin, bi hev re kedê bidin û bi hev re projeya herî bedew têxin jiyanê. Heger em weke jin kedê nedin dê xwîn birije. Divê bê zanîn bi dawîbûna şer û hatina şatiyê bi keda jinan dikare bê dîtin. Di siyasetê de bi gavek nû emê bijin; em li vêderê ne, emê di vê pêvajoyê de bi hev re bixebitin. Bila êdî ew perda jin di pişde dihat hiştin hilweşe. Tenê cihê jinan ne tenê mal, zarok û malbate. Siyaset cihê jinane. Heger jin di nava siyasetê de cîh negire emê nikarin siyasetê demokratîk bikin. Werin em bi hev re bixebitin û serbikevin."

'Emê ne di asta talepkirinê di asta hilberînê debin'

Aktîvîsta KJA yê û Endama MYK ya DBP'ê Bermal Birtek jî anî ziman ku jin di aliyê bûyîna vîn de tekoşînek mezin dane û wiha axivî: "Di kevneşopiya tekoşîna rozgariya kurdan de pêngavên gelek mezin hatine avêtin. Ser wê kevneşopiyê nûneriya wekheviya jin û mêr hatiye avakirin. Em weke vîna azad derxistina holê dinirxînin. Em weke jin êdî ne bi talebkirinê êdî hewildidin bi derfetên xwe tiştina avabikin. Vekirina buroyên tayîbet jî parçeyek ji vêye."

'Heya niha mêran pirsgirêkên jinan nirxandine'

Bermal bilêv kir ku jin pir li mafê xwe yê xwe îfadekirinê xwedî derneketine û wiha domand: "Naxwazin civakek ya mêran têde rol girtî têk bidin. Mêr bi navê wekheviyê ji bo xwe bingeh avadike, lê derfetek wiha yê jinan nîne. Em dibêjin em partiya jinanin û ji bo bûyîna partiya jinan ya pêwîst em dikin. Armanca me ya bingehîn ji jinan deng girtin û tam jî di vê xalê de em dixwazin ji bo jinan tekoşînê bimeşînin. Heya niha siyaset di destê mêran debûye û heta pirsgirêkên jinan jî mêran nîqaş kirine. Sedema sereke ya kurbûna pirsgirêkên jinan û kêm di rojevê de cîhgirtinê jî eve. Ji ber van sedeman buroyên jinan yên tayîbet yên hilbijartinê giringin."

'Em navendên rêxistinên jinan avakirine giring dibînin'

Bermal derbirî ku dê di buroyên tayîbet yên jinan de pirsgirêkên jinan bên nirxandin û ramanên hevbeş derkevin holê û wiha dom kir: "Emê bi van perspektîfan dakevin qadan û pirsgirêkên jinan guhdar bikin. Dê ji bo jinan hîn zêdetir çî bikare bê bidestxistin ev bên nîqaşkirin. Ji ber wê jî navendên hevbeş girtingin. Emê li navend û navçeyan vekirina buroyan berdewam bikin. Vekirina buroyên jinan zêdetir bi coş û kelecan derbasdibe. Buroyên bi destê jinan tên vekirin hewayek cuda didin. Em navendên rêxistinên jinan zêdetir yên tayîbet zêdetir di ecibînin. Werin em bi hev re rêxistina xwe ya tayîbet pêşbixin û ber bi pêşerojek azad ve bikevin rê."


(zt)