Namzetên jin ên HDP'î bi jinên Amedî re civîyan
16:55
JINHA
AMED - Namzetên jin ên HDP'î Nursel Aydogan, Sibel Yigitalp û Hevşaradara Peyasê Fatma Arşîment, li buroya hilbijartinê ya jinê ku li taxa Huzurevlerî ya Amedê ye, bi jinên taxê re hatin cem hev.
Namzetên HPD'î yên Amedê Nursel Aydogan, Sibel Yigitalp Hevşaradara Peyasê Fatma Arşîment jî di navde bi dehan jin, li buroya hilbijartinê ya jinan a li taxa Huzurevleri ya Peyasa Amedê li hev civîyan. Civîna jinan bi rêzgirtinê dest pê kir. Namzedan piştî rêzgirtinê dest bi civînê kirin. Ewil namzeta HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp axivi û dîyar kir ku ew dê aşîtiyê bînin û wiha got: "Hikûmet dibêje 'em nahelin hûn werîn meclîsê' Lê em bi vîna xwe û gelê xwe diçin meclîsê."
Piştî Sibel, Nursel Aydogan jî destnîşan kir ku her roj jin tên qatilkirin û hinek ji wan jî di temenê biçûk de bi berdêl tên zewîcandin. HDP, partîya jinan e. Tê zanîn ku ev 9 mehin li rojava têkoşînek didome. Jin pêşengiya vê tekoşînê dike. Ger ku têkoşîna jinê tune baya, dê pêşeroja me jî tune baya."
Hevşaredara Peyasa Amedê Fatma Arşîment jî destnîşan kir ku ji niha de coşa gel aşkere dike ku gel dê di 7'ê Hezîranê de bi ser bikeve. Dê bibe yek deng û bi hevre bimeşe. Gele kurd dê nîşan bide ku em li pey Rêber û zarokên xwe ne. Ji bo vê yeke jî em dê bi ser bikevin.
Civîn û hevdîtina jinan bi diruşmên ''Jin jîyan azadî'', "Bijî berxwedana Kobanê'' û ''Bijî berxwedana YPJ'' û tilîliyan bi dawî bû.
(do/mae)