Dayik: Dê di 7'ê Hezîranê de li meclisê bayê azadiyê serdest bibe

09:50

Nurcan Yalçin / JINHA

AMED - Li çar aliyê Kurdistanê hewldan û polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser kurdan berdewam dike. Lê li aliyê din dayikên aştiyê ku di têkoşîna azadiya kurd de zarokên xwe winda kirine, li gel hemû êş û eleman daxwazên xwe yên aşîtiyê bilêv dikin û diyar dikin ku dê di 7'e Hezîranê de bayê azadiyê li her derê belav bibe.

HDP, ji bo hilbijartina 7'ê hezîranê ji bo hemû bawerî, nasname û çînên civakê bû hevî û baweriyek mezin. Li Tirkiyeyê piştgiriya HDP'ê her ku diçe mezin dibe û bêtir dayikên aşîtiyê hêviyek mezin bi HDP'ê ve girê didin. Li gundên Pasûr û navçeyên Amedê jî dayikên aşîtiyê ku di şerê azadiya kurd de zarokên xwe winda kirine, li gel hemû êş û janên giran, dixwazin êdî şer bi dawî bibe, azadî û demokrasî bi ser bikeve. Dayikên kurd ên êşên mezin ji şer kişandine ji HDP'ê bi hêvî ne û baweriya wan zêde ye. Ji dayikên kurd Fahriye Yildiz, anî ziman ku wekî dayika kurd bi salan e êşa zarokên xwe dijî û ji niha û şûnde êdî naxwaze tu dayik êşa zarokan bijîn. Fahriye, destnişan kir ku ji vê hilbijartinê hêvî û bendewariyên wan gelek zêde ye û êdî dixwazin li Tirkiyeyê aşîtî, wekhevî û edalet serdest be. Fahriye, da zanîn ku hevî û armanca wan ewe ku hemû gel bi hevre di nava aştî û dostaniyê de bijîn û êdî mirov li ser vê axê neyên kuştin û yê vê yekê pêk bîne jî HDP ye.

'Em dê di sindoqê de bersive bidin'

Ji dayikên kurd Azize Yildiz jî anî ziman ku tenê ji malbata wê 6 kes tevlî refên PKK'ê bûn û wiha got: "Her sal derbas dibe bêtir dilê dayikan dişewite. Bêtir êşên dayikan zêde dibe. Her roj cenazeyên zarokan tên. Hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan dibêje 'Pirsgirêka kurd tune'. Lê me vê yekê qebûl nakin. Ev gotin neheqiyek mezine. Lê em dê bersiva herî mezin di 7'ê Hezîranê de bidin.

'Ger ku naxwazin Tirkiye bibe Kobanî...'

Ji dayikan Maşallah Kahraman a ku zarokek wê tevlî PKK'ê bûye jî bal kişand ser êrîşên li dijî HDP'ê û wiha got: "Ger ku hikûmet û Erdogan naxwaze Tirkiye bibe wekî Kobanê divê rê li pêş van êrîşan bigire. Maşallah, anî ziman ku ew dê bersiva hikûmetê di sindoqan de bidin."

'Em tenê aşîtiyê dixwazin'

Dayika bi navê Nedîme Yilmaz jî anî ziman ku di şerê Kobanê de ji malbata wan 5 kes tevlî şerê Kobanê bûn û wiha got: "Em dayik bi salan in aşîtiyê dixwazin. Em cenazeyên zarokên xwe yên şehîd dikevin jî nabînin. Em tenê aşîtiyê û edaletê dixwazin. Em her roj zarokên xwe binax dikin. Lê Erdogan bi xwîna zarokên me ji xwe re qesran ava dike. Ez hêvî dikim ku ev qesr ji Erdogan re bibe zîndan."

Dayika bi navê Sebîha Kahraman, jî anî ziman ku her bihostek axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan sor bûye û ew hevî dike ku ev hilbijartin bibe wesîleya aştî û azadiyê. Sebîha, da zanîn ku li gel hemû provokasyonan dê têkoşîna xwe ya aşîtî û demokrasiyê berdewam bikin û dê di 7'ê Hezîranê de li meclisê bayê azadiyê belav bibe.


(mae/rc)