Jin li Buroyên Hilbijartinê 'Jiyana nû' niqaş dikin
09:54
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Li buroyên hilbijartinê yên jinan ên HDP'ê ku di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de vebûn, hem projeya "Jiyana Nû" tê niqaşkirin û hem jî li çareseriya pirsgirêka jinan digerin.
Kongreya Jinên Azad (KJA), hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê ji bo jinên ku bi hêsanî nikarin biçin buroyên hilbijartinê gelek buroyên hilbijartinê yên jinan ên HDP'ê vekirin. KJA herî zêde li Amedê buroyên hilbijartinê yên jinan ên HDP'ê vekirin. KJA'ê li Surê 1, li Rezan 2, li Yenişehirê 2, li Peyasê 2 bi temamî li Amedê 7 buroyên hilbijartinê yên jinan ên HDP'ê vekir. Vekirina hemû buroyên jinan bi merasimên girseyî pêk hatin. Piştî buroyên hilbijartinê hatin vekirin, her roj ji saet 09.00'ê serê sibehê heta saet 21. 00'ê êvarî vekirî dimînin.
'Li her buroyekê rojê 6 jin peyvirdar in'
Li her buroyekê rojê 6 jin peyvirê digirin. Hem xizmeta civakî dikin û li jinan çay belav dikin, hem jî xizmeta rêxistinî û hilbijartinê dikin. Têkildarî pêvajoyê û hilbijartinê bi jinan re niqaşan dimeşînin û jinan agahdar dikin. Buroyên hilbijartinê bi alên HDP'ê û namzetên HDP'ê yên Amedê hatine xemilandin. Li aliyê din wêne û posterên Ozgecan, Sakine Cansiz, Kader Ortakaya, jinên YPJ'î yên di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan hatine daliqandin. Hin caran hilbijêrên xort jî tên buroyên hilbijartinê yên jinan ziyaret dikin û sohbet dikin. Gelek caran li ber muzîkê govendên fireh digerin û bê navber siloganên "HDP biçe meclîsê", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadi" û "Destê dirêjî jinê dibe bişkê' berz dikin.
'Em polîtîkayên HDP'ê yên jinê ji jinan re vedibêjin'
Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Rezan Rihan Kavak Ozbek, anî ziman ku jinên taxên derdorê tên buroyên hilbijartinê yên jinan ziyaret dikin û wiha got: "Em serê sibê karê malê xelas dikin û tên buroyê. Jinên li taxan jî li gel zarokên xwe yên biçûk tên buroyan. Jinên ku tên buroyê hem pirsgirêkên xwe bi mere parve dikin û hem jî em li ser hilbijartinê sohbetê dikin. Em ji jinan re polîtikayên HDP'ê yên jinê parve dikin. Armanca van buroyên hilbijartinê ewe ku jin karibin bêtir hêsan xwe îfade bikin hêsan niqaş bikin. Ji bo jin karibin bên tevlî xebatên hilbijartinê bibin me ev buro vekirin."
'Tenê HDP dikare bibe dengê jinan'
Kesên ku li ber buroyên hilbijartinê dengê muzîkê dibîhîzin û govendê dibînin nikarin bêyî ku tevlî govendê bibin derbas bibin. Buroyên hilbijartinê yên jinan bêtir bal û eleqeya jinên taxê dikişîne ser xwe. Jinên ku tên buroyê dikarin bi hêsanî xwe bînin ziman û tevlî niqaşan bibin. Jina ku bi dengê muzîkê hat buro Nebahat Sezgin (23), li ser pirsa 'Tu çima hat vir? : "Dengê muzîkê ez anîm buroyê. Kelecanek mezin bi min re çêkir. Min hîs kir ku weki HDP bi dengekî pir zêde bi ser ketibe. Ez jî hatim vir û min xwest vê coşê bijîm. Ji ber ku tenê HDP dikare bibe dengê jinan û dikare dengê jinan belav bike. Ger ku HDP bendavê derbas bike em dê govenda herî xweş bigerînin."
Li buroyên navçeya Rezan ku ji ger derê koçberî girtiye jî govend û niqaş germtir in. Jinên ku di saetên êvari de tên buroyê, coş û kelecanek mezin dijîn. Jin li aliyeki sohbet dikin, li aliyê din li ser pirsgirêkê jinan niqaş dikin. Jin hem dikenin, hem jî bi rehetî dikarin niqaş bikin û parve bikin. Sohmetên pir germ û xweş derbas dikin.
Berpirsiyara Buroya Hilbijartinê ya Şeyhşamilê Guler Ozer, jî destnîşan kir ku niqaşên wan ên hilbijartinê têr û tije derbas dibin û kesên tên buroyê ziyaret dikin dikevin bin bandorek erênî. Guler, da zanîn ku dema êvaran diçin malan ziyaret dikin jî rastî encamên erênî tên û wiha got: "Gelek jin tên buroyê û dixwazin tev li xebatên hilbijartinê bibin. Dixwazin bi awayekî çalak di nava xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Dibêjin HDP hêviya me ye û ji ber vê yekê em li vir in. Tevlêbûna jinan pir zêde ye û jin bi awayek çalak tevlî xebatên hilbijartinê dibin."
Guler wiha dawî li gotina xwe anî: "di saetên dereng ên şevê de buroyên hilbijartinê yên jinan hêdî hêdî bêdeng dibin, em jî xwe komî ser hev dikin. Jinên pêvirdar jî derdikevin xebatên taxan."
(mae/rc)