Ji HDP’ê ji mîtînga Stenbolê bangawazî

13:06

JINHA


STENBOL - Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ji bo “Mîtînga Mirovahiyê ya Mezin” ku dê li Kazliçeşmeyê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ve pêk bê banga “Di 30’ê Gulanê de em bên cem hev û bendan em ê çawa hilwaşînin nîşan bidin” kir.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo bangawaziya “Mîtînga Mirovahiyê ya Mezin” a ku dê di 30’ê Gulanê de li Stenbolê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş pêk bînin li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîm Soylu û namzetên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya û Pervîn Buldan jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di civîna çapemeniyê de ewil Ayşe Erdem axivî û diyar kir ku ew di arîfeya hilbijartina ku dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê diyarker be de ne û xebatên wan ên hilbijartinê didome û ew ê di 30’ê Gulanê de li Kazliçeşmeya Stenbolê saet di 16.00’an de mîtîngê li dar bixin. Ayşe bilêv kir ku dê namzetên herêma sêyemîn a Stenbolê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdar bibin û hunermend Aynur Dogan, Zelal û Hakan Vreskala jî dê derkevin ser dîkê. Cesîm Soylu jî anî ziman ku mîtînga wan a Stenbolê dê bibe lutkeya xebatên wan ê hilbijartinê. Cesîm da zanîn ku dîroka mîtîngê zûde ye ji emniyet û walîtiyê re ragihandine lê ligel vê yekê jî heman rojê Yenîkapiyê ji bo “şahiya fetîhê” ya ku dê bi beşdariya Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu pêk bê û dê veguherînin mîtînga hilbijartinê re destûr hatiye dayîn û ev yek wekî provokasyonê bi nav kir. Casîm got ku ligel vê yekê jî ew êneyên tu provokasyonan û bihistiyariya xwe biparêzin û ev tişt anî ziman: “Me wekî HDP’ê li dijî êrîşên kul i hemberî partiya me pêk hat heta niha bihistiyariya xwe parast û gelê me yê ku dê bên mîtîngê jî dê bihistiyariya xwe biparêzin. Tu caran bi awayeke devkî yan jî fîzîkî em ê neyên hemberî hev.”

Huda Kaya jî wiha axivî: “Ez bang li welatiyên me dikim ku bila bên û keda me ya ku bi rojane em datînin holê li Kazliçeşmeyê tacîdar bikin. Gelê me bi kedeke mezin bi hemû derfetên xwe ve hewldaneke destanê danî holê. Partiyên sîsteyê yên ku bi trelyonan pere digirin li hemberî me ne. Wekî din jî partiya îxtidarê bi hemû derfetên ku di destên wan de ye hemû saziyan û xebatkarên cemaweriyê bi fermanan dibin qadan, em di ferqa vê yekê de ne. Me jî bi ked û xwêdana xwe ve xebitîn. Em di 30’ê Gulanê de li Stenbolê bên cem hev û çawa em ê bendan hilbiwaşînin nîşan bidin.”

Pervîn Buldan jî bilê kir ku pêvajoya hilbijartinê di pêşbaziyeke ne demokratîk de derbas dibe. Pervîn da zanîn ku 7’ê Hezîranê ji bo ku gel qedera xwe diyar bikin girîng e û wiha berdewam kir: “Di 7’ê Hezîranê de gel dê destên xwe dayne wijdana xwe û qedera xwe diyar bikin. Em Kazliçeşmeyeke ku bi milyonan dibin lehî û diherike bibînin. Ez hemû gelê Stenbolê bi reng, nasname û dengên xwe ve vedixwînim Kazliçeşmeyê.”


(rc)