Dîlek Ocalan: Heviya Jiyana Nû ya Jinan HDP'ê ye

09:42

JINHA

RIHA - Namzeta Jin a HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, li Rihayê ji ber xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane eleqeyek gelek mezin dibîne. Dilek, hezkirina jinan a li hemberî Ocalan bi gotina "Dema jin, carekê min hembêz dikin, carekê jî ji bo Serokatiyê min hembêz dikin. Ev jî nişan dide ku jin çiqasî bi serokatiya xwe ve giredayî ne." anî ziman.

Riha di nava bajarên herêmê de yek ji bajarê herî qelebaliq û erdnîgariya mezin e. Nifûsa wê gihiştiye 2 milyonan. Riha ji ber bajarekî dîrokî û destpêka mirovahiyê ye, di hilbijartinê de zêde balê dikişîne. Li Rihayê kurd (zaza-kurmanc), ereb, tirk, Çerkes, Acem, Afgan û Ermenî bi hevre dijîn. Dîsa ji ber warê dîrokî û destpêka mirovahiyê Xirbereşk (Gobeklitepe) ku 10 hezar sal dîroka wê heye, betir bala her kesî dikişine. Riha di heman demê de di nava axa Mezopotamya de cihekî taybet digire û hemû zindîbûn û xweşikbûna Çemê Firatê li ser axa xwe bar kiriye. Lê ev xweşikbûn bi Bendava Ataturk talan bûye.

Pirsgirêken Rihayê baş dizane

Riha bi 12 namzetan dikeve hilbijartinê. Li Rihayê HDP'ê jî 12 namzet nîşan dane. 6 namzet jin 6 namzet jî mêr in. Yek ji van namzetên jin xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan e. Dîlek, mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund digere û xebata hilbijartinê dike. Dîlek ku di sala 1987'an de li gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê ji dayik bû, heta lîseyê li Xalfetiyê xwend û zanîngeh jî li Çukurovayê xwend. Dîlek ji ber li Rihayê mezin bûye, hemû pirsgirêkên Rihayê baş dizane.

'Ji bilî tekoşînê jiyana min tune'

Dîlek, anî ziman ku ji bilî têkoşînê jiyana wê tune û piştî lîseyê di nava xebatên ciwan û jinan de cih girt. Dîlek, jinan ji nêzîk ve dişopîne di nava tevgera azadiya kurd de xebata jinê meşand. Dîlek ku li Mêrsînê Beşa Turîzm û Seyranê ya Zanîngeha Mersinê kuta kir. Dilek, di heman demê de beşa Civaknasiyê jî xwendiye. Pratîka xwe ya civaknasiyê jî di nava xebatên jinê de pêk anîye. Dîlek ji ber ku di serdema zanîngehê de xebatên jinê meşandine, pirsgirêkên jinan ji nêzîk ve dizane.

'Jin edaletê dixwazin'

Dîlek anî ziman ku jin ji wê gelek bi hêvîne ku pirsgirêkên jinan çareser bikin û wiha got: "Li Rihayê gelek jinên ku zanîngeh xelas kirine û betal in hene. Disa jinên kedkar keda wan nayê dîtin. Li aliyê din hatina wan ne wekî hev e."

'Jin HDP'ê wekî hêviya jiyana nû dibînin'

Dîlek destnîşan kir ku jinan heta niha bi heviya ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin dengê xwe didan partiyan, lê partiyên ku diçûn meclisê pirsgirêkên jinan çareser nedikirin û wiha got: "Jin ji ber hişmendiya zilam li vir serdest e neyinî dikevin bin bandorê. Ji ber ku ez hem namzetek jin û hem jî namzetek ciwan im, hevî û baweriya jinan li hemberî min zêde ye. Hêviya jinan ji HDP'ê û projeya wê ya Jiyana Nû zêde ye. Jin HDP'ê wekî hevî dibînin. Ji ber ku perspektif û bîrdoziya HDP'ê ya jinê ye, bawerî û bendewariya jinan zêdetir e. Hêj neçûye meclisê jî em dibînin ku dibe bersiva pirsgirêkên jinan. Niha jî ji bo em pirsgirêkên jinan çareser bikin em xebatan dimeşînin. "

'AKP bi pereyan jinan bi xwe ve girê dide'

Dîlek, politîkayên AKP'ê jî rexne kir û da zanîn ku AKP li Rihayê bi pereyekî kêm gelek jin bi xwe ve girêdane û dixwaze bi van pereyên kêm jinan bixapîne. Dilek, da zanîn ku ger dewletek civakî be divê ne wekî alîkarî, wekî peyvir û erkekê xizmetê bike û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê bajarê bi santrala Hidroelektrikê herî zêde ceyranê diafirîne Riha ye. Lê li gel vê yekê pirsgireka av û ceyranê li Rihayê heye. Dîsa li gel bajarê çandinî, çotkarî û sewalkariyê ye, li Rihayê betalî di asta herî jor de ye. Ji ber heta niha ev pirsgirêk nehatine çareserkirin, hêvî ji HDP'ê gelek zêde ye."

'Min du caran hembêz dikin'

Dîlek eleqe û nêzîkatiya jinan a li hemberî xwe jî bi van gotina anî ziman: "Ji ber ez xwarziya Serok im, jin du caran min hembêz dikin. Carekê ji bo min, careke jî ji bo Serok min hembêz dikin. Jin ji bo serok pir bi germî û ji dil û can min hembêz dikin. Em hewl didin ku bibin bersiva daxwazên wan. Ji ber ez ji malbata Ocalan im ez rastî eleqeyek gelek mezin têm. 2 mehin em xebata hilbijartinê bi coşek mezin dimeşinin. Jinên ku min du caran hembêz dikin, nîşan didin ku li cem serokatiyê cih digirin û dilê wan ji Serokatiyê re ye."

Banga piştgiriya HDP'ê

Dîlek, destnîşan kir ku jin berî her tiştî dixwazin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe vê yekê ji dil û can tînin ziman. Dîlek, bang li hemû jinan kir û xwest jin piştgiriyê bidin HDP'ê ya ku ji sedî 50 namzetên wan jin in.

(mae/rc)