AKP'ê kir, lê ka pirsbikin çi kir?

10:36

JINHA

AMED - Namzetên jinên HDP'ê li ser silogana AKP'ê a hilbijartinê "Ew diaxivin AK Partî jî dike" bi nukteyek bersiv dan. Feleknas Uca got: "Bê guman AKP'ê mafdare, lê di 12'e salan de dizî, derew, lef û dolabê ku li hev zivirandiye tu kes nikare bike. Ez siyasetmedara salanim lê min tu kes weke AKP'ê ku xwedî li gotina xwe derneyê û her tim bireve min nedît." Piştî wê Çaglar Demîrel wiha got: "AKP'ê neke dibe qey, kir bê guman. Lê ka pirsbikin çi kir, jinan di malan de hepis kir û ciwanan bê kar hêşt."

Ji hilbijartinê re demek kurt maye, lê belê li her derê xebatên hilbijartinê bi lezgînî didome. Li tevahiyê Tirkiyê her hefte bolbordên hilbijartinê tên guhartin, lê ya herî ku zêde balê mirovan dikêşe bolbordê AKP'ê ye. Bi heftane durişmeya AKP'ê ya "Ew diaxivin AK Partî jî dike" buye rojeva medya yê. Vê carê bersiv ji namzetên jinên HDP'ê ya Amedê hat. Bersiva namzetan wiha ye:

Feleknas Uca: Hemû amûrên şer di destê wî de heye

Berî demek ji bo xebatên hilbijartinê em li gundek a navçeya Çinarê bun. Di çûyina xwe de me meş tercîh kin, ji ber ku wê demê em zêdetir gel dibînin. Bi carek re me dît konvoya hilbijartinê ya AKP'ê derbasbu. Ji bo parastina konvoyê weseyîtên zirxî, dopişk, wesayîtên polîsan ji bo ewlekariyê xwe her tişt kiriye. Bi îşareta serkeftinê em ber bi wan ve çûn û me got 'Way hûn bi xêr hatine ser axa me, netirsin em weke we, êrîşê gel nakin'. Bê deng riya xwe girtin û çûn. AKP'ê hingî bi derewên xwe gel xapandiye êdî rûyê wî nemaye derê pêşbirê gel. Lê li gorî nêrîna min ji xwe AKP'ê rast dibêje, ji xwe re rûnin û bifikirin, kî dikare weke AKP'ê ewqas derew bike? Mirovê ku dizî, hîle, def û dolabên ku li hev dizivrîne omrê wî ne rojeke di nava civakê de, lê AKP'ê xwe bi salane wiha girt. Mirovan dixe heyretê. Siyasetmedarekim lê bi salane ez rastî kesên ku wiha li dijî gotina xwe bixebite min ne dît. Gotinek a Kurdan heye; ' Sûwar hatin peya çûn' wê AKP'ê jî dê di 7'ê Hazîranê de li wesayîtê xwe siwarbin û ji Kurdistanê biçin.

Çaglar Demîre: Jina li malan de heps kir û ciwanan bê kar hêşt

Çewan dibêjin AKP'ê tiştek nekiriye, kiriye bê guman. Ev 12'e salin AKP'ê ji bo jin, zarok, pîr, ciwan û mêr ji hev perçe bike xebitî. Ciwana bê kar hêşt, jina di malan de heps kir, zarokan neçarê waneyê zorê kir, ma hîna wê çi bike? Bê guman her kes dema ku diaxivî AKP'ê dikir, belê kir lê ka pirsbikin çi kir. Îşte van def û dolaban li serê gel da meşandin.

Sîbel Yigitalp: Bi komêdî û trajediyê ve despêdike

Dibe ku her kes ji ber rûkeniya me ewqas nêzî me dibe û kenê xwe bi me re parve dike. Li ser van axan bi salayê êş û azar hat jiyan kirin, li cihê ku trajadî lê hebe li wir komêdî jî despêdike. Gelê ku ewqas êş kişandiye bi kêfxweşiyek mezin dê biçe sandoqan. Ji ber vê yekê em ji her tiştî re bi ken û nukte nêz dibin û em ji mirovan re nîşan didin ku siyaset bi kêfxweşî jî maqule.

Nesrîn Hîlal Şanli: Ya ku AKP'ê kiriye ne kirin, daye kirine

Emê bendavê îlahî derbas bikin. Wê demê xebatên ku em bikin hûnê bibînin. Ya ku AKP'ê kiriye ne kirin, daye kirine. Li kuderê hatî dîtin di hûndirê Sarayê de xizmeta gel tê kirin? Di siyaseta me de li ser xwesteka gel a wekheviya gel û parlementeran em xebatê xwe şev û roj didin meşandin. AKP'ê ger bixweze karbike dikare were Kurdistanê, li vir kar geleke. Bila dengê Dayikên Aşîtiyê bibihîse û daxweza gel re wate bide.

(rc)