'Rûbarên ji Tirkiyê diherikin dê tevlî Dîcle Firat û Mûnzûrê bibin
09:21
Dîlan Karamanoglu - Oyku Dîlara Keskîn /JINHA
EDÎRNE - Namzeta HDP'ê ya Edîrne ku di rêza 1'emîn de cih digire Hulya Yer, destnîşan kir ku Edîrne bajarekî pir nasnameyî ye wiha got: "Hemû rûbarên ji vir diherikin Tirkiyê ruh û can didin axê. Em dê ji vir rûbarên Merîç, Tunca û Ardayê bigirin û bi rûbarên Munzur, Firat, Dîcle û Zapê re bikin yek.
HDP'ê wekî partiya jinê bi silogana "Jiyana Nû" dikeve hilbijartinê û rastî eleqeyek mezin a gelan tê. Namzetên HDP'ê yên ku bi nasname û rengê xwe tevlî xebatên hilbijartinê dibin bi biryar û îdîane ku bibin dengê hemû nasname, bawerî û rengan. Namzeta HDP'ê ya Edîrneyê ku di rêza 1'emîn de cih digire Hulya Yer xwe wekî jinên li dijî feraseta zilam a serdest bi nav dike û li dijî hişmendiya zilamê zordar têdikoşe. Malbata Hulya Yer, di sala 1993'an de bi koçberiya zorê hatin li Stenbole bi cih bûn. Piştî beşek malbata wê koçî dervê welat bû ew jî demekê li dervê welat ma. Di sala 96'an de di Komeleya Pîr Sultan Abdal Canlar de cih girt. Piştre bi partiyên siyasî re xebatên xwe berdewam kir. Hulya, di sala 2011'an de di bin navê operasyonên KCK'ê de hat girtin. Hulya destnîşan kir ku di operasyonên li dijî kurdan hat girtin û 3 mehan girtî ma. Hulya, destnîşan kir ku di dema hilbijartina Serokomartiyê de serbest hat berdan û piştî hilbijartina giştî dest pê kir, namzetiya wê hat diyarkirin.
'Ya ku HDP'ê dike HDP û tîne hemberi pergalê jin in'
Hulya, destnîşan kir ku HDP wekî partiya jinê tê zanîn û yê ku HDP'ê dike HDP'e û li dijî pergalê dike hêz têkoşîna jinan e û wiha got: "Îro li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê jin nêviyê civakê ne. Civak ji nêvî mêr û nêvî jinê pêk tê. Lê jin her dem di bin desthilatdariya mêr de dijîn. Li mal, cihê kar û kolanan rastî zext û tundiya mêr tên. Em bûn ên din û dengê me hat qutkirin. Ruhê jinê vegeriya qada şerê li Rojilata Navîn û Cîhanê. HDP li dijî vê zordarî û serdestiyê derket. Ya ku HDP'ê dike HDP'e û li dijî pergalê dike hêz, têkoşîna jinê ye."
'Mîmarên civaka sincî û polîtik jin in'
Hulya, destnîşan kir ku HDP li ser jinan bandorek erênî û heyecanekê çêdike û wiha berhdewam kir: "Jin mîmarê civaka polîtîk û sincî ye. HDP'e li ser vê polîtîkayê xwe bi teşe dike. HDP partiya jinan e. Hişmendiya mêr a 5 hezar salan gelek tişt ji me jinan girt. Em tu carî nebûn xwe. Lê em dê bi HDP'ê vê pergalê biguherin û hîmê jiyana nû ava bikin. Em bi biryarin ku jinan di hemû qadên jiyanê de bikin xwedî vîn û gotin."
'Edîrne cihekî pir reng û nasnameyî ye'
Hulya, bal kişand ser rewşa hilbijartinê ya Edîrneyê jî û wiha berdewam kir: "Edîrne cihekî pir rengîn, pir bawerî û pir nasnameyî ye. Ez li cihekî wisa wekî manzeta jin zahmetiyê dijîm. Gef li min tên xwarin. 2 namzetên mêr jî hene, lê ew rastî gefan nayên. Her roj peyamên gefan ji min re dişînin. Em li vir li dijî hişmendiya paşverû ya mêr têdikoşin. Edîrne yek ji bajarê mozaîk ên Tirkiyeyê ye. Li vir tirk, pomak, roman, kurd, LGBTÎ û arnavutî hene. Dema em hatin vir pir balkêş li me dinerîn. Gef li me xwaribûn. Em rastî tacîzê hatin. Li aliyekî vir kesên demokrat ên sosyal, li aliyê din jî nijadperest û faşizan heye. Gelê Edîrneyê ji aşîtî, demokrasî û aramiyê hez dikin."
'Mezinbûna HDP'ê AKP'ê ditirsîne'
Hulya, erîşên li ser buroyên HDP'ê û endamên HDP'ê jî nirxand û destnîşan kir ku ji ber AKP ji mezinbûn û hêza HDP'ê ditirse van êrîşan zêde dike. Hulya, da zanîn ku wekî buroyên AKP, CHP, MHP'ê buroyên HDP'ê jî li vir hene û wiha got: "Êrişên li vir tên kirin li dijî gelên Edîrneyê tên kirin. Kesên li vir êrişî me dikin, ji ber ji HDP'ê ditirsin êriş dikin."
'Serkeftina mezin dê di 7'ê Hezîranê de pêk bê'
Hulya, bal kişand ser eleqeya esnaf û gelan û anî ziman ku ew dê serkeftina herî mezin di 7'ê Hezîranê de bi dest bixin û teqînên li Edene û Mêrsînê li dijî wan pêk hatin vala derxin.
(mae/rc)