Dîlan Taşdemîr: Gelê Agirî HDP'ê hêvî dibîne

09:31

JINHA

AGİRÎ - Dîrayet Dîlan Taşdemîr ya ku bi sala ye cihê xwe di têkoşîna tevgera jina Kurd de girtiye, armanc dike dengê jinan bighîne Meclîsê. Dîlan a ku li Agirî yê weke Namzeta Parlementer ya di rêza 3'ê mîn de hatiye nîşandan, diyar kir ku jinan ew bi germahî û coşek mezin pêşwazî dikin û gelê Agirî HDP'ê hêvî dibîne.

Agirî yek ji bajarên ku herî zêde hişmendî û tundiya mêr li ser jinan xwe dide hîsskirin, ji bo dengê jin bê bihîstin, du namzetên parlementeriya jin ên HDP'ê li Agirî yê armanc dikin ku dengê jinan bigînin Meclîsê. Namzetên bajêr Leyla Zana û Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo ku xwe bighînin hemû jinan, mal bi mal tax bi tax gund û hemû navçeyê wê digerin. Dîrayet Dîlan Taşdemîr a ku li Agirî yê weke Namzeta Parlementer ya di rêza 3'ê mîn de hatiye nîşandan, bi hilbijartinê re dê têkoşîna jinan bibe rojeva Meclîsê. Dîlan di sala 1982'an de li Agirî yê tê dinê û heya dema zanîngehê xwe li wir dijî, ji ber vê yekê pirsgirêk û zehmetiyên ku jinên bajarê Agirî yê dijîn jî dizane. Dîlan a ku bi salane li Agirî xebatê jin û siyasetê dike, her wiha bi salane cihê xwe di nava tevgera jina Kurd de girtî û xebat daye meşandin. Dîlan di sala 2009'an de, di operasyonên KCK'ê de tê girtin. Piştî 5 ji girtîgehê derket, ew cardin xebata xwe ya tevgera jina kurd domkir. Dîlan niha jî, ji bo ku pirsgirêkê jinên Agirî yê çareser bike, bu namzeta parlementeriya HDP'ê û xebatê hilbijartinê pêk tîne.

'HDP'ê partiya jina ye'

Dîlan da zanîn ku HDP'ê partiya jina ye û ji ber vê yekê ew cihê xwe di nava HDP'ê girtiye û wiha domkir: "Partiya HDP'ê bi pêşengtî, însiyatîf û bi hişmendiya jin tê rêvebirin. Jinên ku cihê xwe di nava HDP'ê de girtine û jinên ku cihê xwe di nava têkoşîna jinan de girtine di nêrîn de yek in. Ji ber vê yekê jin tenê dikare di nava HDP'ê de bi nasname, reng û hişmendiya xwe, xwe îfade bike. Ji ber vê em di nava HDP'ê de ne."

Piştî ku ji girtîgehê derket ew cardin têkoşîna xwe domand

Dîlan behsa demê girtîgehê kir û da zanîn ku ew wek tevgera jin armanc dikirin ku li Tirkiyê azadî û demokratîkbuyînê pêşbixin lê ew di sala 2009'ê rastî operasyonê KCK'ê hatine. Dîlan her wiha da zanîn ku, ruxmî ew 5 sal li girtîgehê maye mafê parastinê nekiriye û wiha pêde çû: "Bi temamî pêvajoyek keyfî û polîtîk bu. Piştî ku ji girtîgehê derketim jî min hêviya xwe a Tirkiyek demoratîk winda nekir. Di vê çerçoveyê de pêwîste têkoşîn hîn zêdetir bê bilind kirin. Cardin bi têkoşîna siyasî bi pêşengiya jin biryara azadî û demokratîkbûyînê bi HDP'ê re li Tirkiyê me esas girt."

'Gelê Agirî yê nêzîkatiyê AKP'ê baş analîz dike'

Dîlan her wiha diyar kir ku, ew bawer dike ku dê gelê Agirî ji "Jiyana nû re" bêje erê û her 4 namzetên xwe bişîne Meclîsê. Dîlan anî ziman ku, di xebatê hilbijartinê de ew ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên û ji ber vê yekê jî ne tenê bawerî ew wisan dibîne ku dê encamê baş bi dest bixin. Dîlan da zanîn ku gelê Agirî HDP'ê hêvî dibîne û her wiha gelê Agirî xebatê AKP'ê baş dişopîne, hem parlementerên AKP'ê hem jî şaredarên berê û hem jî hewildana wan a çareserkirina pirsgirêka gelê kurd baş analîz dike. Di heman demê de Dîlan diyar kir ku, piştî provakasyonên demê dawî gelê Agirî li hember dewletê pir hesas buye.

Dîlan destnîşan kir ku ji ber van sedeman gel ji namzetên HDP'ê bi hêvîne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Baweriya gel bi heqîqeta HDP'ê heye û dixwezin cihê xwe di nava heqîqetê de bigrin. Jin, ciwan, mêr û pîrên ku berê dengê xwe ne didan HDP'ê êdî ew jî dixwezin di nava heqîqeta HDP'ê de cih bigrin. Hêviya hemû gelê Agirî heye ku serkeftinê bi dest bixin."

(rc)