HDP'ê li dijî hîleyên hilbijartinê hişyarî kir!
09:32
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Navenda Stratejiya Hilbijartinê ya Amedê ya HDP'ê ji ber di her hilbijartinê de lîstik û hile peş dikevin, ji niha de dest bi girtina tedbîran kir. Navenda Stratejiya Hilbijartinê hilbijêr û muşahîd hişyar kir û bal kişand ser lîstik û hîleyên berî hilbijartin û piştî hilbijartinê. Endama Navenda Stratejiyê Ezra Elbîstan, destnîşan kir ku pêkan e di vê hilbijartinê de AKP seri li hemû lîstik û hîleyan bide û wiha got: "Dibe ku AKP'ê ji bo HDP'ê sûcdar bike û rê li pêş provokasyonan veke pusulayên li ser 'Evet' an go 'Tercîh' di roja hilbijartinê de bavên ser sergoyan û derdorên rêyan û rê li pêş betalkirina hilbijartinê ya herêmê vekin.
Navenda Stratejiya Hilbijartinê ya Amedê ya HDP'ê, xwe amade dike ku li dijî lîstik û hîleyên ku di roja hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîranê ya li Tirkiyeyê pêk bê tedbîran bigirin û destûr nedin roja hilbijartinê listik û hîle bên lîstin. Endama Navenda Stratejiya Hilbijartinê ya Amedê ya HDP'ê Ezra Elbîstan, têkildarî lîstik û hîleyên ku heta niha hatine kirin û tedbîrên ku bên stendin agahiyên girîng dan.
Li deng û pusulayên sexte baldar bin!
Ezra, destnîşan kir ku dibe di roja hilbijartinê de pusula û mohrên sexte bên belavkirin û wiha got: "Divê muşahîd baldar bin ku dema hilbijêr ketin cihê dengdayînê ka di destê wan de pusula û mohr heye ya na. An jî dema derketin di destê wan de pusulaya vala heye ya na. Dîsa ger ku rastî bûyerê wisa hatin divê pusulayên wergirtine wekî qanit nîşan bide." Ezra, da zanîn ku ji bo HDP'ê sûcdar bike û têxe bin gumanan dibe ku di roja hilbijartinê de mohr û pusulayên sexte bavên ser sergoyan û kêlekên rêyan xwest her kes li hemberî vê yekê hişyar bin.
'Divê pusulayên dengan neyên mohrkirin û bidin'
Ezra xwest Serokê Lijneya Sindoqan pusulayên dengan mohr neke û bide hilbijêran û wihagot: "Divê mohra Lijneya Hilbijartinê tenê li pişta pusulayê hebe. Divê li pêş pusulayê cihê partiyan tu mohr tune be. Ji ber ku roja hilbijartinê herî dereng sindoq saet di 07.00'an de tên komkirin û karbeşi tê kirin divê hemû pusula û zarf ji torbeyan bên derxistin. Divê hemû pusula û zarf rast bên jimartin. Divê bi taybetî peyvirdarên li ser sindoqê bixwazin ku hemû zarf û pusulayên dengan ji aliyê ji aliyê lijneya sindoqê ve hatiye mohrkirin û ev yek bi biryara Lijneya Sindoqê bê kirin. Divê ev biryar jî li defterê bê nivîsandin. Divê destûr neyê dayîn ku zarf, pusulayên dengan ji derve bên û rê li pêş vê yekê bê girtin.
Divê wextê dengavêtinê bê kontrolkirin
Ezra, da zanîn ku dibe kesên xwendin û nivîsandina wan tune be pusulayên mohra 'Evet' ango 'Tercîh' bê dayîn û pêwiste di vê mijarê de hilbijêr bên agahdarkirin û dema muşahîdan pusulaya dengan dan hilbijêran baldar bin û wiha berdewam kir: "Dema pusula û zarf dan hilbijêran divê muşahîd baldar bin û destûr nedin ku di wê kêlikê de lîstik û hîle bên kirin. Heta ku ji destê wan bê dê bixwazin ku dengên HDP'ê bê hukim bikin. Ji ber vê yekê divê muşahîd ji serê sibê heta êvarî çavên wan vekirî bin û li hemû geşedanan baldar û hişyar bin.
'Dibe ku bi biyaniyan dengan bidin avêtin'
Ezra, da zanîn ku dibe peyvirdar li gelek sindoqan dengê xwe bikar bînin û xwest muşahîd li hemberî vê yekê jî hişyar û baldar bin û wiha lê zêde kir: "Divê muşahîd baldar bin ku bi Belgeya Mînak a 142'an deng avetiye ya na, Ger ku deng avêtibe jî ev belge hatiye îmzekirin ya na. Dîvê dîsa baldar bin ku kesên biyanî li şûna miriyan dengan bikar nîne. Dibe ku bi taybetî yên Sûriyê dengan bikar bînin. Ji ber vê yekê divê muşahîd karibin hilbijêran nas bikin.
Dîsa divê destûr nedin ku li şûna kesên xwendin û nivîsandina wan tune be vekirî dengan bikar bînin û destûr nedin li şûna wan deng bê bikaranîn."
Ezra, destnîşan kir ku li gorî xala 135'an bi tu awayî Serokê Lijneya Sindoqê nikare biçe cihe deng bikaranînê divê hilbijêr û muşahîd bên agahdarkirin.
'Dibe ku muşahidên HDP'ê ji sindoqê bên dûrxistin'
Ezra, da zanîn ku dibe di roja hilbijartinê de muşahîdên HDP'ê ji sindoqê bên dûrxistin û wiha lê zêde kir. "Ji bo ku kaosê derxin û li ser sindoqê lîstikan bikin dibe ku peyvirdarên HDP'ê ji sindoqan dûr bixin. Ji ber vê yekê jî divê peyvirdar û erkdarên sindoqan û muşahîd di aliyê zagonî û mafê wê de xwedî agahî bin. Dibe ku Serokê Lijneya Sindoqê giliyên muşahidên HDP'ê li ber çavan negire. Lê divê muşahîd mafê xwe yê zagonî zanibin û destûr nedin vê yekê."
Dibe ku zarfên vala bavêjin sindoqan
Ezra, bibîrxist ku cihê HDP lê xwedî hêz e dikarin zarfên vala jî bavêjin sidoqan û hewl bidin ku hemû sindoqê pûç bikin. Ezra, xwest muşahîd di her alî de xwedî agahî bin û hişyar bin.
'Li îxbara bombe heye' baldar bin
Ezra, bilêv kir ku çiqas lîstik û hîleyên tên aqilan dikare bên kirin û pêkan e ku beriya hilbijartin biqede îxbara bombeyê jî bê kirin da ku li ser sindoqan guhertin û hîleyan bikin. Ezra xwest li gel vê îxbarê jî divê muşahîdên HDP'ê ji sindoqê dûr nekevin û sindoqê biparêzin. Em muşahîdan li ser zarfên derbasdar u ne derbasdar û her wiha hîleyên ku bên kirin perwerde dikin. Dîsa li ser vê mijarê Kilavuzê Destan ê Muşahîdan ji aliye Komîsyona Zanin û Pêkanînê û Muşahîdên Navendî ve hatiye amadekirin belav dikin. Hemû agahî di vê klavuzê de heye û divê muşahîd girtekên herî dawî baş kontrol bikin.
(mae/rc)