Feleknas Uca li Çermûgê saziyan zîyaret kir

19:25

JINHA

AMED - Namzeta parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, rêveberên HDP û DBP'ê di der barê xebatên hilbijartinan de li navçeya Çermûgê ya Amedê sazî û esnafan geriyanDi van zîyaretan de Feleknas ji welatiyan piştgirî xwest û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo azadiya gelan pir girîng e lewre ev hilbijartin dê xeta demokrasiyê an jî dîktatoryayê diyar bike.

Namzeta parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, rêveberên HDP û DBP'ê di der barê xebatên hilbijartinan de li navçeya Çermûgê ya Amedê sazî û esnafan geriyan. Welatiyên ku bi hêviyên mezin destek didin pêvajoya hilbijartinê iddayên xwe bilind digrin û ji bo encamên hilbijartinê bendewariyên xwe anîn ziman ku wê benda hilbijartinê bi hêsanî derbas bikin. Li ser pirsa welatiyek ku HDP bi CHP'ê re îtifak bike an na? Feleknas bersivand û anî ziman ku HDP ne li hember ittifaka ye û xeta demokrasiyê diparêze. Feleknas got: ''CHP bi salane di parlamentoyê de ye lê bi tû awayî pêşiya AKP'ê negirtiye û hêzek dernexistiye holê. Pêwisteke li hember sîyaseta AKP'ê ittifakek bi hêz hebe, ittifaka gelan pêk were.'' Feleknas gera xwe ya saziyan berdewam kir û navenda rehabilitasyonê ya Melîke Belkis zîyaret kir û li vir bi zarokên astengdar re mijûl bû daxwazên wan guhdarî kir.Feleknas diyar kir ku li Tirkiyê nêzî 12 milyon kes astengdarî dijî û di rewşên ne baş de têdikoşin, tenê tên hîştin. Feleknas got: '' kesên astengdar ji hezkirin û eleqaya mirovan kêfxweş dibin, hêz digrin. Baweriya bi vî awayî girîng e.'' Feleknas midûryeta TEDAŞ'ê jî zîyaret kir û li vir di navbera Feleknas û berpirsyarên TEDAŞ'ê de axaftinek îronîk derbas bû. Feleknas ji berpirsyaran xwest ku roja hilbijartinê li trafoyan miqate bin ku pisik nekeve trafoyan. Ser vê berpirsyarên TEDAŞ'ê jî soz da ku pirsgirêkên bi vî awayî neyê jiyandin. Feleknas ji bo serlêdana nexweşan çû Nexweşxaneya Dewletê jî û li vir qeranfîlên sor da nexweşan. Feleknas bi xebatkarên nexweşxaneyê re jî eleqedar bû û da zanîn ku ji bo polîtiqayên tenduristiyê biguhere divê hemû kes destek bide HDP'ê. Feleknas herî dawî şaxa Egitim-Sen'ê, Midûryeta Çandiniyê, weşanxane û rojnameyên heremî wek Rojnameya Kaplıca û Çermûg, kontrola ariza yê DEDAŞ'ê, Ocax a Tendûristiyê zîyaret kir. Di van zîyaretan de Feleknas ji welatiyan piştgirî xwest û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo azadiya gelan pir girîng e lewre ev hilbijartin dê xeta demokrasiyê an jî dîktatoryayê diyar bike.

(ch)