Ji Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya HDP'ê
12:03
JINHA
SÎNE - Welatiyên bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê bi pankartên 'Serkeftina HDP'ê serkeftina aştiyê ye' û 'HDP vîna gelane' piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê dan diyar kirin.
Kurdên li her çar aliyê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê dijîn ji bo serketina HDP'ê di nava liv û tevgerêdenin. Welatiyên bajarê Sine yê rojhilata Kurdistanê jî daxwaz ji hemû azadîxwazên bakûrê Kurdistan û Tirkiyê kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê. Welatiyên bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê jî piştgiriya xwe ya ji bo HDPê nîşan dan. Welatiyên Sine tevî hemû zext û zordariyên rejîma Îranê, bi bilindkirina poster û logoyên HDP'ê piştgiriya xwe anîn ziman. Welatiyên Sîne pankertên bi sernivîsên weke ‘Ez HDP yîme", "Serkeftina HDP'ê serkeftina aştiyê ye" û "HDP vîna gelane" hildan.
(zt)