Jinên Sêrtê ji bo jiyanek azad dibêjin HDP e

10:34

JINHA

SÊRT - HDP ya ku bi duruşma 'Nûneriya wekhev' ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin tê. Di vê hilbijartinê de xala hevbeş ya jinên banga dengdana HDP'ê dikin polîtîkaya HDP'ê ya ser jinan û ji bo jinan daxwaza jiyana azade.

Rojên dawiyê yên hilbijartina 7'ê Hezîranê ku hemû Tirkiye têde kilît bûyî tên jiyîn. Li hemû navendên Tirkiyê HDP bi nîşandana namzetên jin û nûneriya wekhev di çavê jinan de ji partiyên dinê cuda tê dîtin. Xebatên hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dike. Li Sêrtê jî 3 namzetên HDP'ê nîşan dayî derî derî digerin bi şahî û civînan HDP'ê vedibêjin. HDP ya bi duruşma "Emê biçin HDP'ê Emê bilin meclisê" ji ser zimanan neketî jinên Sêrtê jî alîgirên HDP'ê ne. Jinên Sêrtê diyar kirin ku bi tayîbetî di 21'ê Nîsanê de diyarkirina danezana jinan bangorek mezin ser wan kiriye ji ber wê jî ew xwe herî zêde di nava HDP'ê de dibînin. Jinan dan zanîn ku ji ber hêza pêşengiya HDP'ê jin û ciwanin ji ber wê jî ew vê polîtîkaya HDP'ê di ecibînin.

'Ji bo nasnama jina azad deng bidin HDP'ê'

Meryem Tokal anî ziman ku ji bo cîhanek renga reng ew dengê xwe dide HDP'ê. Jina ciwan Rozerin Ozek jî destnîşan kir ku ji bo wê jiyanek azad giringe, ew wê jiyana azad jî di nava HDP'ê de dibîne û wiha got: "Ji bo jiyanek azad deng bidin HDP'ê. Fulya Kiliç jî bilêv kir ku ji ber ji bo azadiya jinan tekoşîna herî mezin HDP dide ji bo wê deng dede û bang li hemû jinan kir û got: "Ji bo nasnama jina azad deng bidin HDP'ê." Axîn Ozer jî derbirî ku ji bo her kes bi zimanê xwe yê dayîkê birame û bijî, ji bo girêdana jinê û zimanê dayîkê ew deng dide HDP'ê û got: "Ji bo parastina mafê jinan deng bidin HDP'ê. Elif Tirpan jî anî ziman ku newkheviya herî mezin gelên herêmê jiyan kiriye û wiha domand: "Ez di wê baweriyê deme partiya ku van kêmaniyên newekheviyê ji holê rake tenê HDP ye. Ji ber wê jî dengê min ji bo HDP'ê ye." Şehriban Dalkiliç jî destnîşan kir ku ew kelecana yekem car dengdayînê dijî û wiha berdewam kir: "Ji bo girtiyên siyasî serbest bên berdan, xwîna diherike bê rawestan, dawî li tacîz û tecawîzên ser jin û zarokan tên kirin bê dengê min ji bo HDP'ê ye."

'Ji bo tacîz û tecawîz raweste deng bidin HDP'ê'

Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir jî balkişand ser bûyîna HDP'ê ya partiya jinan û wiha dom kir: "HDP partiya alîgirê yên tên perçiqandin, mêtînger kirin û weke yên dinê tên dîtine." Belkiza bilêv kir ku li Tirkiyê cara yekem buroyên jinan yên hilbijartinê ji aliyê HDP'ê ve hatine vekirin û wiha domand: "HDP partiya ku nûneriya wekhev bi ser xistiye. HDP girtingiyê dide jin û ciwanan. Mirov dikare HDP weke malbatek mezin bi nav bike. HDP hemû reng û dengên cud yên Tirkiyê di bin yek banî de komkirinê bi ser xistiye." Belkiza bang li hemû jinên li Tirkiyê kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û wiha dom kir: "Dengê xwe bidin HDP'ê. HDP partiya ku ji bo nûneriya me kedê didiye ji ber wê jî divê tayîbetî jin dengê xwe bidin HDP'ê."

Namzeta Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Hatice Seviptekin jî banga deng dana HDP'ê kir û got: "Em jin ji bo tawestandina tacîz û tecawîzê, ji zarokên xwe re xwestina pêşerojek azad dibêjin deng bidin HDP'ê."

(zt)