KONDA yê encamên dawiyên anketan diyar kirin
14:51
Hezîran
4
/ 2015
JINHA
STENBOL - Kompaniya KONDA encamên anketa xwe ya di navbera rojên 30-31ê Gulanê de çêkirî ragihand. Li gor wê yekê rêjeya dengên HDPê gihiştiye sedî 12.6'an.
Li gor encamên anketa kompaniya KONDA ku li Tirkiyê cihê baweriyê ye, rêjeya dengên HDPê sedî 12.6, AKP sedî 41, CHP sedî 27.8 û MHP jî sedî 14.8 e. Li gor KONDAyê rêjeya beşdarbûna dengdêran a di hilbijartinê de sedî 88 e.
Anket li 30 bajar, 126 bajarok, 202 tax û gûndan, ligel 3 hezar û 543 kesan rû bi rû hatiye encamdayîn.
(zt)