Fîgen Yuksekdag: Jinên ku pişta xwe dan Erdogan berê xwe dan pêşeroja Azad
16:24
JINHA
ŞIRNEX - Di mitînga jiyana nû ya Şirnexê de Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku jinên wêrek ku pişta xwe dane Erdogan wan berê xwe daye pêşeroja azad.
Li Şirnexê HDP’ê di çarçeveya xebatên jiyanek nû de mîting li darxist. Di setên sibê de ji Cizîr, Hezex, Slopî, Qileban, Beytuşebab bi sedan wesayît bi rê ketin û ber Qada Azadiyê ya Şirnexê ve herikîn. Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag, Namzetê HDP’ê yê Şirnexê, Hevşaredarên Şirnex û navaçeyan û bajarokê wê, Meclisa KJA’yê, hevserokê bajar û navçeyan ên HDP’ê DBP'ê jî di navê de gelek sazî û dezgahên sivîl û sed hezaran welatî tevlî mitingê bûn. Mîtinga ku jin bi cilê xwe yê herêmî reng danê de pankartên "Ne tenê Amed, Botan, Serhet em tev bi hev re li pişta xwe vedigerin” hat vekirin, dovîzên “Roboskî, Kobanê, wê te defin bikin sindoqan û tu wê nebî serok”, “Emê ampulan vemirîn roj têra me dike” û “ Pisîk di bin kontrolê da ne” hatin rakirin û bê navber durêşmên “Bizler HDP, bizler meclise” “Deng namus e namus nayê firotin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berz kirin. Piştî deqyek rêzgirtinê hunermend Demhat Botan û Comerd derkertin ser dikê û bi sitranên xwe coşa qadê zêde kirin. Du re Hevserokê HDP û DBP’ê Namzetê HDP’ê yê Şirnexê derketin ser dikê û gel silav kirin.
Axaftina despêkê Namzata HDP’ê Aycan Îrmez kir. Aycan diyar kir ku di sala 1992’an de li vê qadê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û îro ev gel li şehîdê xwe xwedî derdikeve û ev yek nişan dide ku tu bendav li pêşiya wan nenmane. Aycan got ku ewê bi rihê Şengal û Kobanê xwedî li xwe derkevin û wiha axivî: “Çawa yekîtiya gelê Kurd li Kobanê em bi ser xistin ev yekîtî wê bendan jî ji pêşiya me rake." Namzeta HDP’ê Leyla Birlik jî got ku îro Şirnex wek dara azadiyê şîn bûye û wiha got: "Ev dar bi xwina şehîdan hatiye avdan. Ev dar dara partiya demokratik a gelan e. Ev rewşa ku em dibînin ne hewceyî gotina ne, ev rewşa we mizginiya jiyana ku bi felsafa Rêber Apo hatiye hunandin.”
'Despêkê hesabê Roboskî û Nîhat bidin'
Derketina Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ya ser dikê ji aliyê Şirnexiyan ve bi coş hat pêşwazî kirin. Fîgen jî gel bi Kurdî silav kir. Fîgen da zanîn ku niha li hemû qadan gel li dora banga HDP’ê ya mirovatiyê civiya ye û wiha axivî: "Gelê Botanê berxwadanê, îxanetê, îşkencê gelek baş dizane. Gelê Botanê li dijî hemû işkence û inkaran sekinî û niha ber bi azadiyê ve diçe.” Fîgen got ku di salê 90'an de gelê Botanê li vê qadê hatine kuştin û wiha dewam kir: "Eynî li vê qadê gelekî ku hundakiriye nîne gelkî ku bi serketiye heye.” Fîgen gotinê AKP’ê ên weke 'me OHAL rakir' rexne kir û wiha got: "Ji rojaka ku AKP hatiye serî disa gelê me hatin Kuştin. Li Roboski 34 welatiyê me bi aweyekî hovane hatin kuştin hîn jî hesabê vê yekê nedane lê bi aweyekî bê şerm tên ji gelê Kurd dengan dixwazin. Pêşî hesabê Roboskî û Nihat bidin. Ev sê salin tiştek ji doza Roboskî derneket dadgeh kesê ku fermana qetliamê daye di parêze hund tev dizanin kî ferman daye.”
Fîgen desnîşan kir ku Erdoganê fermana qetliama Roboskî daye îro dixwaze bibe serok û wiha pêde çu: "Hin xwina destê te zuha ne bûye. Em kesê ku zar û zêçê me di kujin nakin serok û emê bi hemû gelê Tirkiyê re hesabê Roboskî bipirsin.” Fîgen got ku wan çawa li Agirî komployê wan vala derxistin û dersa mirovahiyê dan ewê disa dersa mirovahiyê bidin AKP’ê."
Fîgen bi bîr xist ku Şirnex di hilbijartinên Serokaomariyê de rekor şikandiye û ew bawere disa Şirnex rekor bişikin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew jinên wêrek ku pişta xwe dan Erdogan wê berê xwe bidin pêşeroja azad.”
(ma/zt)