Ji Edeneyê banga ji bo ewlehiya hilbijartinê

09:08

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Komisyona Navenda Edeneyê ya Hilbijartinê ya HDP'ê diyar kir ku wan ewlehiya di derbarê hilbijartinê de girtine û bang li hemû welatiyan kirin ku dema dengê xwe xebitandin li sindoqan xwedî derkevin.

Endamên Komisyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Navenda Edeneyê dan zanîn ku wan ji bo ewlehiya sindoqan muşahîd amadekirine, ji bo rêlipêşiya hemû hîleyan girtinê xebatên wan berdewam dikin. Ji Komisyonê Gulseren Tural destnîşan kir ku li Edeneyê 1 milyon 452 hezar û 792 kes deng didin, bi giştî 5 hezar û 51 sindoq tên danîn. Gulseren bilêv kir ku li 9 navçeyên Edeneyê masê kirizê yê hilbijartinê hatiye amadekirin. Gulseren anî ziman ku dê bi wî awayî baştir bi tendurist deng bên xebitandin.

Gulseren derbirî ku pirsgirêkên derkevin dê hema mudaxele bikin û wiha domand: "Bi giştî li navend û navçeyên wê xebatên me yên ewlehiyê li ber qedandinêne. Li navçeyên weke Yumurtalik, Ceyhan û Karaisali yê me amadekariyên xwe kirine. Me amadekariyê masê kirîzê yê 7'ê Hezîranê jî kiriye. Girêdayî xebatên hilbijartinê em bi hiquqnasan re jî runiştine tişta pêwîst emê bikin."

'Bila gelê me li dengê xwe xwedî derkevin'

Gulseren bang li hemû welatiyan kir ku li dengê xwe xwedî derkekvin û wiha berdewam kir: "Divê hemû welatî dema dengê xwe da li dengê xwe xwedî derkeve. Divê her kes dengê xwe bixe bin ewlehiyê. Divê hemu kesîm li hember dizîna dengan baldarbin. Çiqas em ewlehiya sindoqan bigirin kême. Divê gel li sindoqan xwedî derkevin. Divê heya jimartina dengan her kes teqîbciyê dengê xwe be. Baweriya me bi gelê me heye. Emê bi gelê xwe re bendê hilweşînin."

(zt)