Li Qersê gel bi tehdîdên AKP'ê re ru bi ru ne

09:11

Şehriban Aslan /JINHA

QERS - AKP ya bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike li Qersê derî derî digerin ji welatiyan re soza dayîna pere û zexîreyan dikin û tayîbetî jî ji jinan dengan dixwazin. Fatma Taş diyar kir ku bi dehan caran ji wê deng xwestine û got: "Bila gel alîkariyê bigirin lê dengê xwe nedin. Alîkarî AKP nade. Ji xwe mafê meye didin me."


Ji hilbijartinê re demek kin maye, yek ji partiyên xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin AKP ye. AKP di nava welatiyên li Yeşilkart TOKÎ ya Qersê dirunin xebatên xwe yên hilbijartinê bi tehdîdan berdewam dikin, welatiyan tehdîd dikin ku dengê xwe bidin AKP'ê. Dema ku AKP'ê qadên çalakiyan vala dîtin, vêcarê jî derî derî digerin soza pere û zexîreyan didin welatiyan. Fatma Taş ya li Yeşilkart TOKÎ yê dirune da zanîn ku çend jinên AKP'ê çune mala wan û soza alîkariya pere û zexîreyan dayînê ji wan re dane. Fatma destnîşan kir ku wê alîkarî ne pejirand lê her dem jinek telefona wê dike û wiha domand: "Jina ku li min digere bi xwe MHP yiye, lê ji ber petronê wê AKP yiye wê dide zorê ji ber wê li min digere. Wê jinê ji min xwest ez îmzayekê bidim piştî hilbijartinan AKP 400 lîra pere bidin min."

Soza 'Piştî hilbijartinan 400 lîra pere'

Fatma anî ziman ku çar- pênc jinên AKP yî çune mala wan û nasnama wê ya T.C ê xwestine û wiha berdewam kir: "Dema ku ew jin hatin mala me ji ber ez di xebitim ez ne li mal bûm. Keçên min li gel jinan axivîne. Jin dema hatine pirsa min kirine, di destê wan de kaxezek hebûn, nasnama min ya T. C ê xwestin û xwestine ez îmzayê bidim. Jinan gotine: 'Emê hem alîkariya pere û hem jî alîkariya zexîre bikin.' Keça min jî gotiye: 'Pêdiviya me ne bi pere û ne jî bi zexîre nîne.'" Fatma bilêv kir ku piştî hefteyek jinek li wê geriyaye û wiha dom kir: "Jina li min digere bi xwe MHP yiye, lê petronê wê AKP yiye û wê dide zorê. Jinê ji min xwest ku ez îmzayekê bidim û piştî hilbijartinan AKP 400 lîra pere bidin min. Çar pênc carên dinê jî teklîfa pere û zexîre hetin lê min bi ti awayî ne pejirand."

'Alîkariyê bigin lê dengê xwe nedin'

Fatma derbirî ku bila kes dengê xwe ne firoşe û tenê daxwaza wê HDP bendê derbaskeye. Fatma anî ziman ku her dem partiyên din Qersê digirin lê ji bo Qersê tiştekê nakin û wiha domand: "Tenê ricaya min ji gelê Qersê ye ku tenê carekê jî be dengê xwe bidin HDP'ê û biceribîne. Dê paşê bibînin ku pişman nabin. Çend kes beranberî pere û zexîre dengê xwe difiroşin. Ez bang li wan kesan dikim; heger ku îro em di malên xwe de bi rehetî dixwin, vedixwin, rudinin radibin bi saya tekoşîna partiya meye. Me li gund kêm îskence nedîtiye, hîna me di kirayan de nin. Me kêm ji destê dewletê ne kêşaye, em hemû perîşan kirine. Bila gel alîkariyê bigirin lê dengê xwe nedin. AKP alîkariyê nade. Mafê me weke alîkariyê dide me."

Fatma bi tayîbetî bang li jinan kir ku vê carê dengê xwe bidin HDP'ê.

(zt)