'Dê 7'ê Hezîranê gel bawerî û newet nefes bigirin'

09:12

Sarya Gözüoğlu/JINHA

AMED - Berdevka Meclisa Jinên Êzidiyên Almanyayê Sabriya Sevsat diyar kir ku dema HDP têdeve meclisê dê hemû gelên ji bawerî û rengên cuda ser vê erdnîgariyê dijîn nefesê bigirin.

Di çarçova xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê de Heyeta Tevgera Ezidî a Almanya û derdorê cuda pêkdihat Navenda HDP'a Amedê ziyaret kirin. Sabrîya Sevsat ya ku di nav Heyetê de cîh digire destnîşan kir ku Rojhilata Navin mozaîka gelan ne û wîha pede çû: ''Gelên di nav vê mozaîka de dijî bedelên pir giran dan. Yek ji gelên pir bedel dane jî gelê Êzîdî ne.''

Sabriya destnîşan kir ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Şengalê re gelê êzidî ketin nava rewşek gelek giran û wiha axivî: ''Em bi êşin lê ji bo me kefxweşîye ku di hilbişartinê de HDP bendê derbaske û bi ser keve." Sabrîya bilêv kir ku hembûna 3 namzetên Êzîdî di nav HDP'ê de ji bo wan gelek giringe û wiha domand: "Weke gelê Êzidî me gelek koçberî jiyan kir. Lê di van 30 salên dawî de bi saya tekoşîna tê meşandin em li erdnîgariya xwe vegeriyan. Ji ber wê jî tenê em bi tekoşînek romet dikarin ser xaka xwe bijîn. Dema ku HDP bi ser bikeve dê ji bo Mezopotamya ya mozayîka gelane jî bibe şansek mezin. Dê bi serketina HDP'ê gelên xwediyê bawerî û rengên cuda nefesê bigirin."

Sabrîya anî ziman ku di Rojhilata Navind lîstikên qirêj hene, bi tayîbetî lîstikên herî qirêj jî ser jinan tên lîstin û wiha berdewam kir: ''DAIŞ'ê bi navê Îslametîyê yazde hezar jinên êzîdî revandin tecavûz kirin û li bazaran firotin. Ji bo me ev êşek herî mezine. Emê wê êşe qet ji bîr nakin. Bila jinên musliman û elewî xwedî li jinên Êzîdî derkevin. Bila destê xwe bidin deste me. Em li hember baweriya wan rêzdarin lê divê ew jî xwedî li me derkevin. Ji ber dema ku em jin bûn yek û me xwe bi rêxistin kir dê ti hêz nikarin me bişkêne."

(do/zt)