Şafak Ozanli: Tenê jin bixwazin û bi me bawerbin…

09:12

Şehriban Aslan / JINHA

QERS - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Qersê Şafak Ozanli diyar kir ku di du mehên xebatên hilbijartinê de ew rastî eleqeyek mezin ya welatiyan û tayîbetî jî jinan hatine û got: "Em destê xwe bidin hev emê jinan ber bi azadiyê bibin. Bila jin bixwazin û ji me bawer bikin."

HDP yiyên ku du mehin xebatên hilbijartinê berdewam dikin li Qersê jî bi rengînî berdewam dikin. Ji namzetên jiyana nû li Qersê Şafak Ozanli da zanîn ku Qersî vêcarê bi erênî nêzî HDP'ê dibin. Şafak destnîşan kir ku di çarçova xebatên hilbijartinê de di civîn û ziyaretan de li pirsgirêkên gel guhdar kirine.

'Qersiyan ji partiyên dinê xizmet nedîtine'

Şafak anî ziman ku di du mehên hilbijartinê de ji gel û tayîbetî jî ji jinan bertekên erênî girtine û wiha domand: "Dê vê carê Qersî deng bidin HDP'ê, ji ber di demên berê de ji partiyên dinê xizmet nedîtine. Ya ku me jî li Qersê dît bi rastî xizmet nehatiye kirin. Ne di navçe û ne jî di navendê de ti xizmet nehatiye kirin. Hîna rêyên berî 20 salan weke xwene."

'Em dest bidin hev azadiya jinan gengaze'

Şafak bilêv kir ku hişmendiya deshilatiya mêran hewildide jinan di malan de bidin girtin û wiha berdewam kir: "HDP partiya jinan û tekoşîna jinan bi her awayî bilind dikiye. Rêxistinkirin û azadiya jinan rêxistinkirin û azadiya civakê ye. Bi salane jin di malan de hatin girtin, aboriya wan ji dest hat girtin û weke berdel hatin zewicandin. Armanc bi giştî qedandina jinan û şikandina vîna wan ne. Ez di wê baweriyêdeme ku em dest bidin hev emê azadiya jinan bi dest xwe ve bigihînin. Tenê jin bixwazin û bawerî bi me bînin."

'Divê alîkariya herî mezin jin bidin me'

Şafak ser giringiya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî wiha axivî: "Dema ku em neçin meclisê dê AKP pergala serokatiyê ya ku kêrî karê wan tê bêxe meryetê. Em welatên weke Misir, Îraq, Tunus, Lubnan û Suriyê yên bi pergala serokatiyê bi rêve diçin dibînin, her dem di nava şer û gengeşeyan denin. Yên di şer de dimirin, di bazaran de tên firotina şêxên ereban û êşên herî mezin dikişin jinin. Ez di wê baweriyê deme emê li meclisê dawî li deshilatiya mêran bînin. Ji ber wê jî divê alîkariya herî mezin jin bidin me."

(zt)