Jinên Pîranê wê li ser sendoqan xwedî li dengê xwe derên

09:13

Têkoşîn Tekîn /JINHA

AMED - Rêvebira Navçeya Pîranê ya HDP'ê Semra Akgûl diyar kir ku jinên Pîranê dê li ser sendoqan xwedî li dengê xwe derên û her wiha berpirsyarên sendoqan mûşahît jî dê li ser erka xwe rawestin.

Bi nêzbûna hilbijartina 7'ê Hezîranê re, HDP'î yan li navçeya Pîrana Amedê lez da xebatên xwe. Xebatên parastina ewlekariya sendoqan her ku diçe tê şidandin û li hember her provokasyonên ku pêk were tedbîr tên girtin. Derbarê xebatên amedekariyê de Rêvebira Navçeya Pîranê ya HDP'ê Semra Akgûl axivî. Semra Akgûl destnîşan kir ku ew bi 10 jinan dest bi xebatê hilbijartinê 7'ê hezîranê kirin lê belê niha 10 qetan hêjmar zêde bûye.

'Jin dê xwedî li dengê xwe derên'

Semra diyar kir ku ew navçeya Pîranê di nava xwede kirine çar beş û li her heremekê berdevkê jin cihê girtiye û wiha got: "Berî her tiştî em girîngiya hilbijartinê îqnabûn. Bi coş û moralek mezin em tevlî xebatên hilbijartinê dibin. Serkeftina hilbijartina 7'ê hezîranê xilasiya jin û gelê bindeste. Demek kurt ji hilbijartinê re ma, emê bi coş û moralek mezin xwedî li sandoqên xwe jî derên." Semra da zanîn ku heya roja hilbijartinê wê li qadan xebatên xwe bidomînin û jinên Pîranê dê xwedî li dengê xwe derên û her wiha berpirsên sendoqan û mûşahît jî dê li ser erka xwe rawestin.

'Emê li ber sendoqên xwe bin'

Semra wiha domkir: "Hemû erkdarê sendoqan, mûşahît û berpirsê heremê roja hilbijartinê dê sibê zû biçin dibistanê ku lê hatine erkdar kirin, dê zarf û pusulayan bihêjmêrin û cihê xwe bigrin. Emê mafên xwe ya zagonî bişopînin, alîkariya pêwîst bidin welatiyên ku tên ser sendoqan û li hember provokasyonan hişyar bin. Dema ku hilbijartin biqedê heya deng neyên hêjmartin emê qadên xwe bernedin. Heyan ku ji serokê desteyê belgeyên destnîşana şil neyê girtin û radestê desteya hilbijartinê neyê kirin emê dev ji sandoqên xwe bernedin."

Banga xwedî derketina sendoqan hat kirin

Semra bang li gel kir ku roja hilbijartinê xwedî li sendoqên xwe derbikevin û neyên provokasyonan. Semra wiha dawî li gotina xwe anî: "Hilbijartina 7'ê hezîranê ji bo gelê Tirkiyê û gelê Kurd gelek girînge. Em bi hêvîne ku HDP'ê bendê derbas bike. Bi wesîleya ku 7'ê hezîranê bibe hêviya aşîtiya dilê dayîkan, jin û ciwanan."


(rc)