Çaglar Demirel: Bingeha baweriya gel ji nûneriya wekhev tê

09:32

Cahide Harputlu/JINHA

AMED - Namzetên HDP'ê yên jin her ku roja hilbijartinan nêz dibe xebatên xwe jî zede dikin. Namzeta HDP'ê Çaglar Demirel anî ziman ku biryara HDP'ê ya nûneriya wekhev piştgiriyek mezin girtiye.

Namzetên HDP'ê ya jin her ku roja hilbijartinan nêz dibe xebatên xwe jî pêşdixin. Namzetên jin, pêvajoya hilbijartinan nîrxandin û anîn ziman ku renge jinê bandorekî mezin li ser xebatên wan kirine. Namzeta HDP'ê Çaglar Demirel jî der heqê vê mijarê de axivî û diyar kir ku HDP li her dere bi hezkirin û eleqeyek mezin re tê pêşwazî kirin û da zanin ku li hemû tax,navçe,gund û beldeyan de xebat meşandine, ji zarok û jinan bi hemû kesiman re hatine ba hev. Çaglar anî ziamn ku hemû kes rastiya vê pergalê dibine û got: '' baweriya me ji bo vê bi gelê me heye û em dibêjin emê bende hilweşînin. Me heta niha ji tû kesî ray nexwestiye lewre em dizanin ku gele me dê li îradeya xwe, li partiya xwe xwedî derbikeve. Her wiha niha kesên ku denge xwe dane AKP'ê an partiyên din jî dibêjin denge me ji HDP'ê re ye. Daxwazan ya ji me jî xilasbûyina ji AKP'ê û hikûmetê ye. Ew jî dizanin ku êşên ku îro tê jiyandin sedema wê AKP ye.''

'Yên ku makezagonê biguherinin jin in'

Çaglar da zanin ku heta niha di xebatan de rastî pir rewşên cûda hatine û bîranînên xwe yê ku li gundê Çınarê jiyan kiriye wiha parve kir: '' ji bo taziye em çûn maleki. Dema em derbasî cihê jinan bûn me dît kutû kes tuneye. Em jî matmayî man. Meger jina di nava xwe de biryar girtine û gotine heger partiyên pergalê werin em ê dernekevin hemberî wan. Piştre hevalekî çû agahî da jinan ku em ji HDP'ê hatine. Jin dema vê agahiyê girt piştre derketin û bi germahiyek mezin me hembêz kirin.''

Çaglar destnîşan kir ku hemû kes êdî HDP'ê nas dikin û ji ber vê jî coşku û hezkiriyê xwe ji kêm nakin lewre gel jî dizane ku ê li vî welatî demokrasi,aşitî û azadiyê bîne HDP'ye. Çaglar ani ziman ku bingeha vê baweriya gel ji biryara HDP'ê ya temsiliyeta wekhevî tê û got: '' daxwaziya gele me ewe ku di pêvajoya çareseriyê jin cihê xwe bigre û ji ber vê bi taybetî jî jin piştgiriyek mezin didin HDP'ê.'' Çaglar da zanin ku bi têkoşîna jinê bi awayekî rêxistinî we di parlamentoyê de daxwazên jinê bînin cîh û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Yên ku makezagonê biguherînin jî, ên ku li vî welatê aşitî û azadiyê ava bikin jî jin in.''

(ch)