Wan amade ye ku silavê ji Stenbol, Amed û Êlihê re bişîne
09:39
Gulşen Koçuk /JINHA
WAN - Hilbijartina 7'ê Hezîranê hindik ma. HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê li Wanê mîtînga fînalê pêk bîne. HDP'ê li Wanê ji bo mîtînga fînalê li hemû deriyan geriya û hemû welatî dawetî mîtîngê kirin. Li bendê ye ku mîtînga herî girseyî li Wanê pêk bê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatice Çoban, diyar kir ku dê mîtînga Tirkiyeyê ya herî mezin li Wanê pêk bînin û bi rengê jinê bixemilînin. Namzeta HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî anî ziman ku ew dê di mîtînga Wanê de silavên xwe ji Stenbol, Amed û Êlihê re bişînin û her kesî hesûd bikin.
Partiya Demokratîk a Gelan ku bi navê xwe dikeve hilbijartinê xebatên xwe yên hilbijartinê ber bi dawî ve dibe. Di vê hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de hevî û baweriya gelek kesan çûyina meclîsê ya HDP'ê ye. HDP'ê li Tirkiye û Kurdistanê, di mîtîng û şahiyan de ji her partiyê bêtir bi girseyî û coşa herî mezin tê pêşwazîkirin. Ev tevlêbûn û coş hêviyê gelan zêdetir mezin dike. HDP'ê bi rêzikname û beyanameya xwe ji her partiyê zêdetir balê dikişîne ser xwe. HDP'ê heta niha li gelek navendan mîtîngê herî girseyi pêk anî. Dê di 6'ê Heziranê de jî mîtînga fînalê li Wanê pêk bîne. Ji bo mîtînga fînalê ya Wanê mal bi mal, tax bi tax banga tevlêbûnê hat kirin û xebatên mîtîngê temam bûn. Gelê Wanê vê carê bi biryar e ku mîtînga herî mezin li Wanê pêk bînin. Têkildarî mîtîngê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatice Çoban û Namzeta HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer, xebatên hilbijartinê û amadekariyên mîtîngê nirxandin.
'Ji bejahiyê heta bajar jin dê tevlî siyasetê bibin'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatice Çoban, diyar kir ku ev meş û pêvajoyek ku her dem didome û wiha got: "Ji bo jin tevlî siyasetê û civakê bibin, divê berî her tiştî bi jinan re temas çêbibe. Ev di demek kin de çênabe. Di demek dirêj, ked û xebatekê de çêdibe. Bi têkoşînê re hêdî hêdî pêş dikeve. Berê tenê di civînên jinan ên bi şevê de xebat dihat kirin. Niha bi şev û roj bi jinan re temas heye û me ji gundên bejahiyê heta bajar bi hemû jinan re temas çêkir. Em bawer dikin ku dê ji bejahiye heta bajar hemû jin dê tevlî siyasetê bibin. Heta niha li gundan ji ber xwendin û nivîsandina jinan tune bû, li şûna wan mêr deng bikar di anîn. Lê ji niha û şûnde jin dê bi xwe dengê xwe bikar bînin. Jin heta niha wekî beşek civakê nedihatin qebûlkirin. Lê êdî wekî beşek civakê tên qebûlkirin û wê beşdarî siyasetê bibin. Ev tev hêdî hêdî wê bi têkoşînê pêş bikevin."
Hatîce, anî ziman ku li Tirkiyeyê di serjimarê de, jin ji sedî 52 ne û wiha berdewam kir: "Jin nîvêyê jiyanê ne, lê heta niha li dervê jiyanê dihatin girtin. Êdî tevlî jiyanê dibin. Lê êdî jin dixwazin bi navê xwe demokrasiyê ava bikin. Ev yek jî bêtir hêvî dide me. HDP'ê bi rengînî û pergala hevserokatiyê êdî di nava civakê de encam digire û hêdî hêdî berhemê wê jî xuya dibe. Êdî HDP'ê wekî partiya jinê tê dîtin. Tişta ku herî zêde jinan dixe heyecanê jî sîgortakirina jinên malan e. Li Tirkiyeyê teqez ger ku HDP'ê tune be aştî pêk nayê."
'Em dê bi mîtîngê re rengê meclîsê silav bikin'
Hatîce, destnîşan kir ku nêzî 2 mehin kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşînin û dê piştî vê xebata bêhempa mîtînga herî mezin a Tirkiyeyê pêk bînin. Em dê di vê mîtîngê de Stenbol silav bikin. Di vir de rengê herî girîng ewe ku derkeve pêş dê rengê jinê be. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtînga aşîtiyê bibin. Mîtînga 6'ê hezîranê dê mîtinga fînalê be. Ji ber vê yekê pir girînge. Dê di vê mîtîngê de ji bo aşîti, demokrasî, wekhevî û rengîniya Tirkiyeyê silav ji her kesî re bê şandin. Ez dîsa bang li her kesî dikim ku beşdarî mîtînga herî mezin a 6'ê Hezîranê ku hevserokên me beşdar bibin dikim. Em bang li her kesî dikin ku govenda meclîsê ji niha de bi hevre bigirin."
'HDP'ê ket dilê gel'
Namzeta HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî anî ziman ku bi salan e gel HDP'ê di dilê xwe de mezin dike û wiha got: "7'ê Hezîranê dê qedera Tirkiyeyê diyar bike. HDP'ê cihe xwe di dilê hemû gelan de ava kiriye û hemû gel qezenç kiriye. Me di xebatên hilbijartinê de hemû êrîşên li dijî xwe pûç kirin. Di navbera 23'ê Adarê û 3'ê Hezîranê de 168 buroyên me yên hilbijartinê rastî êrîşê hatin. 3 buroyên me rastî êrîşa bombeyî hatin. Gelê ku ew qas bi sebir tev digere ji ber baweriya aşîtî û demokrasiyê ye." Tugba, li ser beyanameya jinê ya DBP'ê jî rawestiya û wiha got: "Em dê vîn û daxwazên jinan bibin meclîsê. Me di civînên jinan de daxwaz û pirsgirên wan tev tespît kir. Me dît ku pirsgirêka jinê pirsgirêkek civakî ye. Me dît ku heta niha jin zêde di nava civîn û xebatan de cihê xwe nagirin. Piştî xebata me ya nava civakê rê li pêş jinê hat vekirin. Di civînên xweser de tevlêbûna jinê pir zêde bû. Me hemû pirsgirêk û daxwazên jinê parve kirin û em dê wan li meclîsê çareser bikin."
Tugba, destnîşan kir ku ew dê Wezareta Jinê ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha di bin Wezareta malbat û civakê de reng û vîna jinê nayê dîtin. Bi têkoşîna 40 salan feraseta serdest a mêr êdî ne wekî berê ye. Di têkoşîna li Kobanê de jî hat dîtin tenê em bi biryar bin bes e. Divê em jinên li Kurdistanê vê bawerî û biryarê di xwe de bibînin. Em dê di mîtînga Wanê de silavên xwe ji Stenbol, Êlih û Amedê re bişînin."
(mae/rc)