Hûnermend jî gotin dengê me ji HDP'ê re ye

10:36

JINHA

STENBOL - Bi nêzbûna hilbijartinê re piştgiriyên ji HDP'ê re jî zêde dibe. Hûnermend Îlkay Akkaya diyar kir ku ji ber HDP'ê hêviyên xwe di rojên zehmet de parastiye ew dengê xwe dide HDP'ê, hûnermendê Şanogeriyê Orhan Alkaya jî got: "Ji bo aşîtî demokrasî û azadî ez dibêjim HDP'ê." Hûnermend Metîn Kahraman jî diyar kir ku, yên ku têkoşîna demokrasiyê didin û daxweza demokrasiyê dikin pêwîste cihê xwe li ba HDP'ê bigrin.

Bi nêzbûna hilbijartina 7'ê hezîranê re piştgiriyên ji bo HDP'ê jî zêde dibe. Hûnermend Îlkay Akkaya, Metîn Kahraman û hûnermendê Şanogeriyê Orhan Alkaya ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê gotin "Dengê me ji HDP'ê re ye" û banga herkes kirin ku piştgiriyê bidin HDP'ê. Hûnermend Îlkay Akkaya wiha got: "Ji ber ku HDP'ê di demê zehmet da jî hêviya xwe wenda nekir û piştgiriyê dide hêvî, xweşikbûn û ronahiyê avadike ez dengê xwe didim HDP'ê" û banga parastina sendoqên hilbijartinê kir. Îlkay got: "Herkesê ku diçe ser sendoqan û raya xwe bikar tîne, ji dengê xwe berpirsyare, pêwîste bizanibe ku dengê xwe ji bo kî bi kar aniye. Dibe ku derfetê herkes ji bo vê tune be, lê belê kesên ku rewşa wan dest dide pêwîste heya dawî xwedî li sandoqên xwe derbikevin."

Ji bo aşîtî, demokrasî û azadiyê HDP'ê

Hûnermendê Şanogeriyê Orhan Alkaya jî wiha got: "Ji bo aşîtî, demokrasî û azadiyê HDP'ê" û wiha domkir: "Cilê dîna ya ku dixwezin li Tirkiyê bikin, qetandina vî cilî di berpirsyariya herkesî de ye. Ji ber berpirsyara xwe ya xwezayî pêwîste herkes xwedî li dengê xwe derê. Herkes bi qasî ku çûyîna ser sendoqan berpirsyare ewqas jî li hember hîleyên ku pêk were berpirsyare. Her dengek miroveke û mirovek dikare qedera cîhanê biguhere."

'Herkesên ku têkoşîna demokrasiyê didin pêwîste cihê xwe li ba HDP'ê bigrin'

Metîn Kahraman diyar kir ku, HDP'ê bu dengê berxwedana Kobanê, Êzîdî, Elevî, Kurd, Turkmen û hemû gelê bindest û da zanîn ku pêwîste ev têkoşîn li tevhî Tirkiyê belav bibe û ji bo ku demokrasî pêk were pêwîstî bi dengê zêde heye. Metîn wiha got: "Yekîtiya ku pêk hatî li Tirkiyê bandorek erînî kir û hemû gel li hev civand. Ji ber vê yekîtiya ku gelan nîşanda ez piştgirya xwe didim HDP'ê." Ji bo welatiyên ku roja yekşemê biçin ser sendoqan dengê xwe bikar bînin jî wiha got: "Herkesên ku têkoşîna demokrasiyê didin û daxweza demokrasiyê dikin pêwîste cihê xwe li ba HDP'ê bigrin."


(rc)